Lîloz Hisên
Endamê Platforma Ekolojî ya Şirnexê Ehmed Başak tekez kir ku di bin hincetên ewlehiyê de daristan têne birîn û got, “Tenê di du salan de 500 hezar ton dar hatin birîn. Dewleta Tirk dixwaze dewlemendiya Kurdistanê ya binerd û ser erd pêşkêşî hevalbendê xwe bike.”
Ji sala 2018’an û vir ve li bajarê Şirnexê ya bakurê Kurdistanê bi sedan ton dar û daristan hatine birîn, birîna daran li herêmê bi salan e di bin navê “ewlehiyê” û lêgerîna petrolê de didome, her çend li bajêr gelek xwepêşandan li dijî vê wêrankirina jîngehê hatine lidarxistin jî lê birîna daran berdewam dike.
Bi birîna daran li herêmên Cûdî, Gabar û Bestayê, qadên çêrandinê kêm dibin hem jî debara jiyanê di bin gefê de dimîne. Di heman demê de wêrankirina xwezayê her ku diçe kurtir dibe. Dê navê Şirnexê tenê bi birîna daran ve girêdayî maye dema ku behsa wê tê kirin. Qirkirin û wêrankirina daristanan ku bi salan e berdewam dike eşkere dike ku bûye pratîkek sîstematîk a Şerê Taybet.
Di heman demê de li bajarê Şirnexê xebatên madenê yên zêde di salên dawî de, tê kirin. Her wiha birîna daran li deverên daristanî û operasyonên ku bi hinceta ewlehiyê têne kirin, zirarên cidî didin hevsengiya ekolojîk a bajêr. Ev zirara ku êdî vegera wê û tamîrkirina wê tune ye berovajî bi xwe re xeteriyê tîne.
‘Bi hinceta ewlehiyê xweza tê qirkirin’
Niha li Şirnexê ku bi ekosîstemên xwe yên cûrbecûr tê nasîn, bi xetereya ziwabûnê re rûbirû maye. Wêrankirina ekolojîk a ku di salên dawî de bi taybetî li çiyayên Cûdî û Gabar û herêmên Besta dest pê kiriye, bi sedemên wekhev berdewam dike û xweza tê qirkirin. Li şûna darên ku li herêmên hatin qirkirin, keleh û rê têne çêkirin, qadên daristanan bi tevahî vediguherin çol. Li gel wêrankirina ekolojîk, jiyana hemû zindiyên li herêmê jî di bin gefê de ye û ajal bi xetereya tunebûnê re rûbirû ne. Li Gabarê dar dibin navê petrolê têne birîn, li Cûdiyê jî ji ber komirê daristanan tên tunekirin.

Derbarê qirkirina xwezayê û wêrankirina daristanan Endamê Platforma Ekolojiya Şirnexê Ehmed Başak ji Rojnameya me axivî û diyar kir ku tenê di nava du salan de 500 hezar ton dar hatine birîn û got: “Li Şirnexê bi taybetî li çiyayê Cûdî, Gabar û hêrama Bestayê bi hinceta ewlehiyê di bin kontrola leşker û cerdavanan de daristan tên birîn û xweza tê talan kirin. Di nava dû salan de li navenda Şirnexê tenê 500 hezar ton dar hatine birîn her wiha li deverên çiyayê Cûdî, Gabar, Avgamasiya û Qilaban lêgerina maden, kanên komirê û lêgerina petrolê berdewam dike.”
‘Dewleta mêtînger dewlemendiya Kurdistanê wêran dike’
Polîtîkayên qirkirina ekolojîk ku bi salan e li Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk têne meşandin ku ne tenê armanca wan çavkaniyên bin erdê û ser erdê wêran bikin, lê di heman demê de şêwaza jiyan gelê Kurd biguhrîne, nasnameya wan a çandî wêran bike û wan bi pirsgirêkên aborî yên kur rû bi rû bihêle. Gelê Kurd piranî debara wan bi çanidniyê ye, bi pêkanîna van polîtîkayan bîra civakî tune dike.
Ehmed Başak diyar kir ku dewleta mêtînger bi salan e şerekî li dijî exlaqê li ser erdnîgariya Kurdistanê dide meşandin û wiha anî ziman: “Ji beriya salên 1990’î ve, dîsa li ser navê ewlehiyê dewletê bi hinceta ku darsitan parêzgeha şervanên Azadiyê ne heman qirikirin pêk anî û daristan şewitandin. Îro ji bo ku dewlemendiya axa Kurdistanê xezîneya ser erd û bin erdê pêşkesî hevalbendê xwe dike û axa Kurdistanê talan dike. Bi navê ewlehiyê dewlet her 15 rojan carekê qedexeyê ferz dike, nahêle tu kes derkeve û deverên ku qedexe lê tê kirin li wir dar tên birîn. Herêma Botan ber bi xeteriya çolbûnê ve diçe, armanca dewletê jî ew e ku dever bibe çol û ji bo şîrketan bide kirê.”
