Stêrk Mihemed
8’ê Adarê roja jinan ya cîhanî ji Newyorkê destpêkir û li cîhanê di encama têkoşîna tevahî jinan de hate pîrozkirin û niha jî di 2026’an de jî bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî li tevahiya cîhanê olan dide.
Di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê Newyorkê jinên ku di kargehê de kar dikirin ji ber daxwaza mafê xwe bi guman di kargehê de hatin şewtandin. Herwiha piştî têkoşîn û berdêleke mezin ev roj bû “Roja Jinan ya Cîhanê” roja jinan ya cîhanê fermî bûye, lê heya niha jî maf û keda jinê tê xwarin li hember vê yekê jî têkoşînek mezin tê meşandin.
Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê
Li gorî danasa Ewrûpayê di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê Newyorkê 40 hezar karkerên ku di sazgeh û fabrîkayan de dixebitîn, ji bo şermezarkirina zagonên kar, bidestxistina maf, wekhevî û edaletê dest bi çalakiya gravê kirin. Di fabrîkayê de bi awayekî gumanbarî şewat rû dide û di encama şewatê de 129 jin jiyana xwe ji dest didin. Li ser vê bûyerê di sala 1889’an de ji hêla Clara Zetkîn ve bi navê “Ji bo Rizgariya Jinan” pêşniyarek hate amadekirin û pêşkêşê kongreya ku li Parîsê hatiye lidarxistin kirine. Di kongreyê de xala ku ji bo “maf û azadiya jinan” hatiye redkirin, di kongreyê de bangewazî li jinan hatiye kirin ku tevlî têkoşîna çînê bibin.
Çalakvanên jin li dijî vê biryara kongreyê serî hildan û daketine kolanan, her roj têkoşînên ji bo “maf û azadiya jinan” gurtir dibûn. Di 26-27’ê meha Tebaxa 1910’an de dîsa ji hêla Clara Zetkîn ve pêşniyarek li ser Maf û azadiya Jinan ên Aborî, Siyasî, Çandî û Civakî ve her sal rojekê were pîrozkirin hate amadekirin û pêşkêşê 2’emîn Konferansa jinên Sosyalîst ên Kopenhagê hate kirin. Li ser wê pêşniyarê komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 8’ê Adarê weke “Roja Jinan ya Cîhanê” pênase û îlan kirin. Ji wê rojê û hetanî îro 8’ê Adarê “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” ye û li her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê bi çalakiyên cûr bi cûr tê pîrozkirin.
Ne tenê li kargeha Newyorkê keda jinê tê xwarin, lê li wê derê bi nav bû
Berî bûyera ku di sala 1857’an de li bajarê Newyorkê di kargehekê de ku maf û keda jinê were xwarin bi sed salan berî wê mafê jiyanê û biryarê ya jinê ji aliyê mêrên zayendperest ve hatiye xwarin heye. Dibêjin 129 jin bi guman di kargeha de hatin şewitandin gelo şewtandinek bi guman bû anjî ji bo li ser bûyerê were tebsandin û hesab ji mêrsalar neyê xwastin bû? Tenê ji ber ku jinê mafê xwe ya rawa xwast rastî kuştin û şewtandinê hatin. Herwiha ew jinên ku du kargehê de kar dikin ji mêran zêdetir ked didan û kar dikirin, lê bûcê wan ji ya mêr kêmtir bû. Dema ku van jinan ev neheqî red kir û daxwaza mafê xwe kirin rastî kiryaran hatin. Lê li beramberî wê çiqas agirê di kargehê de bi bedena jinê gir bû, ewqas jî têkoşîn jinê ji bo gihaştina maf û azadiya xwe girtir bû.
Berhema têkoşîna jinan
Ji sedê salan ve û haya roja me ya îro têkoşîna jinan li hember zihniyata mêr a zayendperest didome. Di heman demê 8’ê Adarê ne tenê berhema jinên ku di kargeha li bajarê Newyorkê de bû, lê belê encama ked, êş, qurbaniya hişmendiya mêrperestî û têkoşîna tevahî jinên cîhanê bû. Di wê demê de û haya roja me ya îro 8’ê Adarê li seranserî cîhanê tê pîrozkirin. Têkoşîn û berxwedaniya jinan ji bo gihaştina azadî û mafê xwe heya vê kêliyê berdewam dike. Êrişên herî mezin di vê demê de li ser nasnameya jinan tê kirin, zihniyata bi sed salên borî ya mêr nehatiye guhertin, lê belê nav û maskeyên xwe guhertine. Dixwazin dîsa û careke din vîna jinê têkbibin û kole bikin. Sala 2025’an weke sala kuştina jinan li tevahî cîhanê hate binavkirin, lê li beramberî wê jî berxwedan û têkoşîna jinan mezintir dibe. Jin ne tenê li beramberî hişmendiya mêr li têkoşîn dike, lê belê li hember dijmin ji bo parastina weletê xwe di çeperan de şer dike û bi taybe jina Kurd ev yek jî li Rojavayê Kurdistanê tê xuyakirin.
Di vê sale de 8’ Adarê cûda ye
8’ê Adarê roja tevahî jinên kedkar, dayîk, siyasetmedar, şervan, memoste û rojnemevan ku para wê di têkoşîna li hember zihniyeta mêrsalar de heye ye. Îro û bi taybet di vê salê de 8’ê Adarê gelek cûda ye ji ber ku ev sal bi hewaldana kolekirina jinê û li hember wê berxwedaniya jin tijî bû, mînaka herî mezin jî Rojavayê Kurdistanê ye, çawa ku di milekê de dewleta Tirk, HTŞ û komên çeteyan yên cuda dixwazin rol, ked û pêşengiya jinê ku di Şoreşa Rojava de daye pêş binpêbikin. Herwiha dixwazin ku hebûna hêza jinê YPJ’ê di ware leşkerî de asteng dikin û hêvî dikin ku tune bikin. Li hember vê hişmendiya jinên Rojava û hêza wê YPJ’ê têkoşîn û xebateke pîroz dan meşandin. Jinên Kurd yên li Rojava ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd têkoşîn dikin, lê belê ji bo tevahî jinên ku dibin qurbaniya zihniyeta mêr a paşverû têkoşîn dikin.






