Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêxistinên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo 8’ê Adarê peyamek dan

06/03/2026
in JIN
A A
Rêxistinên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo 8’ê Adarê peyamek dan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Saziyên Jinan yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 8’ê Adarê peyamek da û gotin: “Tevlîbûna jinan ya di xwepêşandanên sivîl, çalakiyên siyasî û avaniyên sivîl de piştrast dike ku jin rêveber û pêşengên siberojê ne.”

Saziya jinan yên Rojhilatê Kurdistanê bi navê Rêxistina Komeleya Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Asaoya Jinên Kurd-Rêxistina Jinên Komele, Rêxistina Azadî ya Jinên Kurdistanê (NÎNA), Yekîtiya Jinên Demokratîk ya Kurdistanê-Îran û Rêxistina Afretan ya Xebata Kurdistana Îranê bi boneya 8’ê Adarê peyamek hevpar dan.

Daxuyanî wihaye;

Di daxuyaniyê de bal kişand ku jinên azadîxwaz û serbilin a netewa Kurd di dîrokê de xebatên netewî û civakî ya xwe hemû deme weke hêzeke ya guherînê, berhemhênera hişyarî ya siyasî û civakî pêşengtî kiriye û ev hate gotin: “Xebata jinan tenê ne bûye daxwaza mafê taybet yê xwe, bûne beşek esasî ya guherîna civakê û avakirina sîstema dadperwerî, wekhevî û bê bindestiyê”.

Di dewamê de hate diyarkirin ku 8’ê Adarê tenê ne rojeke ya bîranîna navneteweyî ye û ev anî ziman: “Qadeke siyasî û dîrokî ye ji bo nûkirina peyama gel armancên serbestî û wekheviyê. Ev roj roja bîranîna wan rêxistinane ku maf nadin, belkû bi xebat û têkoşîn mafê tê bidestxistin. Sembola yekgirtina nava hemû jinan û hêzên pêşketî bawerî bi guherîneke bingehîn heye.

Di dewama peyamê de tê diyarkirin ku niha Îran di bin destê desthilateke rejîma Komara Îslamî de bê navber di nava sîstemek yasayî û siyasî ya zextê ya sîstematîk de ye û ev hate gotin: “Welatî li ser esasê rêgez tevlî kar dikin. Jin ji mêr kêmtir tê dîtin. Vê yekê jî weke ‘asayî’ nîşan didin. Li gorî yasa û hişmendiya desthilatê jin di rêza duyemîn de tê girtina dest û jiyana wan hatiye sînordarkirin. Li hemberî vê jin hişyarin, rêxistinê Îranê û bi taybetî li Kurdstanê bûne hêza serekî ya xweragirî û guherînê.”

Di dewmama peyamê de ev hate gotin: “Tevlîbûna jinan ya di xwepêşandan, çalakiyên siyasî û avaniyên nehikûmî de piştrast dike ku jin pêşengên û avakarên siberojê ne. Jina bi hişyariya siyasî, birya û îradeya xwe sînorên fermî û hatîn diyarkirin şikandine, wan hişmendiya yeksanî û dadperweriyê gihandine qada giştî. Di vê çarçoveyê de em 5 rêxistinên jinan yên li Rojhilatê Kurdistanê destnîşan dikin ku wê hemû xebat û têkoşîna me ji bo bidestxistina mafên hatin jêgirtin be û avakirina sîstemeke demokratîk be ku têde dadperwerî, yasa ji bo her kesê wekhev be û tu kes li ser bingeha netew, bawerî û ramanê siyasî neyê cudakirin.

Em bawer dikin ku xebat, xerêxistinkirin û têkoşîna hevpar ya din ava hêzên demokratîk û pêşverû de wê rê li ber bidestxistina civakek azad, wekhev û dadperwer veke.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.