Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya kurdî

08/03/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Çîrokvan Rojîn Mûsa

Dengê jina Kurd ya azad

Can yusef 

Jina kurd di wêjeya hevdem de ne tenê afirîner e, an jê çîrokbêje ,lê ew nebeza netewe, dengê xakê ye gava ku dinale û êşa sirgûnê ye dema ku dûrketin dirêj dibe û ew hêviya azadiyê ye çaxê ku rêçik teng dibin , bi peyvên xwe ziman ji bîrkirinê diparêze, bi çîrokên xwe bîra gel diparêze, bi wêjeya xwe ala neteweya kurdî bilind dike di rûyê bahozan de.

Di vê çerçovê de, çîrokvan û nivîskara kurd Rojîn Mûsa wek yek ji dengên jinan ên navdar tê xuyanî kirin, ku pênûsa xwe terxan kir di xizmeta parastina mîrateya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî de.

Xebatên wê yên wêjeyî û beşdariyên wê yên çandî bûne mîna fenerekî rêyên bîranînê  ronî dike û jiyaneke zindî dide nasnameya kurdan di qada wêjeya hevdem de.

Nivîskar û çîrokvana kurd, Rojîn Mûsa di sala 1995’an de di gundê Şora Rojhilat hatiye dunaya yê, ya ku girêdayî navçeya Zirganê ku yek ji deverên bajarê Derbasiyê ye, bajarê ku dikeve sînorê di navbera Bakur û Rojava de, ku bi welatparêzîya xwe û tevna xwe ya civakî û çandî ya pirreng ji pêkhate û ayînan ku bi hevre bi heskirin , aramî , dostanî û aşitî  dijyan tê nasîn .

Ew di nav malbatek neteweyî ya Kurdperwer , rewşenbîr ku bi rûhê azadî yê têgihiştî û bi kûrahî bi nirxên kurdayetî yê ve girêdayî mezin bûye  ku ji zaroktiya wê ve di wijdana wê de hestên  xweparêziyê û şanaziya bi nasnameyê hatiye çandin.

Ew keça herî piçûk a malbatek ku ji pênc keçan , ji dayîk û bavek Kurd  (Mihemed û Fatima) pêk tê , ku hizra doza kurdî di dilê  keçên xwe afirand û li ser evîna xakê, ziman û rûmetê mezinkirin.

Ji bîrdanka Zirganê, ya ku bi dewlemendiya xwe ya bi mîrateya hunerî û rûhê çandî tê nasîn, ji bêhna sinbilên wê  ên şilbûyîn li ber dilopên xunava elindê û ji sirûdên jinan Rojîn çîrokên xwe vehûnand, di dilê xwe de zimanê dayikan , bêrîkirina welat û hewesa peyva nemir hildigirt .

Ji kolanên kevnar ên Zirganê, û ji dengên awazên çîrokên  dayikan,  ji stranên palevanan nîşanên kesayetiya wê hate avakirin û dengê wê yê edebî despê dike û mîna guleke çolê vedibe ,di bênxweşiya xwe de tevliheviyek ji bîr û berxwedanê, û ji bîranîn û nasnameyê hildigire,li wir ku bêhna zeviyan bi dengên dêr û mizgevtan û stranên dawetê re tevlihev dibe û ji sirûdên bênderên genim û stranên şivanan Rojîn yekem peyvên xwe wergirtin ,  û ji wir jî  rêwîtiya wê bi peyv, nasname, û xewnê re hate dest pê kir.

Wê di temeneke piçûk de dest bi nivîsandinê kir, ne ji bo kêfxweşiyê û ne jê wek kiryarek derbasbûyî , lê ji ber ku wê di zimanê kurdî de  penahek ji bo gotinê û stargeheka xilasbûnê ji bêdengiya hatî verzkirin ji xwe re dît.

Çîrokên wê yên destpêkê wekî nameyên nepenî bûn ji bo cihanek ku bi zimanê kurdî nizanê , lê wê  biryar da ku bi kurdî û ji bo zimanê  kurdî binivîsî ne û jiyanê vegerîne vî zimanî yê ku gelekan hewl didan ji wê bistînin.

Wê li ser dayikê , li ser jinê , li ser malê , li ser welat û azadî, li ser şoreş û rûmetê nivîsand ,wê peyv kire  wek pirdarekî ku  dîroka gelê xwe pêve  girêdide û nasnameyek şiyandar û resen didê wê, ku ne mumkine were rakirin.

