Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwîşk û biratiya gelan!

08/03/2026
in Serbest
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Vê carê me rasterast bi bersivê dest bi nivîsa xwe kir. Çima? Ji ber ku pirs yan jî pirsgirêk ji aliyê dinya-alemê ve tê zanîn. Têra xwe herkesî mijûl dike. Jixwe ti kes jî ne bi kêfa xwe ye! Bi taybetî gel û civakên Rojhilata Navîn… Bi kurtûkurmancî ji beriya ku Tramp û Îsraîl li Îranê bidin ji civak û gelên cîhanê ne pirsîn ku gelo ev şer û pevçûn ji bo berjewendiya kê ye. Bila şer biqewime yan na! Nîqaşeke wisa, ne bi civakên cîhanê re û ne jî bi gelan re hate meşandin. Lê dîsa jî ji her du aliyan yên ku zerareke mezin dibînin gelên cîhane ne!

Li ku derê cîhanê dibe bila bibe şer, eger ne bi armanca parastinê be, tevkujî ye. Ji ber vê yekê her hal DYE’ê û Îsraîl ne ji ber parastina xwe ya rewa li ser serê Îran bombe dibarînin. Tê zanîn di navbera DYE’ê Îranê de bi dehezaran kîlometro mesafe heye. Dîsa di navbera Îsraîl û Îranê de jî bi hezaran kîlometro heye. Eger tu werî li ser riya aqil û wekî mirov bifikirî ti sedema vê ya rewa tine! Niha em bifikirin; Trump xwe wekî qralê cîhanê dihesibîne û rojekê diçe Venesuellayê serokê wê radike jixwe re tîne DYE; roja din tê Ayetûlahê Îranê Xemeney dikuje. Yanî cîhan bûye lotikxaneya Trumpî. Dema em vê dibêjin ne ku em dibêjin Xemeneyê rih bûye bihost jî kêmî wî ye; ji beriya ku ev şerê di navbera Îran, DYE-Îsraîlê de dest pê bike tê bîra her kesî! Çend rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ku kêmekî bi fermana ku nêzîkî gelê Kurd dibe hesiyabûn xwe kirin yek. Gotin ku “pêşeroja gelê me di bin xetereyê de; pêwîst e em wekî rêxistinên siyasî di amadebaşiyê de bin”. Xemeneyê min û te çi kir? Ji beriya ku ruhê xwe teslîmê xwedayê cihenemê Ehrîman bike, êdî rih lê nebe bihost, şûrê xwe kişand û derbarê tevkujiya gelê Kurd fetwaya xwe ya dawî derxist!

Dîsa şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ne şerekî adî û ji rêzê ye! Ev şer şerekî wisa ye ku proveyek e yanî amadekariyek e. Amadekariya çi? Tu rabî bi li ser serê bi hezaran mirovî bombe bibarînî û bikujî, yan jî pêşiyekê, meşekê bikujî wekhev e. Çawa ku dema pêşî yan jî mêşekê mirov eciz kir, em bi tiştekî wê dieciqînin û em rehmê pê nakin heta berewajî, cane me rehet dibe… Wisa! Hewl dan ku bi vî şerî bi mirovan re bêhestbûn-bêwijdanbûneke di vê astê de bi pêş bixin! Yanî qîmeta mirov bikin wekî pêşiyekê. Aliyên wekî Îsraîl û Hamas yên di vî şerî de tenê bi rolên cuda radibin, ew qas! Yek ji yê din pir ne cudatir e.

Em van çima tînin ziman? Ji ber ku wekî civak, wekî gelên herêmê, bi Kurdê xwe, bi Erebê xwe, bi Tirkê xwe, bi Durziyê xwe, bi Elewiyê xwe, bi Şîa’yê xwe, bi Sunniyê xwe, bi Xiristyanê xwe em li vê herêmê, li vê cîhanê dijîn. Em neçar in jixwe re riyekê hilbijêrin.

Pirsgirêka esasî ew e ku em ê wekî gel û civakên herêmê ji xwe re kîjan riyê hilbijêrin!

Bijartek yan jî riya ku em hilbijêrin, yek, bêwijdanî ye; ji dewletan yekê ji xwe re hilbijêrin û wekî wan bibin bêwijdan. Em ê bêjin biratiya gelan tine, Trumpî rast dike, Îsraîl rast dike. Ew ê ji me re dewlet ava bikin. Demokrasî ji me re ne hewce ye, Ereb, Tirk xayin in, bes Kurd bira ne! Yan jî berewajî… Ereb û Yahûdî dijmin e.

Riya din çi ye? Riya din ew e ku em ê bêjin, Kurd, Elewî, Sunnî, Durzî, Tirk û Tirkmen xwîşk û bira ne. Bila bi hev re bijîn, dikarin bi hev re bijîn! Lewra riya heq ev e; Xwedayê mezin wisa ferman daye!

Vê yekê ne em dibêjin, jixwe em vê ji olên mezin, Îslamiyet, Îsawiyet û Musawiyetê fêr dibin. Ne tenê ev sê olên semawî, hemû bawarî û ol jî bi rengekî, vê tînin ziman. Bi taybetî sê olên Îbrahîmî balê dikişînin li ser vê heqîqetê! Di her sê pirtûkên pîroz de xaleke hevbeş heye ku riya li pêşiya me ronî dike. Li gorî vê, Xwada ji bo ku hev nas bikin, qiymet û nirxê bidin hevûdu û rêzê ji bo hevûdu bigirin qewmên cuda, çandên cuda diafirîne. Heta ji wê jî pêştir, ji bo ku Xweda nas bikin mirov diafirîne! Ma em ê ji riya ku Xweda daye li pêş me dûr bikevin? Em wekî mirov, wekî însan neçar in Xweda nas bikin! Eger em Xweda nas bikin, em ê rêz li hebûna Ereb, Kurd, Durzî, Sunnî, Elewî, Tirk, Fars, jin û mêrê ku wî afirandiye jî bigirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.