Leyla Amûdê
Ez di serî de roja jinên kedkarên cîhanê ji tevahî jinên, şoreşger, azadîxwaz û kedkar pîroz dikim û banga hevgirtin yekitî û rêxistin kirinê; li tevahî jin û civakê dikim û nexasim jî jinên Kurd, weke ku têye zanîn 200 sale ku em weke jin û netew dibin, gefên înkar kirin û kom kujiyan dene. Û 30 sale ku em weke zayend û mirovahî dibin, gefa çeka zilamê kujer û kastîk dene û hîna jî ew gef û çek hejandina; zilamê kujerê kastîk ê ku bûye dewlet netewde ne û hîna jî em rû bi rûyê her, cure zilim û zordariyê tên.
Jin gelek welat ango hereman rastê lêdan, destdirêjiyê , girtin û komkujiyan tên. Yên ku vî dikejî carekedin zilame, bav, bira, xal, ap, hevjîn û evîndarê wê ye; zilamê kujerê kastîk qet nizane hezbike û ger hezbike jî wê ji, bedena jinê be ne ji fikir, ruh, hestê wê be û kengî dema zilam hedefa xwe bidest xist, jî ew jin dibe fahîşe, Yan jî jineke din têye ser wê û têye berdan, yan jî rojane lêdanê dixwe, dijun jêre tên û ger ku ne bû jî, têye kuştin; dibin navê ku wê xwe kuşt û ger xwe bikuje jî hezar tuhmet li ser têne kirin.
30 hezar sale ku rewşa jinê wiha ye û hîna jî berdewam dike, jinên Şengalê ku di sala 2014 an de destdirêjî li ser bajar, gund, mal û bedena wan; hate kirin îro careke din dibin gefan dene. Jinên Rojava yê Kurdistanê ku di sala 2011 an de li her deverê, rabûn ser piyan û pêşengtî ji şoreşa Rojava re kirin û di sala 2012 de jî xwe; birêxistin kirin û yekîneyên xwe teşkîl kirin û ji şoreşê re, bûn pêşeng û serkêş careke din îro dibin gefan dene. Ew jinên weke Zehra Penaber, Hêvîdar Dêrik, Ruken, Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê, Avesta Xabûr.
Heyanî Barîn Kobanê, Peyman, Zelal, Lîman, Bêrîvanan û bi sedan jinên çeleng û fermandarên weke; Jiyan Tolhildan, Şervîn şerdar, Roj Xabûr ku weke şêre jinan. Li meydanên şer her weke lehengan serî hildidan û tirs, dixistin dilê neyar û dijminan de. Îro jî careke din dibin gefê kujerên kastîk de keda wan ji nedîtî ve tê, dîtin û weke pêşeng û fermandar tên înkar kirin. Û li Efganistanê piştî ewqase şer, tundî û berxwedan careke din, pergala zilamên kujer û kastîk zagonên tundrew dertînin û lêdana zilam ya li ser jin û zarokan rewa dike û ev jî hovitiya vî zemaniye.
Jixwe her zilam bi rengekî pir têrker li hevjîn, keç, xwişk û dayika xwe jî dide; naxwe zagon kirina wê çi gereke? Tekez ew zagona serbest kirina lêdana li ser jin û zarokan jî hedefa xwe, ku zilaman hîn zêdetir mafdar bikin ku li jinan bidin û wan bigirin bin pençê xwe de. Û ew biryar jî bi armanca ku tu kes bertekê, raber neke û weke biryara dewletê bigire dest û zilaman; mafdar bikin ku tundiyê li ser jin û zarokan pêkbînin. Û her wiha ji bo ku zilamên lêdanê nekin, jî fêrî lêdanê bibin û welat wergere weke daristana sewalan, ku weke em hemû jî dizanin dinava daristanê de, sewalê mezin û bihêz sewalê biçûk û bêparastin tune dike.
Ez bi xwe vê zagona li Efganistanê weke hovitiya, reş ya sedsala 21 ê dibînim û wê hovitîya wan tenê, bi Efganistanê re sînordar nemîne. Û weke ku em hemû jî dizanin ku çavkaniya hêzên, çete û hovên tundrew jî tevgera Talîbane û zagonên ku îro ji cem Talîban; derkevin jî wê ji bo hemû çeteyan û hêzên reşkuj bibe û pîvan û rêgez. Û wê xeteriyên mezin li ser jin, zarok û hemû mirovahiyê werin, çêkirin û weke ku pir zelal diyar dibe hêzên navendî û sermayeparêz; ketine hewildana ku hêzên tundrew, reşkuj û çete li ser gelan hakim bikin.
