Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêvebera Navenda Jineolojî ya bajarê Dêrikê Sîham Daûd diyar kir ku roja 8’ê Adarê roja sembola cîhanî ya jina ku li dijî zilim û zorê û zihniyeta baviksalarî têkoşîn kiriye. Îro jî bi hezaran jin wê têkoşînê berdewam dikin û mohra xwe li dîrokê dixin.
Di derbarî roja 8’ê Adarê û rola jinê di destûra sûrî de Rêvebera Navenda Jinolojî li bajarê Dêrikê Sîham Daûd bersiva pirsên rojnameya me dan, hevpeyvîn wiha bû:

-Girîngî û wateya 8’ê Adarê ji bo jinan çiye?
Di serî de em tevahî jinên cîhanê yên kedkar û têkoşer di vê rojê de bibîr tînin, 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinên kedkare, ev roj bi têkoşîneke mezin a jinan di tevahî qadên cîhanê de bidest xistin. 8’ê Adarê xwedî wateyeke girînge ji ber ku di hundirê xwe de tevahî nirxên jinên azad bi xwe re tîne, jina ku li hemberî zilim û zorê tucarî serê xwe netewandiye û têkoşîneke bê hempa kiriye. Em jî wek jineolojî mîrasa tevahî jinên cîhanê wek mîraseyeke xwe dibînin û di nav de jî mîrasa jina kurd a ku zêdetirî 40 saliye ku bi riya tevgera azadiya kurdistanê him hebûna jin him jî nasnameya jina azad afirandiye, heya roja îro jî wê ev têkoşîn berdewam bike ji bo azadiya civakê û ya jinan. Wek jineolojî em xwe dispêrin mêraseyên tevahî jinên cîhanê yên kedkar û berxwedêr.
-Jina azad karîbû heya astekî roleke erênî bilîze di nav civakê de, îro jî dikare çiqasî rola xwe di vê pêvajoyê de bilîza a ku herêm têre derbas dibe?
Ev pêvajo tevahî Rojhilata Navîn têre derbas dibe û bi taybet Rojavayê Kurdistanê piştî 6’ê Çileya 2026’an êrişê ku li ser pirojeya Netewa Demokratîk pêk hat. Ev êriş di cewherê xwe de li ser nirxê jinan bû ku ev şoreş dane ava kirin, jina ku di destpêka vê şoreşê de daket qadan û tevlî tevahî qadan bû. Di heman demê de hebûn û îradeya xwe bi hêzekî mezin di van qadan de da meşandin û ji civakê re jî da qebûl kirin. Dema em bal bikşînin li ser hebûna jina kurd di milê leşkerî de ku çawa bi sekin û îradeya xwe hebûna xwe isbat kir, lewma hat dîtin êrişa hovane a ku li ser jina têkoşer şehîd Denîz li Helebê hatî meşandin, ev yek bi xwe mesajek bû ji bo tevahî jinên şoreşger ku her jina serê xwe hilbide li beramberî destehilatdarî û zordariyê wê ev êriş li ser wan were meşandin.
Ev kiryar hemû êrişên li ser nirxên jinane, lê jinan bi hêzekî mezintir daketin qadan û bang kirin ku wê bi keziyên azad welatekî azad ava bikin û li seranserî welatê xwe bi keziyên azad dorpêç bikin. Ji ber vê yekê tu kes nikare dest bavêje hebûn, nasname, nirxên jinê, her wiha bi banga seferberiyê re ya ku li Rojava hatî ragihandin yekemîn ên ku daketin qadan jin bûn û di hemû alanan de xebat kirin û li beramberî cûreyên tundiyê yên ku êriş li ser nirxên jinan dikin, jinan helwesta xwe nîşan dan û bang kirin ku heya dawiyê wê li qadan bûn û têkoşîna xwe bilind bikin û hebûna xwe biparêzin. Dema ku jin li kêlek şervanên xwe sekinîn û xwe bi çek û rexit kirin û biryar dan ku tax û welatê xwe biparêzin ev yek bersiva hemû cûreyên tundiyê dan.
– Piştî evqas sal ji têkoşîn û berxwedaniya jina kurd a ku cîhanê jê re şahidiyê dike, hikumeta demkî bi tu awayî hebûna jinê qebûl nake, hevsengiya jinê çiqasî girînge da ku karibe mafê xwe di destûra sûrî de bi dest bixe?
Ev yek bi serê xwe mijara têkoşînê ye, êdî gavên di şûnde tuneye. Jinên ku evqas sal berdêlin pir mezin dan heya ku gihiştine aste şehadetê û gelek hevalên me di asta rêveberiyê de bûn û bûn qurbanî ji bo azadiya jinê. Êdî tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê heya astekî biryara paş de vegerê nîne dan û wê asta têkoşîna xwe bilind bikin. HTŞ’ê herkes dizane hişmendiya wê li ser islamekî radîkal hatiye avakirin, ku jinê tenê wek amûrekî ji bo anîna zarokan û karê malê dibîne. Beramberî vê zihniyetê jinên kurd tecrubeya wan heye û pêwîste em bi riya rê û rêbazên bi hêztir têkoşînê bikin da ku em sîstema xwe bi hikumetê bidin qebûl kirin. Ji bo 8’ê Adarê jî silogana me ew e ku ‘Em ê bi jina azad destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin’ hemû jinên kurd vê siloganê esas digrin.
Peyama we bi boneya 8’ê Adarê ji bo giştî jinan çiye?
Ji bo tevahî jinên cîhanê û jinên Rojavayê Kurdistanê dibêjin bi banga ‘Jin Jiyan Azadî’ tevlî jiyanê bibin, pêwîste em baş bizanin ku êşên jinan li tevahî cîhanê yekin. Ji ber vê yekê çareserî jî ew e ku jin hemû li kêlek hev bisekinin û bidestê hev bigrin û bi hêzekî mezintir bibin hêza guhertin û veguhertinê di civakê de û li beramberî hişmendiya baviksalarî ya ku hebûna jinê qebûl nakin bisekinin.






