Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Daxwaza me vegereke bi ewle ye’

08/03/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Daxwaza me vegereke bi ewle ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Koçberên Serê Kaniyê diyar kirin ku piştî 6 sala derketina wan ji Serê Kaniyê careke din daxwaza vegereke bi ewle dikin û wiha gotin, ‘Em amadene ku  vegerin cih û warê xwe’

Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serê Kaniyê destpê kirin. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên hovane de, tevahî cureyên çekan li dijî welatiyên Serê kaniyê bikar anîn. Ji ber wê bi hezaran xelkên Serê Kaniyê ji cih û warê xwe koçber bûn. Piştî 6 sala ji koçberiya wan niha careke din daxwaza vegera bajarê xwe yê Serê Kaniyê dikin.

Ji bo vegerek bi ewle koçberên Serê Kaniyê ji Rojnameya me re axivîn.

‘Em dixwazin vegerin cih û warê xwe’

Zehira Misilim diyarkir ku ew daxwaza vegera cih û warê xwe li serê Kaniyê dikin û wiha got:” Dema ku şer li Serê Kaniyê çêbû me cih û warê xwe berda û me berê xwe da Reqayê. Em di Reqayê de demeke dirêj man, piştî ku careke din êriş çêbûn me berê xwe da bajarê Qamişlo û di dibistanan de bicih bûn. Niha daxwaza me ew e ku em vegerin cih û warê xwe yê Serê Kaniyê. Tenê em vegera xwe ya bi ewle dixwazin. Ev ne tenê daxwaza min e lê belê daxwaza hemû koçberên ji Serê Kaniyê ye. Em dizanin jî ku niha li Serê Kaniyê malên me hatine xirakirin çeteyên dewleta Tirk têde dijîn. Ji ber vê jî lê dîsa em dixwazin ku vegerin li ser axa bajarê xwe heta ku em nekevin malên xwe.”

Daxwaza koçberan bi rêyeke ewle heye

Ezîza Ehmed da zanîn ku ew dixwazin rêyeke bi ewle were dîtin da ku vegerin bajarê xwe û wiha got: “Ji destpêka ku em ji bajarê xwe yê Serê Kaniyê derketine em ji hemû aliyên jiyanê ve astengiya dikişînin. Piştî ku em ji serê Kaniyê çûn bajarê Reqayê em di malên kirê de 6 sala man. Lê dîsa ji ber êrişên li ser bajarê Reqayê em hatin di dibistanên bajarê Qamişlo de bicih bûn. Em di van dibistanan de ji ber sermaya zêde mazot tune ku em xwe gerim bikin. Ji hemû alî de zehmetiyên me yê jiyanî hene. Ji bo vê jî em daxwaza rêyeke bi ewle dikin da ku em

‘Ger rê were dîtin em niha hazirin ku vegerin’

Mihemed yûsif di axaftina xwe de bal kişand li ser vegerên xwe û wiha got:” Ev bûye 6 sal ku em ji Serê Kaniyê koçber bûne. Heya niha jî daxwaza vegera me heye ku em vegerin. Lê heya niha tu rêyên bi ewle nehatine dîtin.Ger rê were dîtin em niha hazirin ku vegerin bajarê xwe. Lê em dixwazin dema ku em vegerin bajarên xwe gereke bajarê me bi ewle be da ku em carakedin di qetlîaman re derbas nebin..”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.