Ronahî Sadûn/Qamişlo
Di nava guhertinên mezin ên Rojhilata Navîn û cîhanî de hevgirtina neteweyî ya Kurdan stratejiyeke siyasî ya bingehîn e. Niha li her çar parçeyên Kurdistanê tecrubeyên siyasî, rêveberî û têkiliyên navneteweyî zêdetir bûne, ev yek jî dikare bingeheke a hevgirtinê ava bike, da ku Kurd wekî sedsalên borî ji rol û mafên xwe bêpar nebin.
Guhertinên mezin ên ku li Rojhilata Navîn diqewimin rasterast bandorê li ser pêşeroja gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike. Dibe ku ji peymanên berê hîn xerabtir li dijî Kurdan dubarê bibin û wan ji nexşeya nû a Rojhilata Navîn dûr bixin. Lê hevgirtiya Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê ne tenê di aliyê civakî ya girîng siyasî de, wê hevsengiyan biguherînin û nehêle Kurd di rewşeke wisa re derbas bibin.
Hebûna Kurdan li Rojhilata Navîn
Kurd yek ji gelê kevnar ên herî mezin in ku li Rojhilata Navîn dijîn. Dîroka wan hezaran salan vedigere û herêmên wan ji çiyayên Zagros û Toros heta geliyên Mezopotamyayê dirêj dibe. Îro Kurd bi taybetî li çar welatên herî girîng ên herêmê mîna Tirkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê belav bûne, herwiha li welatên din jî diyasporayek mezin hene.
Dîrok û pêşketina neteweyî
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û hilweşîna Împaratoriya Osmanî, hêvî hebû ku Kurdan jî mîna gelek neteweyan dewletek serbixwe avabikin. Di nav belgeyên navneteweyî de, bi taybetî di Peymana Sêvrê de, behsa mafê Kurdan hat kirin. Lê piştî vê, bi Peymana Lozan ve şert û merc guhertin û Kurd li nav sînorên dewletên nû hatin parvekirin. Ev dabeşkirin bingehê gelek kêşeyên siyasî û şerên navxweyî bû.
Kurd di nav guhertinên Rojhilata Navîn de
Piştî şerê cîhanê yê yekem, siyaseta li Rojhilata Navîn ne tenê bi dabeşkirina ax û xetên sînoran ve hat avakirin, lê bi planeke stratejîk ku berjewendiyên hêzên mezin li ser hemû tiştan be, pêk hat. Dewletên nû yên ku derketin holê, ne li gorî daxwaz û xwestekên gelan, lê li gorî rol û fonksiyona ku ji wan dihate xwestin, hatin damezrandin. Armanc ew bû ku ev dewlet xizmeta berjewendiyên siyasî û aborî yên hêzên navneteweyî bikin. Di vê çarçoveyê de, dabeşkirina gelê Kurd û welatê wan, Kurdistan, di navbera Tirkî, Îran, Iraq û Sûriye de, pêk hat. Ev biryar ku bi hesab û plan hatibû avakirin, armanca wê ew bû ku hem pirsa Kurd bêçareserî bimîne û dewletên hatin avakirin jî di bin desthilatdariya hêzên mezin de bin. Ji ber vê yekê, pirsa Kurd ne hat çareserkirin û ne jî hat rakirin. Ew di navbera astengkirin û kontrolkirinê de maye, rabûna wê tê astengkirin, lê tunebûna wê jî ne mimkîn e.
Rewşa siyasî û mafên neteweyî
Di her çar welatan de rewşa Kurdan cûda ye. Li Îraq, herêma Kurdistanê bi awayekî fermî wek herêmek xweser tê nasîn ku piştî 2003’an hêzek siyasî û aborî mezintir wergirt. Li dijî vê, li hin welatan mafên zimanî û çandî asteng dibin. Li Sûriyê, piştî destpêka şerê navxweyî yê 2011’an, Kurdan rêxistinên xwe ava kirin û rola girîng di şerê li dijî dewleta Îslamî çeteyên DAIŞ’ê de lîstin. Ev pêşketin rewşa wan li asta navneteweyî zêde kir. Bakur jî bi gelek serhildanan rebûn, di roja îro de jî pêvajoyeke nû ya Aştî û Civaka Demorkatîk li ser bingeha guhertinan hatiye destpêkirin ku gelê Kurd mafê xwe bi dest bixin. Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman rengî li hemberî sîstemê bi roleke çalak radibe, bi taybetî piştî serhildana Jin, Jiyan, Azadî, di heman demê de ev guhertinên dawî hişt ku partiyên Kurdî li wir bibin yek û bi hev re bixebitin, bo siberoje Kurdên li wir.
Şert û mercên îro ne wekî sedsala borî ne
Peymanên ku li ser Kurdan li Qesra Şêrîn, Lozanê û hwd… hatin îmzekirin Kurd ji her cure mafên neteweyî û rola siyasî ya fermî bêpar kir. Heke Kurdan di nexşeya nû ya herêmî de cih negirin, ew dibe ku careke din ji biryaran dûr bikevin û mafên wan bên windakirin. Lêbelê, şert û mercên îro ji yên sedsala borî cûda ne. Li her çar parçeyên Kurdistanê tecrubeyên siyasî, rêveberî û têkiliyên navneteweyî zêdetir bûne. Ji ber vê yekê, hevgirtina neteweyî ya Kurdan niha tenê mijareke civakî nîne, ew stratejiyeke siyasî ya bingehîn e. Hevgirtina rastîn di nav partî, rêxistin û komên civakî de dikare hevsengiyên herêmî biguherîne. Heke dengê Kurd bi yekdengî bilind bibe, hêzên herêmî û navneteweyî nikarin bi hêsanî wan ji nexşeya nû a Rojhilata Navîn derxînin. Bi taybetî di demekê de ku herêm di nav guherînên xurt de ye. Yekîtî dikare bibe sedema parastina maf û bidestxistina roleke çalak di pêşerojê de.