Nivîskar Rojîn Mûsa xwendina xwe ya Seretayî û navîn li gundê xwe şora rojhilat û dûmahî(lîse) li bajarokê Zirganê xwend , piştre çû bajarê Hesekêû tevlî kolejeya hiqûqê bû, bi xewnek di dilê xwe de, ku bibê dengê dadweriyê û zimanê rastîyê, lê belê, şerê ku di sala 2014’an de li Şengal û  Rojava (Hesekê , Efrîn û Kobanê) rûdayî , bi zorê kariyera wê ya zanîngehê rawestand û xewnên wê di nîvê rê de hiştin û ne çûn serî .

Bi derkeftina rêveberiya xweseriya Demokratîk li Rojava û destpêka projeya avakirina saziyên perwerdehiya bi zimanê kurdî, Rojîn vê yekê wekî pencereya rabûn û vejînê dibîne û ew bi dilgermî tevlî dibistanên fêrbûna zimanê kurdî dibe , hemû astên xwendinê biserkeftî derbas dike,

bi vê yekê wê dilsoziya  xwe ya kûr ji zimanê dayikê re tekez kir, û peywira xwe ya bingehîn ji nasnameya xwe ya çandî ya rastîn re piştrast kir.

Piştî vê, wê xwendina xwe berdewam kir di peymangeha amadekirina mamosteyan ya zimanê kurdî de li bajarên Dêrbasiyê û Zirganê, ji bo wê, perwerdehiya zimanê kurdî ne tenê pîşeyek kevneşopî bû, lê belê peyamekî bi wateyan û pêbaweriyê zindî bû, Zimanê kurdî di hest û hisara wê de, ne tenê tîp û gotinên fêrkirinê bûn, lê ew hebûnek zindî bû, û beşek ji nasname û hebûnê bû.

Ji ber vê baweriya kûr, ew pênc salan di warê perwerdehiyê de xebitî, wekî mamosteya zimanê Kurdî di nav gundê xwe de di xebitînê, hilgirtibû, şemala zanist û zimanê xwe, ji bo nifşên ku nû  jiyanê nasdikin bi zimanê dayikan xwe .

Piştî vê, Rojîn xwendina xwe di Zanîngeha Rojava  koleja Wêje  û Zanistên Civakî de berdewam kir û jê derçû , û di destê wê de bawernameya akademîk hebû, û di dilê wê de baweriya qewîm û rast hebû ku peyv dikare avakirinê , berxwedan û rizgarkirinê bike.

Digel xwendina xwe, ew ji xebata çandî ne hate veqetandin, ew tevlî gelek qursên perwerdehiyê bûye, bi taybetî jî qursa dîplomatîk û siyasî li akademiya rêveberiya xweser,, herwiha ew tevlî warê çand û hunerê, beşa şanoyê bû, û di zanîngeha Rojava de wê xwendekar fêr kirin û beşdarî lîstikên şanoyê bû, bi vê awayî, wê karî girêdanê di navbera raman û afrandinê , nivîs û dika şano yê , û deng û peyamê re bi awayekî xweşik pêkbîne.

Rojîn hevrêzîyek di navbera ders û pratîkê de, di navbera zanîn û hunerê de, di navbera zanist û jêhatîbûnê de çêkir, ew keçeka zanîngehê bû, dengê şanoyê, û rûyeke ji rûyên nifşên kurdî yên nû bû , ku perwerdeyê ne mîna kêfxweşiyê lê dinêre , lê ew wê wekî çekeka çandî dibîne, wek bingeha avakirina gelekî, û wek peyamek ku qet nayê vemiran lê dinêre.

Meylên wê yên wêjeyî û hunerî di temenek piçûk de dest pê kirin, hîn temenê wê deh sal derbas nekir bû di bin bandora jîngeha çandî ya dewlemend li derdora wê , ku tije  ji çîrokên folklorîk û neteweyî, govendên gelêrî, û çîrokên ji devê bav û kalan hatîn girtin, ew bûn bingehên avakirina hişmendiya wê ya yekem û hestên vegotin û nivîsandinê di dilê wê de afirandin .

Di sala 2019’an de, wê dest bi nivîsandina kurte çîrokan kir, di dema êşa koçberiya ji bajarê xwe Serê kaniyê , piştî dagirkirina wê ji hêla hêzên dagirker a Tirk û çeteyên wê ve,  bû sedema ku ew dûr bikeve ji xwedan û gundê xwe , ji lewra nivîsîn bû penaha wê ji bo vegotina  hesret û êşan.