Çavkaniyên avê qirêj û ziwa bûne
Dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê veguhrîne herêmeke leşkerî, li herêmên Zap û Metîna ji bo avakirina baregehên leşkerî daristan dibire. Di nava pirsgirêkên ku li hember bajarê Şirnexê derdikeve, ew e vekirina kanan û zeviyên petrolê ye, hema mirov kare bêje pirsgirêkeke cidî tê dîtin nemaze li herêmên Akçay û Kızılsu. Metalên giran û kîmyewîyên ku di xebatên lêgerînê de têne bikar anîn bi avê re tevlihev dibin ku di encamê de jiyana hemû zindiya dikeve xeteriyê de herwiha dibe sedemên pirsgirêkên tenduristiyê.
Xaşikbûn û ahenga xwezayê bi birîna daran xira dikin
Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed Başak wiha anî ziman: “Xweza kirdeke jiyanê a sereke ye, dema ku dewleta mêtînger xweşikbûn û ahenga xwezayê xira dike û daran dibirîne bandorê li ser jiyana hemû zindiyan dike, bandorê li ser mirov û ajalên ser erdê di heman demê de masî û jiyana kovî tê astengkirin, zirar dighêje nebatan û av kêm dibe di encamê de êdî çandinî zehmet dibe û berhema çandiniyê kêm dibe. Erdnîgariya Botanê ku bi xweza, avhewa û bihuşta ser erda xwe nav û deng bû di heman demê de herêma Gabar jî, lê mixabin îro yên herî zêde bandor dibin kesên ku li gundan dijînin neçar dimînin bi tankeran ji herêma Gabar avê dikşînin, ji be ku kaniyên wan ziwa bûne wekî ziwabûna avê li gundê Şêxêreş herwiha bêhna qirêj ji ava vexwarinê tê ji ber teqandina dînemêtên e.”
Di heman demên ku xebatên lêgerîna madenê, birîna daristanan û wêrankirina daristanan bi hinceta ewlehiyê tê kirin, wekî din jî projeyên bendav û santralên hîdroelektrîkê hene. Encama van pêkanîn û kiryarên li dijî xwezayê tê kirin ku pergala xwezayê hilwişîne. Bi taybetî xebatên madenê li Cûdî û Gabarê tên kirin, çiya ji ber teqemeniyên cûrbecûr û çekên giran tijî qul in. Kîmyewî û ewrên tozê yên giran ji ber teqemeniyan zêde dibin. Ev yek bi giranî jiyana mirovan û xwezayê tehdît dike û dixe xeteriyê de.
‘Ji ber derxistina madenan nexweşî zêde dibin’
Girêdayî vê yekê Ehmed Başak wiha anî ziman: “Nexweşî bi sedema derxistina medenan zêde dibin bi taybet nexweşiya Pencereşî. Ji aliyekî antrala termîkê û ji aliyekî din ve teqandina dînemêtan ji ber lêgerina kanên komirê madenan tê kirin di heman demê de jî bendava ava dike. Dewleta dagirker li aliyeke behasa aştiyê dike, aliyekî din xwezaya Kurdistanê talan dike.”
Bi van pratîkan şerê taybet ê siyasî tê pêşxistin, civaknasî û dîroka çandî ya çiyayên kevnar ên Kurdistanê têne paşguhkirin û îstismarkirin. Têkoşîna ekolojîk ne tenê parastina xwezayê ye lê di heman demê de parastina jiyana gel e jî.
‘Niyeta dewletê bîra gelê Kurd ji holê rake’
Endamê Platforma Ekolojiya Şirnexê Ehmed Başak wiha axaftina xwe qedand: “Dewleta mêtînger, ne bi tenê êrişî xwezaya Kurdistanê dike, bi van erişan dixwaze bîra gelê kurd ji holê rake, di hemû deverên ku qirkirinê pêk tîne cihên dîrokî ne wekî Botan, Gabar, Bestayê, Elikê, Qilaban û Qisirgrê, çiyayên Kurdistanê hemû ji bo kurdan dîrokî ye.






