Hemza Sêvo
Wezareta Derve ya Brîtanî di 19’ê Berfanbarê de li ser çar serkirdeyên komên çete ku beşdarî kiryarên hovane yên kirîza Sûriyê, herwiha komkujiyên Berava Sûriyê bûbûn, biryara cezakirinê da. Di sizayên Brîtanî de karsazê Sûrî-Rûsî Madloul Elxûrî û Îmad Elxûrî hatiye bibîrxistin û ev kes bi sedema alîkariya rejîma Baas di warê gendeliya aborî de dê bên cezakirin. Malpera fermî ya hikûmeta Brîtanî daxuyaniyek weşand û ragihand ku ceza li ser du serkirdeyên berê yê rêjîma Baas yê bi navê ‘Ghiath Dalla’ û fermandarê berê yê rejîmê Muqdad Fataha jî tê pêkanîn. Bi vê yekê û di demeke wiha dereng de biryara Birîtaniyayê dibe cihê pirsê, pirseke wiha ku çima berî niha û di dema pêkanîna komkujiyan de ceza li ser van komên çete û serkirdeyên wan nedihatin birîn. Dema ku komkujî li Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê, Başûrê Sûriyê, Beravê û hwd… an jî dema ku alîgirên rêjîma Baas kiryarên herî xerab derheqê Sûriyê de dikirin, çima demildest ceza ji hêla Birîtaniya û hêzên navdewletî ve nedihatin ferzkirin. Li vê derê ceza û biryarên ku tên girtin li gorî berjewendiyên siyasî yên Birîtaniya, Amerîka û hêzên din de tên pêkanîn. Ew ne xemxurên xwîna gelên Sûriyê ne, ew li gorî xwe di dema ku ew bixwazin cezayan li gorî siyaseta xwe dibirin û radikin, ev yek jî dibe binpêkirinek derheqê zagonên mafên mirovan. Di cezayên Brîtanî de Muhammed Elcasim (Ebû Emşa), fermandarê Lîwaya 25’an ku di artêşa Sûriyê ya niha de cih digire û fermandarê Lîwaya Siltan Silêman Şah, li gel fermandarê Lîwaya 76’an û Lîwaya ‘Hemzat’, Seyfeddîn Bolad hatine bibîrxistin û ceza li wan hatiye birîn. Piştî van cezayan bi du heftiyan komên çete bi serkêşiya artêşa hikumeta demkî êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, paşê êrişî Dêrhafirê Reqe, Dêrazorê û gundewarê Hesekê kirin. Êriş û kiryarên çeteyan ne tenê li ser QSD’ê hatin pêkanîn, lê belê li ser gelê Kurd jî pêkhatin. Kiryarên kuştin, revandin, destdirêjî û komkujiyê bêserûber ji hêla van çeteyan û hikumeta demkî hatin domandin. Ev kiryar jî li gel bêdengiya navdewletî hatin kirin, di heman demê de hikumeta Birîtanî ya ku qaşo ceza li ser van komên çete ku rasterast fermanên xwe ji dewleta Tirk werdigirin, dabû birîn bêdeng ma. Di roja îro de em dibînin ku dorpêçek li ser Kobanê heye, tevî lihevkirinên di navbera QSD, Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyê de jî, lê dîse komên çete bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker serwer in di dorpêçkirina Kobanê de.Eger derdê Birîtaniyayê li gorî dadweriyê tevbiger pêwîst e gavan bavêje. Di serî de divê zexteke navdewletî bide avakirin da ku dewleta Tirk were dadgehkirin, ji axa Sûriyê bi temamî were derxistin. Em nêzî salvegera destpêkirina komkujiyên ku komên çete li Beravê kiribûn, dibin û hîna jî kesên sûcdar nehatine cezakirin. Divê Birîtaniya dozeke fermî derxe pêş ji bo desteserkirina hemû komên çete, di serî de Ebû Emşa û hemû komên din, hem jî hemû kesên ku cihê xwe di nava artêşa Sûriyê de digirin û komkujî li Beravê û Siwêdayê kirine, werin cezakirin. Li hêla din jî eger Birîtaniyayê daxwaza guhertineke siyasî ya wekehev û avakirina Sûriyeke hevbeş bike, bila li sîstema Rêveberiya Xwser binere, ji ber ev sîstem riya guncav e ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên Sûriyê.