Herwisa bandorek bêhempa ya nivîskarê kurdê yê nemir Mehmûd Baksî li ser pêşketina hişmendiya wê ya hûnerî û çandî hebû ,di heman demê, bavê wê Mihemed Mûsa jî rolê girîng lîst di piştgiriya wê û teşwîqkirina wê da ku berdewam bike di rêya nivîsandinê de, ji bo parastina doza gelê xwe û belgekirina êş û xemên wan.

Ji berhemên wê yên wêjeyî yên çapkirî :

  1. “Xewna Meha Dehan” – Komek çîrokên bi zimanê kurdî, hate weşandin di sala 2020’an de.
  2. “Kenê Bi Girî ” – Komê çîrokên kurdî.

Berhemên wê yên li benda çapê ev in :

  1. Komê çîrokên zarokan.
  2. Gotarên siyasî, civakî û dîrokî.
  3. Komê çîrokên nû.

Di heman demê de wê ji nû ve gavên xwe yên yekem di nivîsandina helbestên nûjen de dest pê kir , û cîhanên nû di vegotina bedewiyê de diyar kir , ku hevrêzîyê dike di navbera wijdan û çîrokê de , û di navbera xwe û zemîn de .

Rojîn Mûsa beşdarî gelek şevbuhêrkên edebî û çalakiyên çandî yên ku girêdayî bi çîrok û romanan ve bûye , van hevdîtinan qadek afirand ji bo pêguhêrîn û parvekirina serpêhatiyan , wê xwe terxan kir wekî nivîskareke ciwan ku derbirîna êş û derdên gelê xwe bike bi zimanê xwe yê taybet yê çîrokvaniyê

Herwiha digel xebata xwe wêjeyî , îro ew karê xwe di kanala “Rojava” de didomîne, wê peyv û wêne kirin di bin xizmeta pirsgirêkên gelê xwe de, ji bo ku dengê gelê berfirehî belav bike,bi baweriyekê ku ragihandin jî rêyekê din e ji berxwedana çandî re.

Beşdariya wê di Festîvala Kurte Çîrokê de, di her du dorên wê yên salên 2024 û 2025 de, ku ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ve hatibû  rêxistinkirin , ew  gaveke girîng bû ji bo wê ku bi kare di riya wê de, dengê xwe yê çîrokvaniyê pêşkêş bike di nav rewşekê de ku peyva kurdî ya berxwedanê tê pîroz kirin, ku li pêşiya wê asoyên berfireh ji bo têkildarî û belavbûnê vedibin .

Hebûna wê di dîmena çandî ya kurdî de ne hema derbasbûyî bû, lê dengek rastîn bû ku bi peyvê konê xweparêzî û rûmetê vedihûnand, ji bo wê peyv tenê ne xweşbûnê zimanê bû, lê kiryareke hebûnê bû  ku derman dike , belge dike û dibe şahid.

Di nav wan destpêkan de, tecrûbeya wê gihîştiye, û çîrokên wê ji pirtûka zarokatiyê berfireh çûn ber bi asîmanê wêjeya Kurdî ve, ku bibe dengek ya jina wêrek, ku daniye ser milê xwe barê ziman, nasname, û rastiyê.

Wê Kurte Çîrok û nivîsarên wêjeyî  nivîsand bi zimanek  ku germiya axê tê vejandin , û  bi şêwazekî ku komkirinê di navbera  hêsanîya rêzimanî û germahiya helbestvanî yê de çêdike , wê paqijîya zimanê kurdî parast, û ew mîna peyamek dilsoziya ji mîrateyê , qêrînek nasnameyê, û pestînek hêviyê ji bo nifşên pêşerojê dihesiband.

Wê ne tenê ji bo wêjeyê dinivîsand, lê ji bo ku ji gelê kurd re vegotina wê ya taybet û çîrokên wê yên bi wate bi zimane wê û bi hestê wê mayînde bimîne.

Bi çîrokên xwe yên hêzdar û levhatî, û bi şêwazê xwe yê  helbestî, rolek girîng lîst di dewlemendkirina wêjeya kurdî de û dergehên nû vekir ji bo nivîsên jinan ku wêneyên şêwazên kevin derbas dikin û pirsgirêkên nasnameyê, rûmetê, bîranînê û berxwedanê  pêşkêş dike.

Rojîn ne tenê nivîskareke, lê ew dengê netewekê ye ku jêbirin red dike; û şahidê zindî ye ku peyv dikare bibe  welatek , çîrok dikare bibe berxwedan, ziman dikare bibe keleha nasnameyê , û xewna kurdî dikare were vegotin, nivîsandin û bibe  mîrate ji bo nifşan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.