Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hevserokê Bîroya Peywendiyên Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Silêman Ereb diyar kir ku hebûna dagirkeriya Tirk astengiyeke li hember vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê û got, “Vegera koçberan bi çareserkirina doza Kurdî ya destûrî ve girêdayî ye, divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derkeve.”
Herêmên wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ne. Piştî lihevkirina 29’ê Çile ya di navbera QSD û hikumeta demkî de çêbû, xala herî ku li ser hate rawestandin, vegera koçberan li bajar û gundên xwe yên dagirkirî, bû. Lê berteka koçberan ew bû ku eger dagirkeriya Tirk û çeteyên ji wan herêmên dagirkirî dernekevin, vegereke bi ewle pêknayê. Derbarê heman mijarê û vekişîna dewleta Tirk a dagiker ji Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî hevserokê Bîroya Peywendiyên Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Silêman Ereb ji rojnameya me re axivî.
‘Hebûna dagirkeriya Tirk astengiye li hember vegera koçberan’

Silêman Ereb diyar kir ku hebûna dagirkeriya Tirk astengiyeke li hember vegera koçberan û wiha got: “Wekî tê zanîn dewleta Tirk dewleteke dagirker e li ser xaka Sûriyê. Herêmên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn heta weke roja îro di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye. Hebûna dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê astengiyeke herî mezin li pêşiya vegera miletê me yên Efrîn û Serêkaniyê ne. Bidestxistina aramiyê zehmet e ku bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên Efrîn û Serêkaniyê pêkwere. Ji ber ku li gorî siyaseta dewleta Tirk a berê û ya ku îro jî dide meşandin tu hêviyên me têkildarî vekişîna dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê çêbibe. Nemaze li Lîwai Iskenderon herêmek bû ku dewleta Tirk dagir kir û hîna jî tê de ye, li herêmên din jî wiha ye ku eger dewleta Tirk kete herêmekê û dagirk kir zû jê dernakeve. Ji ber ku dewleta Tirk hewl dide li ser wê herêmê pêvajoya Tetrîk bimeşîne ango zimanê Tirkî û ala xwe li ser ferz bike, hem jî bi wê herêm re weke herêmeke Tirkî tevbigere.
‘Vegera koçberan bi çareserkirina doza Kurd re girêdayî ye’
Ereb da zanîn ku vegera koçberan bi çareserkirina doza Kurdî ya destûrî ve girêdayî ye û wiha domand: “Di demeke wiha û halê hazir zehmet e ku dewleta Tirk xwe ji herêmên dagirkirî derkeve. Di heman demê de aramî nayê bidestxistin bi hebûna dagirkeriyê, vegera koçberan jî bi vê mijarê ve girêdayî ye. Divê vegera koçberan vegereke bi ewle û bi rûmet be, ev merc hîna bi rengekî zelal nebûye. Pêwîst e gelê wan herêmên dagirkirî xwe bi rê ve bibe, gelê Kurd herêmên xwe bi rê ve bibe, ev yek jî di warê ewlehî û saziyên rêvebirinê de. Vegera koçberan girêdayî mijara dosya doza Kurd e, divê mafê gelê Kurd di destûra Sûriyê de were misogerkirin heya ku koçber vegerin warê xwe. Ev yek jî di çarçoveya peymana 29’ê Çile de.”
‘Divê dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derkeve’
Hevserokê Bîroya Peywendiyên Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Silêman Ereb tekez kir ku divê dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî derkeve û wiha bi dawî kir: “Niha amadekariyên gelê me yê koçber hene ku vegerin cih û warê xwe, di heman demê de li gorî peymana 29’ê Çile de divê Kurd li wan herêman xwe bi rê ve bibin. Hêzên navdewletî heya niha garantiya vegera bi ewle weke erkekî xwe nedîtine. Wekî din jî tu alîkariyên ber biçav ji bo koçberan bi dirêjahiya vê kirîza koçberiyê ya ku miletê Efrîn, Serê Kaniyê tê re derbas bûn nehatine pêşkêşkirin. Heya ku dosya koçberan were çareserkirin û koçber vegirin warê xwe divê bawerî di nabera wan û hikumeta demkî de were avakirin, di dema heyî de bawerî di nabera gelên Sûriyê û vê hikumetê de tuneye. Lewma pêwîst e hikumeta demkî gavên berbiçav ji bo gelên Sûriyê bavêje ji bo ku baweriya gelê pê were. Di heman demê de beşdariya gel di hikumetê de çêbibe da ku pirsgirêkên gel werin çareserkirin. Di serî de jî doza gelê Kurd li Sûriyê di çarçoveya destûrî û pêkanîna peymana 29’ê Çileyê bê çareserkirin. Em tekez dikin ku heya dosya gelê Kurd çareser bibe divê dewleta Tirk ji Sûriyê derkeve, zemînekî demokratîk û ewlehî, hem jî bawerî were avakirin da ku gelê me yê koçber vegere ser axa xwe.”






