Berîtan Xalid
Jinên Kurd xwedî dîrokeke hêzdar a têkoşînê ne. Di dîrokê de gelek jin hene ku li hemberî neheqî, zordarî, koletî, bêmafiyê serî rakirine û têkoşînek bêhempa dane meşandin. Lê belê ji ber dîrok ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsîn, têkoşîna gelek jinan a dîrokî nehatiye vegotin û nivîsîn.Berovajîkirina dîroka jinan a ji aliyê mêrên serdest ve, hatiye xwestin jin her tim kole bimînin û rastiya xwe nizanibin. Lê hemberî zextan jî her tim berxwedan û serhildana jinan pêk hatiye.Yek ji van serhildanên bi nav û deng, serhildana jinên kedkar a di 8’ê Adarê de ye.
Îro, jinên Kurd bi rihê 8’ê Adarê têkoşîna xwe didomînin careke din nîşan didin ku têkoşîna azadiyê ji her cure zilmê xurttir e. 8’ê Adarê ji bo tevahî jinan li çaraliyê cîhanê tê wateya têkoşîna jinên azadîxwaz li hemberî zordestiyê û desthilatê. Lê ji bo Kurdan, ev roj wateyeke taybet vedihewîne. Ji ber ku jinên Kurd pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) sembola vê têkoşînê ne, hem li hember terora reş a DAÎŞ’ê, hem jî li hember hemû cureyên bindestiyê. Jina Kurd ne tenê di aliyê çekdarî de her wiha di aliyê siyasî û civakî de bû çavkaniya îlhamê. Bi feraseta jina azad, di nava civakê de bûye çavkaniya heqîqetê. Jina Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya neteweyên din, ango ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye hêza îlhamê. Bi feraseta `Jin, Jiyan, Azadî` re ji Rojhilatî Kurdistanê, heta Efganîstanê, li hemberî zordestiyê serî hildaye. Rêber Apo jî di gelek nirxandinên xwe de qîmeteke mezin dide vê rojê , digot ,bi wesîleya vê rojê, di serî de jinên ku di nav êş û azaran de ne û bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne, ji bo hemû jinên welatên me xelata herî hêja ku ez bidim ev e: Deriyekî jiyanê ku karibe hêza azadiyê ya di hemû dîroka xwe de wenda kirine vekim. Ango bi awayekî azad hêviya jiyanê bidim.” Îdeolojiya Rizgariya Jinê ku Rêber Apo bi van gotinan pêşkêşî jinan kir, hêzeke mezin da têkoşîna hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê û rê nîşan da. Sema Yuce, ku li zindana Çanakkale ya li Tirkiye dîl hatibû girtin, Îdeolojiya Rizgariya jinê bi êvîn û kelecaneke mezin pêşwazî kir. Gotinên wê yên ku di nameya berî çalakiya xwe de nivîsandibû aniye ziman, nîşaneya fêmkirina kûr ya Îdeolojiya Rizgariya Jinê ye.
Sema Yuce di vê nameya xwe de wiha digot: “Li ser vî bingehî ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pireke ji agir ya di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji bo ez karibim bibim şagirteke baş ya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdên me, ez dixwazim weke Zekiye bişewitim û weke Rahşan Newrozbûnê bijîm. Weke Berîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser ku xwe gihandin Newrozbûnê, ez jî dixwazim qasî ku karibim li ser şopa wan bimeşim. Ez di wê baweriyê de me ku hêza jinê ya ya serkeftinê heye û jin jî dikare bibe rêhevalek. Ez dixwazim vê baweriya xwe jî bi çalakiyeke resen û bi rûmet tacîdar bikim. Sedema vê jî ew e ku ez dixwazim esîlbûnê ji hemû pênaseyên wê paqij bikim û bi dengekî bilind biqîrim ku esîlbûn nirxekî însanê sade ye ku xeyalên wê mezin in”.
Îro, jinên Kurd bi rihê 8’ê Adarê têkoşîna xwe didomînin û careke din nîşan didin ku têkoşîna azadiyê ji her cure zilmê xurttir e.