Û ev jî bi xwe re xeteriyeke pir mezin tîne holê û di serî de, pêdiviya jinan û pêdiviya hemû civakê bi yekitî û rêxistineke pir xurt heye; ji bo ku dawiyê li hemû curên şer û tundiyê, bînin û gerek were zanîn ku ji bilî vê çareyê tu çareyeke din tuneye. Gerek jin hemû hevdû bigirin û têkoşîna xwe ya li hemberî, hovitî, tundrewî û dirinde bûna zilamê kestîk têkoşîn bikin. Û gerek hêza jinê ya ronahî bûyî hêza çete ya tarî û reşkuj, bibin bixe û serkeftinê ji jin û mirovahiyê re; pêkan bike û weke ku her kes dibîne jinên ku xwe bi fikir û felsefa, Rêber Apo xwe zana û biçek kirine.
Ji bo ku em karibin tola Deniz, Rojbîn, Sîdar, Gerîla û bi dehan jinên weke wan rakin. Wê berhema şoreşa jinê şoreşa Rojava biparêzin û xwedî li keda jinên, qehreman derkevin û bi serkeftinê tacîdar bikin. Weke jinên Apoyî me sozdaye ku emê li keda Rêberê xwe, Abdullah Ocalan xwedî derkevin û em sozdidin ku em ê azadiya jin û civakê; pêkan bikin û emê azadiya fîzîkî a Rêber Apo bi ked û têkoşîna xwe û ya bi hezaran jinan, misoger bikin. Û em weke jin tekez em ê ji hemû zalim, mustebid û kedxwaran re bidin îsbat kirin ku emê tola; hevalên xwe yên qehreman rakin.
Ew jinên weke Rosa Luksemburg, Sara Dêrsim, Rojbîn Ereb, Fatma, Pakîze, Sêvê, Evîn Goyî, Leyla, Jîna Emînî û Rojbînan; ji neyaran rakin û emê bi hêza yekitî û rêxistina, xwe ya çaxdaş zilma wan kedxwaran têkbibin. Em sozdidin ku em ê bi hemû hêza xwe ji bo azadî, wekhevî û aşîtiyê têkoşîn bikin û di serî de; jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Ez azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di, serê hemû azadiyan de dibînim. Û ez dubare tekez dikim û dibêjim: Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşeng û feylesofê hemdemî yê Cîhanê; azadiya hemû beşên civakê ye.
di serî de azadiya jinê jî digire, nava xwe û dibe temîneta azadiya hemû mirovahiyê. Û weke ku em hemû jî dizanin 53 sale ku, Rêber Apo ji bo cîhaneke bê şer, tundî, koletî û zordarî têkoşîn dike û cardin jî dibêje: Ez ji her demê zêdetir ji çareseriyê re hazirim û rojane lêhurbûn û fikrên, xwe bi hemû azadî parve dike û her kesî dawetî xeta çareseriya; aşîtî û civaka demokratîk dike. Em jî hemû kesên ku ji azadî, wekhevî, aşîtî û ji pêşengê wê Rêber Apo hezdikin û emê canê xwe ji bo wan feda bikin. Careke din û di serî de vê roja têkoşîna azadiyê roja jinên kedkarên, Cîhanê li Rêberê Rêberan û feylesufê xeta azadiyê li Rêber Apo pîroz dikim.
Ez vê roja kedkarên jin ên cîhanê dubare li hemû, jin, ciwan û hemû beşên civakê yên azadîxwaz pîroz dikim û dibêjim: Ev roja bi wate û giranbiha li hemû kedkarên cîhanê jî pîroz be û gerek, mêr jî xwe diber vê rojê de peywirdar bibînin û hemû xwe bikin yek; li hemberî şer, tundî û desthilatdariyê ji bo ku, em cîhaneke wekhev, demokratîk û aştiyane çêbikin û diyarî jin û mirovahiyê bikin.






