Solîn Mihemed/ Qamişlo
Jinên Qamişlo ji bo 8’ê Adarê diyar kirin ku rojeke serkeftinê ya hemû jinên Cîhanê ye û wiha gotin,” Em vê rojê li hemû jinan pîroz dikin”
Roja 8’ ê Adarê ya jinên kedkarê Cîhanê bi bûyereke biêş ya şewtandina jinan re dest pê kir û piştire bi berxwedan û serkeftina gelê Kurd bû rojeke pîroz ji hemû jinên cîhanê re. Ji wê rojê û heta roja îro jinan dev ji tekoşîna xwe bernedan. Piştî derketina fikira Rêber Apo ku giranî da azadiya jinan da ku jin jî xwe îsbat bike ku ew jî xwedî îrade û hêz e û dikare di hemû qadên jiyanê de xebata xwe bimeşîne. Ji roja fikira Rêber Apo re heya roja îro jinan cihê xwe di hemû qadên civakê de girtin, xwe dan xuyakirin û herwiha ev roja 8’ ê Adarê pîroz kirin.
Di derbarê mijarê de endama Kongra Star ya Xerbî Ezîza Elî û endama komîna şehîd Adil ya taxa Kornîş Nafiya Betal ji Rojnameya me re axivîn.
‘Roja 8’ê Adarê ji hemû jinan re rojeke pîroze’
Ezîza Elî diyar kir ku roja 8’ê Adarê ji hemû jinan re rojeke pîroze û wiha got:”Roja 8’ ê Adarê em weke jin her sal vê rojê pîroz dikin. Ev roja 8’ ê Adarê roja tevahî jinane bi teyîbet jinên Kurd ku heya roja îro xwe didin xuyakirin û vê cejinê pîroz dikin. Ji xwe roja 8’ê Adarê ji bo jinan gelek pîroz e, ji ber ku nasnameya wê a xwezayî derket holê û li hember zilm û newekheviyê tekoşîn kir. Herwiha Jin heya roja îro cihê xwe di tevahî sazî, rêxistin û tevgeran de girt û li hember baviksalariyê xwe dane xuyakirin ku jin jî dikare li hember her tiştî hêza xwe bide xuyakirin.”

‘Em wek jin di roja 8’ê Adarê de cejina xwe pîroz dikin’
Nafiya Betal da destnîşan kirin ku ew wek jin cejina xwe di roja 8’ê Adarê de pîroz dikin û wiha got:” Ev roja 8’ ê Adarê sembola têkoşîna jinan a ji destpêka tevgera neteweyî heta roja me ya îro ye. Em vê rojê bi tayîbet li hemû jinan pîroz dikin ji ber ku ev roj roja serkeftinê ya jinan e. Ev roj ji bo me û li tevahî cîhanê roja serhildana jinan e. Ji roja 8’ê Adarê ve heya roja îro jinan gelek gavên girîng di riya azadiya xwe de avêtin e û wê hîna jî bavêjin.”
‘Kes nikare roja me ya 8’ ê Adarê reş bike’
Nafiya di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser helwestê xwe û wiha got:” Helwesta me ji bo roja 8’ ê Adarê ew e ku em wek jinê Kurd her tim li ber xwe bidin û li ser xwe bisekinin da ku rola jinê di civakê de neyê windakirin. Îro roj jinên Kurd di hemû qadên cîhanê de xwe daye xuyakirin. Ji ber vê îro kesek nikare rola jinê di civakê de ji me bistîne û herwiha kes nikare roja me ya 8’ê Adarê reş bike, em ê her sal di vê rojê de cejina xwe pîroz bikin.”






