Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YPJ’ê Roja Cîhanî ya Jinan bi domdariya têkoşîna çekdarî û bîrdozî pîroz kirin

08/03/2026
in JIN
A A
YPJ’ê Roja Cîhanî ya Jinan bi domdariya têkoşîna çekdarî û bîrdozî pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Til Temir

Şervanên YPJ’ê di 8’ê Adara îsal de diyar kirin ku têkoşîna jinên beriya sed salan, serîrakirina li hember dîktatoriyê û mafxwestina bo jinan, ji têkoşîna me ya îro ne qut e û ev yek anîn ziman, “Em ê her hebin û 8’ê Adarê bikin roja layiqî hebûn, sekin û bedewiya dilê jinên cîhanê.”

Şoreşa Rojava ya ku mohra xwe bi pêşengtî û Şoreşa Jinê li dinyayê vedaye, bû hêz û îlhama hemû jinên serfiraz û bindest di cîhanê de. Ji stunên bingehên ên ku ev yek cîhanî kiriye; Hêza leşkerî ya jinan YPJ’ê bû. Yekîneyên Parastina Jin ne yên Rojavayî ye, bû ye gerdûnî ku tu artêş bi îdeolojî û hêza jin li ser rûyê erdî nehatiye avakirin.

Îsal bi guhertinên ku di Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de hatine çêkirin re, YPJ’ê xwedî rol û sekna xwe ya zêdetirî 15 salan lîst. Bi boneya 8’ê Adara Îsal Rojnameya me helwest û nameya şervanên YPJ’ê ji bo jinên Kurdistanê û yên cîhanê girt. Di vê derbarê de şervanên bi navê Hêlîn Hemîd Hecî, Roj Serê Kaniyê û Fatma Şedadê Ji Rojnameya me re axivîn.

‘Têkoşîna jina bingeha têkoşîna xwe dibînin’

Hêlîn ji bajarê Dêrikê ye û tevî xwîşk û birayekî xwe di nava hêzên leşkerî de cih digirin û ji sala 2019’an de tevlî hêzên YPJ’ê bûye. Hêlîn di destpêka axaftina xwe de roja 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd û yên cîhanê pêroz kir û wiha pê de çû: “Ev Roja pîroz em bi navê Yekîneyên Parastina Jin li di serî de li hemû jinên Kurd pîroz dikin her wiha li hemû jinên cîhanê yên ku ji bo azadî û mafê xwe têdikoşin pîroz dikin.

Helbet ev roj ne rojekî ji rêzê ye ku em wisa derbas bikin, xwedî dîrokeke ji berxwedanî, têkoşîn û serîrakirinê ye, ji ber wê yekê xwedî derketina li vê rojê divê bi heybet û wetedar be. Bi rastî tişta ku wan jinan kiriye bi serîrakirina li hember dîktatoriya zilam û ya pergalê, di wê demê de têkoşîneke pîroz e. Em ew têkoşîna zêdetirî sed jinî ji xwe re bingeha têkoşîna xwe ya leşkerî dibînin. Ji ber ku serîrakirina li hember iqtîdarê, maf xwestina bo jinan di civakê de, ji têkoşîna me ya roja îro ne qut e. Ya ku di wê demê de dihate kirin bi destê zihniyeta mêr dewletê bû. ji bo guhertina vê yekê ku yek ji mîmarên têkoşîna me ya bêrdozî ye, divê serîrakirina jin hebe, ev yek jî wan jinan beriya sed salan kir.”

‘Em hene û em ê armancên xwe yên hevpar bighînin serî’

Hêlîn di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Em ê vê rojê îsal hîn zêdetir di aliyê cewher û têgihîştinê de, watedartir bikin. Em ê di pêvajoya nû de xwedî li têkoşîn û bedeldayînên YPJ’ê yên 14 salan derkevin. Bi rihê 8’ê Adara ku di Rojhilata Navîn de tenê li Rojavayê Kurdistanê tê geşkirin, em jinên têkoşer, dayik û bi taybet ji jinên kedkar re dibêjin ku em hene û em ê her hebin, di xeta têkoşîna çekdarî û bîrdozî de em ê armancên xwe yên hevpar bighînin serî.”

 ‘Bi têkoşînê wê wekheviya zayendî rastiyek berbiçav be, ne tenê dirûşme be’

Roj ji 2016’an ve tevlî YPJ’ê bûye, nameya xwe ji bo jinên cîhanê di vê rojê de raber kir û wiha anî ziman: “Roja Jinan a Cîhanî ne tenê rojek di salnameyê de ye; ew bîranînek e ji bo ew rêya ku hatiye destpêkirin û rêya ku hîn jî li pêşiya me ye. Tevî pêşketinên girîng, jinên li çaraliyê cîhanê hîn jî bi cudakarî, tundûtûjî û newekheviyê re rû bi rû dimînin. Ev roj derfetek e ji bo bilindkirina dengê jinan û daxwaza guhertinên bingehîn.

Ji ber vê yekê, dema ku em 8’ê Adarê pîroz dikin, divê em ne tenê rêzê li jinên ku rê vekirine bigirin û tenê wan bibîr bînin, lê di heman demê de em bi  hevgirtin û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina pêşerojek nû ku tê de wekheviya zayendî rastiyek berbiçav be, ne tenê dirûşme be.”

‘Parastina nirxên şoreşê Ji erka me ye’

Roj di berdewamiya axaftina xwe de ev bilêv kir: “Bila tu kes nefirikre ku YPJ’ê tenê ji bo jinên Kurd têkoşîn dike. Felsefe û îdeolojiya me li ser bingeha têkoşîna ji bo tevahî jinên cîhanê re ye. Lewra em dibînin çawa ku YPJ’ê bi îdeolojî û hebûna xwe bûye hêzeke jinan ya cîhanî ku tu nimuneyên wê di dîrokê de nehatine dîtin. Em ji gelê xwe re dibêjin, çawa ku me ev têkoşîn dest pê kir û kir cîhanî, em ê di xwedîderketina li nirxên Şoreşa Jin de, her hêza parastinê bin.”

Her wiha Fatma Şedadê ku ji pêkhateya Ereb e di 2021’an de tevlî YPJ’ê bûye wiha got: “Em hêza YPJ’ê ne, hêza ku di dîrokê de navê xwe nivîsandiye û di dilê DAIŞ û komên terorê de tirsa herî mezin avakiriye. Bi hatina roja 8’ê Adarê re em dibêjin ku çawa me xwe mezin kir û navê YPJ’ê gihîşt astên navnetewî û cîhanî, em ê her hebin û 8’ê Adarê bikin roja leyiqî hebûn, sekin û bedewiya dilê jinên cîhanê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.