Ayşa Silêman/ Dêrik
Hevserokê Şaredariya bajarê Dêrikê Mahir Omer diyar kir ku şaredarî bi şev û roj di xezmeta gel de ye û wiha got: “Erkê şaredariyê sererast kirina bajar û çareserkirina pirsgirêkên gel e.”
Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve şaredariyên gel hatin avakirin û dest bi xizmeta civakê kirin. Bi domandina şoreşa re her ku çû xebatên şaredariyan berfireh bû û ji bo xebatên xizmetguzarî ji civak re bûn bersiv. Yek ii wan şaredariyan jî Şaredariya Bajrê Dêrikê ye.
Di derbarî kar û xebatên şaredariya bajarê Dêrikê û projeyên wê hevserokê Şaredariya bajarê Dêrikê Mahir Omer ji Rojnameya me re axivî.

‘Barê şaredariyê îsal girantir bû’
Mahir Omer da zanîn ku şaredarî her di nav tevgerê de ye û wiha got: “Îsal ji ber barîna berf û baranê rewş cûda bû, lewma barê şaredariyê zêde bûbû, ji ber vê yekê komîteyek hat ava kirin ji bo rewşên ewarte da ku çi pirsgirêk bi gel re derkevin ew destek bide wan di milê vekirina riyan, destekdayîna ajokaran. Tevî ku alavên şaredariyê kevin bûn û ji bo wê astengî jî derdixistin, lê şaredariyê erkê xwe domand û bi hemû beşên xwe ve li ser kar bûn. Li kêlek wê piştî rewş li Rojava tevlîhev bû û koçberî çêbû û koçber derbasî bajarê Dêrikê bûn, şaredarî bi hevrêziya meclisa bajarê Dêrikê komîteyek avakirin li ser asta bajar da ku alîkariya penaberan bikin. Şaredariyê roleke mezin lîst him di milê paqijkirina dibistanan û bicih bûna koçberan, him peydakirina elekitrîk û avê, di heman demê de şaredariyê hin endamên xwe belav kirin ku li cihên koçberan bimînin da ku bi wan re bibin alîkar û heya niha bi şev û roj li kêlek wan ne.”
‘Ji bo meha adarê gelek amadekarî tên kirin’
Omer axaftinên xwe wiha domand û got: “Niha em ber bi buharê ve diçin, dema mirov dibêje bûhar him êş him jî xweşî tê bîra mirov, ji ber ku hin bûyer hene wek 12‘ê Adarê ku hertim mirov pê diêşe. Li kêlek wê bûyerên kêfxweşiyê jî hene ku mirov pê şa dibe wek 8’ê Adarê ku em vê roja taybet li hemû jinan pîroz dikin û bi taybet jina kurd a ku bi salan têkoşînê dike. Di heman demê de roja 21‘ê Adarê roja ronahî û serkeftinê ye, lewma ji bo van rojên pîroz amadekarî tê kirin da ku bajar were xemilandin û rengê buharê derkeve pêş. Di heman demê de me dest bi çandina daran kiriye li hin kolan û qadan û bi taybet li qada newrozê ji ber ku divê ev Newroz, cûda be ji newrozên salên din. Di heman demê de gelek dar li kolanan hene em wan di kezêxin jî da ku bi rengê xwe yê nû bajar bi xemlîne. Her wiha yek ji pirojeyên me ew e ku riya ku diçe Porzê ji destpêkê heya dawiya wê em ê stûnên çirayan deyîn û li ser wan enerjiya rojê hebê û daran lê biçînin, ji ber ku buhar tê û gel berê xwe dide wir da ku rengekî cûda û bedew were xuyanî kirin.”
Pirojeyên Şaredariya bajarê Dêrikê
Hevserokê Şaredariya bajarê Dêrikê Mahir Omer axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Li kêlek van karan hin pirojeyên me yên sala 2026’an jî hene wek zivtkirina hin riyan û danîna kevirên hûrkirî, çêkirina karêzan û enterlokirina ( rêya çûyin hatine bê girtin) hin riyan. Em wek şaredariya bajarê Dêrikê li hember gel deriyê me vekiriye ji rexne û kêmasiyan re û em bi hêvîne gel bi me re bibe alîkar di milê paqijiyê de da ku em jî bikaribin karê xwe birêve bibin. Di heman demê de gel xwedî li daran derkevin û guh bidin wan, ji ber ku bajarê Dêrikê cihê ekolojiyê ye pêwîste dar û xwezaya wê zêde bê. Em berê xwe didin kîjan bajarî dibêjin Dêrik bi şînatiya xwe xweşe. Di heman demê de em bi hêvîne ku newroza 2026’an bibe sala serkeftina gelê kurd li herçar parçeyên Kurdistanê.”






