Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PAJK: Em 8ˊê Adarê li hemû jinan pîroz dikin û banga xwebirêxistinê û yekkbûnê dikin

06/03/2026
in JIN
A A
‘Bi şoreşê wê têkoşîna jinan bi ser bikeve’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Koordînasyona PAJKˊê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8 Adarê) daxuyaniyek da û got: ” Bi boneya 8’ê Adarê, em her kesî vedixwînin ku tevlî têkoşîna xweşik-kirin, afirandin û azadkirina şoreşa jinan bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina aştiyê û avakirina jiyanek azad li dijî pergala serdest a mêran ku di vê serdemê de bûye bela li serê mirovahiyê, li dijî xeta şer, tundûtûjî û mirinê, xwe birêxistin bikin û bibin yek.”

Daxuyanî wiha ye:

“Berî her tiştî, em 8’ê Adarê ya Rêberê xwe pîroz dikin ku bi îdeolojiya rizgariya jinan re jinên kurd kirin xwedî bîrdozî û zanebûn, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk jin weke hêza pêşenga ya veguhertîna civakê hêz û rol da jinan. Her wiha em 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li hemû jinên şoreşger û jinên azadîxwaz, hemû jinên ku di ber têkoşînê de ked didin, rêhevalên û gelê xwe pîroz dikin.

Roja 8’Adarê, roja ku hemû jin di têkoşîna azadiyê de bûne sembol e. Lê di kûrahiya hemû dîrok û deman de bi eksanan nirxên jinan hatiye hûnandin. Têkoşîna jinan û têkoşîna azadiya jinan ya hezar salan, bi nirxên jiyanê yên komînal û weke çanda xwe ya berxwedanê bûne hêza afirandinê ya dîrokê. Em jî di wê îdayê de ne ku ev nirxên ku di vê erdnîgariyê de hatine avakirin, têkoşîna azadî, edalet û wekeheviyê bi paradigmaya azadîxwaziya jinê ji nû ve rojaneyî bikin. Di têkoşîna me ya 50 salî de ev nirx û pîvanên azadiyê ji çiyayan ber bi bajaran bûne nirxên herî bingehîn ên civakê diguherîne û vediguherîne.

Felsefeya JIN JIYAN AZADÎ ku ji çiyayên Kurdistanê ber bi Rojava û belavî hemû Rojhilat bûye îfadeya vê têkoşîn, denehev û hêza rêxistinbûna jinan e. Ev felsefeya azadiyê weke şoreşa jinan di roja me ya îro de benden bûye. Dîsa şoreşa me şoraşa pozîtîf e, şoreşa gulê ye, şoraşa afirandina azadiyê û ya nû ye. Şoreşa ku mafên xwe rêxistin dike, jiyan dike û têkoşîn dike ye. Şoreşa ku zilam diguherîne û qûtbûna radikal a ji sîstema zilamê desthilatdar e.

Bi boneya hemleya “NIHA DEMA JINÊ YE” ku Koordînasyona KJK’ê ragihand tam jî di demek wiha de xwedî wateyek pir girîng e. Xwedî îfadeya afirandina dema jinê ye û veguhertina dîroka serdestiya zilam ya ku jinê tine dihesîbine, hatiye kolekirin, di aliyê fizîkî û ruhî de di komkujiyan re derbas kiriye. Jina ku hêza bingehîn a civakbûn û komînalîteyê ye, bi şiyara “Niha Dema Jinê ye” ji kastîk katilê civakî ku yê tinekar hesap bixwaze. Riya ji rizgirbûna koletiyê, şer, komkûjî û êşa pergala kaptalîst tevahî cîhan û mirovahî xistiye nav bi înşaya jiyanek nû re derbas dibe. Têkoşîna ku bi dehan sala ye me daye meşandin û ezmûnên me yên şênber ev hêz, danehev û îda ava kiriye. Serdema nû ya ku bi banga Aştî û Civaka Demokratî re hat destpêkirin veguherînin dema jinan û li ser bingehê feraseta şoreşa pozîtîf dê avabûna înşayê pêk were.

Salek li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ku Rêberê azad ê jinan e derbas bû. Pêdiviyên vê bangê ji aliyê tevgera me ve bi baldarî hatine nirxandin û bicîh anîn. Wekî Tevgara Azadiyê jin, li ser bingehê perpirsyariyên vê pêvajoyê me nêzîkatiyek esas girt. Ji vir û şûn de divê ya ku dikeve ser milê dewletê pêkbîne û ji bo ku Rêber Apo bikare azad bixebite û bijî derfetan ava bike. Azadiya Rêber Apo yê ku muxataba vê pêvajoya û muzekerevanê me yê sereke ye, ji bo me jinên kurd a herî esasî ye. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e. Heta ku Rêber Apo negihe xwedî derfetên jiyan û xebatên azad, mafê hêviyê nekeve dewreyê, ev pêvajo nikare berdewam bike, pêvajoya nû ya ku eksane siyaseta demokartîk pêk nayê. Vê pêvajoyê encex Rêbertiya me bi rê ve bibe û pratîkî bike. Ji ber vê yekê em dubare diyar dikin ku, divê ev 8’ ê Adarê bibe 8’ê Adara ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji hêla hemû jinan ve bi awayekî herî bi hêz were qîrkirin û referandûmekê.

Bi boneya 8’ê Adarê, em her kesî vedixwînin ku tevlî têkoşîna xweşik-kirin, afirandin û azadkirina şoreşa jinan bibin. Îro hewl tê dayîn ku hovîtiya şer li ser tevahiya cîhanê, bi taybetî li ser Rojhilata Navîn ferz bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina aştiyê û avakirina jiyanek azad li dijî pergala serdest a mêran ku di vê serdemê de bûye bela li serê mirovahiyê, li dijî xeta şer, tundûtûjî û mirinê, xwe birêxistin bikin û bibin yek.

Di vê 8’ê Adarê de, em nameya ku Rêbertiya me ji Tevgera me ya Jinê re nivîsandiye û perspektîfên wî yên li ser azadiyê wek diyariyek pêşkêşî hemû jinan dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.