Ronahî Sadûn
Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal diyar kir ku di qonaxa yekemîn ya pêvajoyê de Rêber Apo û Tevgera Azadiyê gavên mezin avêtine, lê niha di qonaxa duyemîn ya pozîtîf de berpirsiyariya sereke li ser milê dewleta Tirkiyê ye ku bi guhertinên zagonî, zimanek siyasî ya erênî û yasayên aştiyê, pêvajoya çareseriyê ber bi encamê ve bibe.
Derbarê nameya Rêber Apo ya di salvegera banga 27’ê Sibatê de, herwiha derbarê nirxandinên Rêber Apo yên li ser rapora meclisê, Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Rêber Apo di nameya xwe ya dawî de dibêje ku em ji qonaxa nîgetîf derbasî qonaxa pozîtîf bûne, qonaxa pozîtîf çi ye û xebatê vê qonaxê gerek çawa bin?
Li ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di salvegera 27’ê Sibatê de, qonaxa nîgetîf derbasbûna qonaxa pozîtîf wateya wê ew e ku êdî bi şer, pevçûn û çekan nayê domandin, lê belê bingehek ji bo derbasbûna qonaxa erênî an jî pozîtîf tê amadekirin. Di vê qonaxê de, li şûna çekan, rêbaz û stratîjiyên siyasî têne pêşxistin û bi rêya diyalogê derî ji bo muzakeriyan tê vekirin. Di qonaxa duyemîn de tundî an jî pevçûn radibe û demê siyasetê vedibe. Lê ji bo ku siyaset bi awayekî rast vebibe, hewce ye ku civakek demokratîk û bingehek hiqûqî hebe. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku qonaxa pozîtîf, yekem pêşvebirina siyaseta demokratîk e, ya duyemîn jî avakirina bingeha hiqûqî ye. Ev pêvajo hewcedarî guherandinek nêzîkatiya siyasî dike, ango ji rêbazên pevçûnê ber bi rêbazên siyasî û demokratîk ve derbasbûn hewce ye. Di vê qonaxa pozîtîf de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku armanc ne ew e ku tenê saziyek dest bigire, belê armanc ew e ku kes û civak bikaribin berpirsyariya avakirina civakê û pêvajoya demokratîk cih bigirin. Ji ber vê yekê, qonaxa duyemîn tenê bi dewletê re eleqedar nîne, lê rasterast civakê jî eleqedar dike. Lewra divê civak xwe di vê pêvajoyê de bibîne û beşdarî bike, ji ber ku guherandina demokratîk bêyî beşdariya civakê nikare bingehekî xurt ava bike.
Rêber Apo li ser ropora meclisê nirxandin kir ku got ew gaveke destpêkê ye û girînge, nirxandinên rêbertî yên li ser raporê çawa bûn û tê de balê dikşîne ser çi?
Li ser rapora ku di meclisê de hatî nivîsandin û îmzekirin, gelek tişt hatin gotin û gelek rexne jî hatin kirin. Di vê raporê de tiştên erênî û gavên ku divê werin avêtin jî bi awayekî berfireh hatin bang kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser vê raporê nirxandina xwe kir ku raporê girîng dibîne û wê bi destpêkekê bi nav dike. Rêber Apo diyar kir ku, eger ev qonaxa duyemîn be an jî qonaxeke erênî û pozîtîf be, divê guhertin hem di nêzîkatiyên hişmendî de, hem jî di pratîkê de xwe bidin xuyakirin. Ev mijar girîngiyekî dîrokî ye, ji ber ku êdî meclis bi dest û îradeya xwe belgeyek derxistiye holê. Ev belge dewletê hewce dike ku hinek gavên rasterast, zelal bavêje û pêk bîne. Ev rapor ne raporekî encamname ye û ne jî raporekî lihevhatinê ye. Rêberê Gelê Kurd dibêje ku ev tenê destpêk e. Ji bo ku ev destpêk girîngiya xwe bicih bîne û ev rapor di demeke nêzîk de were bicihanîn, divê nexşeyek hebe. Nexşeya wê jî divê li ser misogerkirina hiqûqî were avakirin, hem misogerkirina pêşiya siyaseteke demokratîk vebe, hem jî misogerkirina hebûn û nasnameya hiqûqî ya Kurd. Ji ber vê yekê, tişta ku di raporê de herî zêde balê dikşîne, ew e ku Rêberê Gelê Kurd binê wê xêz dike û dibêje: “Ev destpêk hewcedayîna gavên ku hatine avêtin nîşan dide û têkoşîn niha ji nû ve dest pê dike. Demên sekinandinê, nirxandinê û nîqaşê nema ne. Ew rapor deriyekî an jî derfetekê vedike. Divê ev derfet were bikaranîn û ji wê sûd were girtin.”
Ji bo pêvajoyê Rêber Apo got dor niha ya dewleta Tirkiyê ye, pêwîst e dewleta Tirk çi xebatê bide meşandin?
