Idrîs Henan
Îro Rojhilata Navîn, Kurdistan û cîhan bi gelemperî rûbirûyî blokbûneke pragmatîst a berjewendîperest in. Veguherînên di dewrê de li gorî çiqarên aborî û bazirganî yên stratejîk, ji nû ve tên vesazkirin. Di heyameke wisa de ti maneya sloganên siyasî namîne û pêvajo li gorî mentelîteya hêzê tê xêzkirin.
Îro jî di navenda kirîzê de, dor li Îranê hatiye şidandin ku girêkek ceosiyasî ya gelek hestiyar e. Pozisyona wê ya cografîk a navbera Kendavê û Asyaya Navîn de, serweriya wê li ser tengava Hurmuzê ku yek ji damarên herî girîng a bazirganiya enerjiyê li cîhanê ye, sînorên wê yê neteweyî derbas dike. Her wiha dewlemendiya wê ya gaz û petrolê û cihêrengiya wê ya etnîkî ku gelek netewan nav xwe de dihewîne, dihêle ku çi guhertinek leşkerî yan siyasî lê biqewime, bandorek fireh li herêmê çêke.
Şiklê kirîza îro li herêm û cîhanê ku rengê artêşbûn û sînoran derbas kiriye, veguheriye rengê serweriya li ser rêgehên aborî ku serdestiya hegemoniyê li ser rêyên bazirganiya navbera Asya û Ewrûpa de bi hêztir bûye. Bi gotinek din êdî ew serwerî jî şiklê leşkerî derbas kiriye. Lew re jî, di vê navberê de; Îran veguheriye xaleke lehevhatina berjewendiyên welatên mezin ên hêza hegemoniyê ku rûbirûyî zextên li ser hev kiriye, di heman demê wê rola wê ya herêmî jî ji nû ve pênase dike.
Di heyamekî wisa kirîtîk de, eger metodên bibandor ên hundirîn werin paşguhkirin, mirov nikare qala ti guhertina teraziyan bike. Ne li Îran û ne jî li herêmê, ezmûna kirîzê ew yek isbat kiriye. Ji xwe rewşa Sûriyê û netewên wê jî li ber çavan e. Bi gotinek din a pir qaba; serweriya asîmanî û teknîkî bi tena xwe nikarin realteya siyasî biguherin û ti destkeftiyan li ser erdê bi dest naxin. Serkeftina stratejîk hewceyî hêza civakê û îradeya wê ya siyasî ye ku karibe valatiyan dagire û pêvajoya veguherînan bi rê ve bibe.
Bi vê têgihaştina berpirsiyar re, rola Kurdan weke hêza potansiyal a rêxistinkirî xwe dide der. Gelê Kurd bi pozisyona xwe ya cografîk ku navenda Rojhilata Navîn e, bi ezmûnên xwe yên siyasî û leşkerî re, isbat kiriye ku xwedî wê şiyana xwerêxistinkirin û birêvebirinê ye. Ezmûna Rojava ji her kesî re tekez kiriye ku; çendîn şert û merc kirîtîk û tevlihev bin, paralelî berxwedana efsanewî ya li dijî terorê, karîbû bi şiklê rêveberiyên xwecihî yên xweser, civakê birêxistin bike û senteza demokratîk ava bike. Ev hişmendî avantajek tenê di destê Kurdan de ye.
Di heman demê de dîroka têkoşîna Kurd a ji bo azadî û serxwebûnê isbat kiriye ku; daxwaz, azwerî û berxwedana Kurd rûbirûyî skendalek navendî ya naverok û taybetmendiya lihevhatinên navneteweyî ye. Salên têkoşîna nêzîk baş dane aşkarekirin ku hêzên hegemon li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û ne pabendê ti soz û exlaqê ne. Ji ber vê pêzanînê jî divê têkoşîna Kurd a hevpar a di şiklê Rojavayê Kurdistanê de xwe daye der, amûrên xwe yên diplomatîk û siyasî li gorî şiyanên xwe yên leşkerî pêş bixîne. Ji ber ku; alozî li cîhana hemdem, bi qasî ku li meydanên şer tên birêvebirin, bi danûstandin û hevpeymanan jî tên birêvebirin. Ji lewra, qonaxa pêş me de ji bo çarenûsa gelê Kurd pir girîng û hestiyar e.
Bi qasî metirsiya tunebûnê, derfeta azadî û serxwebûnê mezin bûye. Mesele ne tenê parastina destkeftiyan e, lê belê avakirina yekîtiya neteweyî, pêşxistina xîtaba demokratîk a dikare piştgiriya navdewletî qezenc bike û afirandina diyardeya siyasî li ser bingeha pirengî û rêzgirtina ji mafê mirovan re ye.
Divê Kurd saziyên aborî û siyasî yên bi hêz ava bikin. Rojhilata Navîn derbasî qonaxek nû ya dîzayinkirinê dibe. Gengaze bi salan jî dewam bike. Çarenûsa netewan tenê bi hêza leşkerî tayîn nabe, lê belê bi şiyana têgihaştin, adaptekirina guhertinên mezin û bi hişmendiya stratejîk re tê destnîşankirin.






