Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li herêmê hêza herî bi bandor Kurd in

08/03/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Li herêma Rojhilata Navîn, hêza gelê Kurdistanê û jeostratejiya erdnigariya Kurdistanê, ji siyaseta hemû dewlet û rêxistinên din pirtir e û xwedî hêza herî bi bandor e.

Mirov bala xwe dide analîz û şîroveyên nûnerên dewletan û rêxistinan, herwiha gelek akademisyen û siyasetmedaran, hema hema bi giştî dudil in, an jî filan dewletê, bêvan serokên dewletan bi bandor nîşan didin.

Dîtin û şîroveyên van kes û nûneran, ji rastiyê dûr in, a rast li Kurdistanê li ber çavan e.

Herî dawî, bi taybetî li Rojava ev rastiya, bi berxwedan û hilwesta gelê Kurdistanê ya tije ruhê yekîtiya neteweyî, gelek aşkere, zelal û şênber derkete holê.

Vê hilwest û berxwedana bêsînor a gelê Rojava, gelê her çar parçeyan û derveyî welat, li gel dostên Kurdan jî lihev civand.

Vê carê ev çarperçeyîbûn û koçberîbûna cîhanê, berevajî, erênî bû û kete xizmeta doza neteweyiya gelê me û mirovahiya navneteweyî.

Rast e, heta nuha çarparçebûna Kurdistanê neyînî bû, ji ber ku ev, encamê siyaseta navdewletî bû û gelek êş, keder û keser bi gelê Kurdistanê dan kişandin û didin kişandin, lê bi saya rêberiya rast û têkoşîn û berxwedana lehengî, gelê me, xwe bi rêxistin kir, îradeya xwe xurtir kir û niha, li ser her çar welatên dagirker û bi giştî li hemû herêma Rojhilata Navîn bûye xwedî hêza herî bi bandor.

Herwiha divê ev mijara giring jî were nîşandan, ji ber ku bi têkoşîn û pêşengiya xwe jinên Kurdistanê, bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî nav û dengê xwe yê erênî, bi xurtî gihand tevaya cîhanê.

Niha di vî şerê DYE-Israil û Îranê de, ku ji derveyî daxwaz, îrade û berjewendên gelan hatiye despêkirin, her aliyên şer dixwazin hêza gelê Kurdistanê bikişîne rex xwe û bixin xizmeta siyaseta xwe ya hegemonîst a qirêj.

Lê giraniya tevgêrên Kurdistanê, hilwesta xwe kirin yek û xwe ji derveyî bandora siyaseta kedxwar û şerxwaz a dewletan girtin, belê xwe, li ser rêya sêyemîn a berjewendiyên gelê xwe dan nîşan dan.

Bêgûman, him dewleta meleyan ku gel weke Komara “Îdamê” bi nav dike û him dewletên DYE/ISRAILê, ji vê hilwestê razî nebûn.

Lewma dest avêtin bangeşiyên derew, daxwiyaniyên li goreyî berjewendên dewletên xwe dan û heta hinek êrîşên leşkerî jî birin ser cihên tevgêrên Kurdan.

Belê him Tevgêrên gelê Kurdistanê, bi lez derewên van dewletan şermezar kirin û him gelê Kurdistanê jî baweriya xwe bi van dewletan neanîn, ya hêja û rast jî ev hilwest bû.

Li goreyî agahiyan, bi beşdarbûna yek rêxistinek dîtir, hijmara Rêkeftina Tevgêrên Rojhilatî bûn şeş, hêvî heye ku ew yek rêxistina mayî jî beşdar bibe û serkeftina xwe jî nêztir bikin.

Heke mirov bala xwe bide pêvajoya bi tevayî ya Kurdistanê û herêmê, wisa diyar dibe ku gelê herî bi rêxistin û xwedî rêberî û programa rast û xurt gelê Kurdistanê ye.

Lewma dikare were gotin; ku cara berê li ROJAVA, vê carê jî li ROJHILAT, gelê Kurdistanê dibe xwedî Rêveberiyek Xweser a Demokratî.

Bi xêr bê ŞOREŞA ROJHILAT!

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.