Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya roja 8’ê Adarê PYD’ê şevbuhêrkek hunerî lidar xist

07/03/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Bi boneya roja 8’ê Adarê PYD’ê şevbuhêrkek hunerî lidar xist
Share on FacebookShare on Twitter

 Solîn Mihemed/ Qamişlo

Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi boneya roja 8’ê Adarê li bajarê Qamişlo şevbuhêrkeke hunerî lidar xist.

 Bi boneya roja 8’ê Adarê meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li navenda xwe yê bajarê Qamişlo şevbuhêrkeke hunerî lidar xist. Di çalakiyê de rêxistinên civaka sivîl yên Cizîrê, sazî û rêxistinên jinan û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hazir bûn.

Di destpêka çalakiyê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawestandin.

Piştire li ser navê Rêvebera Meclisa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Netawî Gimgîn axivî û wiha got: “Em roja 8’ ê Adarê li tevahî jinên Cîhanê û herwiha li hemû jinên azadîxwaz û jinên têkoşer yên di hemû qadan de tekoşînê dikin em wan pîroz dikin. Roja 8’ê Adarê bi têkoşîneke mezin ya jinan hatiye kirin. Îro bi hezaran jin şehîd ketin, herwiha bi hezaran jin jî berxwedanî dan. Dema ku em silogana Jin, Jiyan, Azadî dibêjin ne tenê gotineke ku em dibêjin lê belê serbildahiyeke ji bo hemû jinan. Eger îro pirsgirêka gelê Kurd û pirisgirêka jinê çareser nebê tu carî pirisgirêka Rojhilata Navîn çareser nebê. Eger hemû jin destê hev negirin û yekîtiyên xwe çênekin û herwiha rêxistinên xwe ava nekin nikarin li hembrî vê sîstema hovane ya ku bi hezarên salan li ser jinê tên e meşandin werin rakin. Ji bo vê gereke jin her tim xwe bidin xuyakirin ku hene wê hebin û wê li heberî her tiştên ku li ser wan tê kirin rabin.”

Piştî axaftinê stiranên kevneşopî yên dema berê ji aliyê Nebîha Mihemed, Sînem Şawîş û Yadê Suad ve hatin pêşkêş kirin. Piştire jî sinvziyonek di derbarê çalakiyên meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê de hat pêşkêşkirin.

Di dawiya şevbuhêrkê de bi siloganên “Jin, Jiyan, Azadî û Bê Serok Jiyan Nabe” hat bidawîkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.