Di qonaxa yekemîn a pêvajoyê de, di warê sekinandina pevçûn û êrişan de, herwiha di guhertina rêbazên çekdarî de, gelek gavên girîng hatine avêtin. Bi bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara nêzîkatiya agirbestê ya PKK’ê, bicihanîna kongreyê, merasîma çekşewtandinê û biryara herî dawî ya Cotmehê ya vekişandina ji sînorên Tirkiyê, hemû di çarçoveya qonaxa yekemîn de hatin kirin. Di vê qonaxê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê gavên mezin avêtin û bi vê nêzîkatiyê niyeta çareseriyê dan xuyakirin. Di qonaxa yekemîn de, her çiqas dewlet bi awayekî êrişkar sekinîbe jî, lêbelê gavên hewcedar û şênber ji aliyê dewletê ve bi qasî dihat xwestin nehatin avêtin. Niha di qonaxa duyemîn de, ya ku divê qonaxa yekemîn misoger bike û wateya wê berdewam bike dewlete ku pêwîst e ew gavên zagonî û siyasî bavêje. Ji bo ku pêvajoya çareseriya mijara Kurd ber bi encamê ve here, divê dewleta Tirk ne tenê li gorî raporên heyî, lê li gorî hewcedariyên rastîn ên civakî û siyasî bixebite. Wek mînak, di gelek welatan de ku pirsgirêkên neteweyî hatine çareserkirin, guhertinên zagonî û gavên şênber hatine avêtin. Hinek ji van gavan ne hewceyê guhertinên zagonî ne, tenê guhertina nêzîkatiya siyaseta dewletê, zimanê erkdarên dewletê û bikaranîna zimanekî erênî dikare astengiyan kêm bike. Nasandina nasnameya Kurdan li ser van pêwîstiyan bi nav bike û parve bike. Lêbelê, gava herî zêde dîsa dikeve ser milê dewlet û meclisê ku guhertinên zagonî yên pêwîst çêbike û pêvajoyê bi awayekî fermî û berdewam, misoger bike.
Rêber Apo di banga 27’ê Sibatê de carekedin bal dikêşe ser entegrasyona demokratîk, dibêje ku entegrasyona demokratîk bi kêmanî bi qasî komarê girînge, hûn vê çawa dinirxînin?
Avakirina Komara Tirkiyê li ser bingeha nenaskirina nasnameya gelan, zimanan û baweriyan hat avakirin. Ji ber vê yekê, eger îro em bixwazin entegrasyona demokratîk pêk bînin, pêwîst e ku ev bingeha komarê were guhertin. Yanî komar divê bi bingehekî nû ku hatî veguherandin, ji nû ve were avakirin, hem ji bo pêşerojê wateya xwe biguherîne û hem jî guherandinekî bingehîn ji binî ve pêk were. Di vê çarçoveyê de, divê dewlet dev ji polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê berde, zimanên cihêreng nas bike û şertên pêwîst ji bo entegrasyona demokratîk biafirîne. Ji bo ku ev guhertin pêk were û entegrasyona demokratîk çêbibe, divê dewlet bi xwe ji serî heta binî bi awayekî siyasî, civakî, aborî, zimanî, çandî û bi taybetî jî di warê hiqûqî de guherandinên bingehîn pêk bên. Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan, dibêje ku ji bo ku em bikaribin bibêjin em ketine qonaxa duyemîn û em ê karibin entegrasyona demokratîk pêk bînin, em hewceyî yasayên aştiyê ne. Herwiha rêbertî van yasayan wekî zagonên bingehîn binav dike, zagona civaka demokratîk, hemwelatiyê azad, an jî zagonekî taybet ku wekî zagonên aştiyê tê naskirin. Ev hemû divê pêk werin, da ku em bikaribin bibêjin entegrasyona demokratîk rastî pêk hat. Ji ber ku entegrasyon ne tenê tê wateya nasîna nasnameya Kurdan û dayîna hin mafan. Di heman demê de, pêwîst e ku dewleta Tirk ji binî ve bi çavçoveyekî nû were sazkirin. Divê têgihiştina hemwelatiyê careke din were pênasekirin. Di heman demê de hemwelatiya dewletê li ser bingeha wekheviyê were damezrandin. Her kes divê, bêyî ku bi netewe an jî fikrên xwe were sînorkirin, di mafê hemwelatiyê de bi azadî cih bigre. Ev jî pêwîst e ku bi awayekî mekazagonî were misoger kirin. Gava ku em li vê mijarê mêze bikin, tê dîtin ku watebûna Komara Tirkiyê di destpêkê de li ser nenasîna Kurdan hat avakirin. Lê îro, heger Kurd bi hebûn, çand, nasname û netewbûna xwe were nasîn, ev yek dê bi xwe re gelek guhertinên bingehîn di dewletê de bîne û bandorek mezin biafirîne. Ji ber vê wateyê û ji ber ku ev guhertin pir kûr û bingehîn in, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku di sedsala duyemîn a komarê de divê komarek nû were avakirin. Ji ber vê yekê jî girîngî û bandora vê qonaxê pir mezin tê dîtin.