Banga yekîtî ne gotineke, lê pêdiviya demê ye
Di veguherînên mezin ên ku li herêma Rojhilata Navîn diqewimin de, banga yekîtiya Kurdan êdî ne tenê sloganek hestyarî an gotineke exlaqî ye. Lê bûye pêdiviyek siyasî û stratejîk ji bo parastina hebûn, maf û destkeftiyan. Xetereyên li dora doza Kurd îro ne tenê leşkerî an erdnîgarî ne, lê di heman demê de hêzên kûrewî dixebitin ku civakê ji hundur ve hilweşînin û hemû aliyan zirar bikin. Ji ber niha li Rojhilata Navîn Îsraîl, Amerîka, Tirkiyê û gelek dewletên din pêşbaziya pêkanîna projeyan dikin. Ev pêşbazîya projeyan, herêmê xistiye qada pevçûn û hewldanên stratejîk. Lewra pêşveçûn û guhertinan valahiyek siyasî û ewlehî li herêmê çêkiriye. Di encama vê yekê de Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê bi du vebijarkan re rû bi rû ne, an bi vîzyonek hevpar û projeyeke yekgirtî bibin beşdarên çalak di şekildana pêşeroja herêmê de, an jî di nav pevçûnên projeyan de tenê wekî amûr werin bikaranîn. Lewra niha di vê dema dîrokî de, pirs ew e ka Kurd dê çawa xwe ji nav şert û mercên ku ji wan re hatine danîn derxînin û bibin hêzek ku şertan jî ava dike.
Gelê Kurd divê xwe ji qirkirinê biparêze
Ezmûna cîhanî îspat dike gelên ku bi pirsgirêkên hebûnî re rû bi rû ne, rastî qirkirinê tên. Gelê Kurd jî bi sedên salan bi vê pirsgirêkê re rast tê. Li ser vê bingehê jî parastina hebûna Kurd, mafên Kurdan, parastina destkeftiyên siyasî û îdarî, redkirina bindestiya her projeyek derveyî an ajandeyên hêzên herêmî yên dijmin li ser hesabê berjewendiyên Kurdan, girîng e. Di heman demê de yekîtiya Kurd ne vebijarkek taktîkî ya demkî ye, lê pêdiviyek ji bo her projeyek pêşerojê ye. Ji ber vê yekê ji her demê zêdetir girîng e gelê Kurd di hemû aliyan de berpirsyariyên xwe yên dîrokî bigrin ser milê xwe, ji bo xurtkirina doza Kurdî ji hundur û derve ve bixebitin.
Divê hêzên Kurdî nakokiyan derbas bikin
Îro hêzên Kurdî dikarin nakokiyên xwe yên navxweyî derbas bikin û xewna gelê Kurd a avakirina yekîtiyek xurt pêk bînin. Ev yek jî ne xeyaleke lê rastiyeke, çawa ku ji bo Rojava gel ev yek nîşan dan, divê partiyên siyasî yên Kurdî li her çar parçeyan ji bo tevahî Kurdistanê nîşane. Di heman demê de stratejî û çareseriya herî guncaw ji bo pirsgirêka Kurd di nav pêlên guhertinên li Rojhilata Navîn de, yekirina partî û siyasiyên Kurdî ne. Ji ber belavbûna Kurdan di nava parçebûna dewletan de dibe sedema cûdahiyên siyasî. Lê hevgirtina netewî dikare bibe bingehê parastina mafên ziman, çand û siyasî. Dema ku helwestek hevpar hebe, dengê Kurdan li asta navneteweyî bihêztir tê bihîstin. Ji ber dîrok nîşan dide ku nakokiyên navxweyî û cûdahiyên partiyan bûne sedema qelsbûna pozîsyona neteweyî. Hêzên herêmî jî gelek caran ji van cûdahiyan sûd wergirtine. Lewra hevgirtin divê li ser bingehên rêz û yekîtiyê were avakirin.
Qedera gelê Kurd ne bi hêzên mezin ve, bi hevgirtinê girêdayî ye
Hebûna Kurdan li Rojhilata Navîn rastîyek dîrokî û civakî ye ku nikare were inkar kirin. Di nav guhertinên siyasî û şerên herêmê de, Kurd her dem hewl dane ku maf û nasnameya xwe biparêzin. Rola wan di paşeroja herêmê de jî girîng e, ji ber ew yek ji bingehên civakî û siyasî yên Rojhilata Navîn ne. Di encamê de, siberoja gelê Kurd ne tenê bi biryarên hêzên mezin ve girêdayî ye, lê bi asta hevgirtiya xwe ya hundirîn jî tê diyarkirin. Ev dem dibe ku bibe ceribandineke dîrokî an dubarekirina berê.






