Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Hemû jinên Rojava HPC-Jin in’

08/03/2026
in JIN
A A
 ‘Hemû jinên Rojava HPC-Jin in’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Rêvebera HPC-Jin ya kantona Cizîrê Minawer Yusif da zanîn ku bi seferberiyê re HPC-Jin bi ruhê parastina civakê tevgeriya û got, “Di vê pêvajoyê de me dît ku hemû jinên Rojava HPC-Jin in hemû bi erkên xwe yên welatparêziyê bê dudilî rabûn û çavên dijmin şikandin.”

Ji hêzên bingehîn yên ku li ser bingeha parastina civakê ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin, Hêzên Parastina Civakê HPC bû. HPC xwediyê kedeke mezin di xeta parastina leşkerî û civakî de ye. Li ser bingeha paradîgmeya Rêber Apo yek û parastin ji kesayet û komunê dest pê dike, HPC’ê xwe birêxistin kir û bû hêzeke bingehîn ji hemû hêzên leşkerî yên ku hatine avakirin. di demeke ku qet hêzên leşkerî nehatibû avakirin, HPC û HPC- Jin li seranserî Rojavayê Kurdistanê hate birêxistinkirin.

Di seferberiya ku hatiye îlankirin de ji bo parastina destkeftî û xaka Rojavayê Kurdistanê, HPC û HPC-Jin bi rihê seferberiyê tevlî pêvajoyê bûn, girêdayî vê yekê Rêvebera HPC-Jin ya kantona Cizîrê Minewer Yusêf ji Rojnameya me re axivî.

Minewer di destpêkê de bal kişand ser rewşa ku hatiye derketin û wiha pê de çû: “Ev ne cara yekemîne ku dijmin berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û projeya Rêveberiya Xweser hedef digre. Bi îlankirina seferberiya ku hatiye ragihandin re, hemû gelê Kurd li Rojava û derveyî Rojava daketin qadan da ku ev destleftî û xak bê parastin. Li ser wî bingehê em jî HPC û HPC- jin seferber bûn û li kêlek şervan û gelê xwe parastina gel kirin.”

Bi seferberiyê re HPC-Jin bi ruhê parastina civakê tevgeriya

Minewer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola HPC-Jin di parstinê de û wiha got: “HPC-Jin li gorî tecrûbe û xebatên ku ji destpêka Şoreşê ve dide meşandin bi îlankirina rewşa awerte û seferberiyê re, bi awayekî rêxistinkirî cihê xwe girtin û dest bi xebatê parastinê kirin. Helbet xebatê parastinê tu carî nehatiye rawestandin lê belê di vê çarçoveyê de birêxistinkirina civakê erka me ya sereke ye ku em hemû gel li gorî ruhê seferberiyê birêxistin bikin.

Tîmên me yên xweser hene di vê rewşê de hemû tîmên me yên jin dest bi parstinê kirin ji taxan bigre heyanî ber bi parastina hemû sînoran ve. Jinên HPC’ê li ser bendên parastinê di nava bajaran de sekinîn. Herwiha çalakiyên moralê di nava gel de lidarxistin ku bandora xwe li ser manewiyeta gel kir. Di heman demê de HPC-Jin li kêlek xebatên xwe yên parastinê xwerin jî ji şervanên xwe re amade dikirin. Her kes li cihê ku lê erka xweparastinê bicih anî. Bi tayet jinên di civakê de gelek bi awayekî aktîv tevlî vê seferberiyê û parsinê bûn. ev yek jî diyar dike ku jin çiqas bi helwesta parastina axa xwe ve girêdayî ye û vê yekê weke erkekî xwe yê bingehîn dibîne.”

‘Em her kesî vedixwînin ku binin HPC’

Minewer di axaftina xwe da zanîn ku dijmin ji hêza jin ya parastinê ditirse û hesaban jê re dike û wiha anî ziman: “Dijmin hesaban ji jinê re dike, bi taybet ji jinên ku xwebirêxistin kirine li hember her cure êriş û gefan çi leşkerî û pratîkî dibe çi jî bîrdozî dibe. Di vê pêvajiyê de me dît ku hemû jinên me yên Rojava HPC-Jin in hemû bi erkên xwe yên welatparêziyê bê dudilî rabûn û cavên dijmin şikandin. Ji vir û niha de em her kesî vedixwînin ku tevlî Hêzên Parastina Civakî bibe, ji ber parastin ji parstina civakê destpê dibe da ku em eniyê şer û axa xwe ya pîroz biparêzin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.