Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Salek li ser komkujiya Elewî yan re derbas bû sûcdar bê hesab man’

06/03/2026
in ROJEV
A A
‘Salek li ser komkujiya Elewî yan re derbas bû sûcdar bê hesab man’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Sûriyê Evîn Cuma diyar kir ku komkojiyên li Berava Sûriyê li ser gelê Elewî bi destê komên çeteyan û HTŞ’ê hatine kirin, bû salek û got, “ Sûcdarên ku bi hezaran Elewî qetilkirin, heta niha hesab ji kujeran nehat xwestin.”

Di 8’ê Kanûna 2024’an de Rêjîma Baas piştî desthilatdariya zêdetirî 60 salî li ser Sûriyê hate hilweşandin. Di dema Rêjîma Baas de gelê Sûriyê di alozî, zehmetî û rewşa xerab ya aborî re derbas dibû. Lê piştî rûxandina Rêjîma Baas û hatina HTŞ’ê gelê Sûriyê di hêviyek mezin de jiyan kir ku wê rewşa Sûriyê baş bibe û Mafê hemû pêkhateyan wê were parastin. Lê piştê demeke kêm ji hatina HTŞ’ê li ser desthilatdariya Sûriyê re bi hezaran ji gelê Elewî li Berava Sûriyê di bin navê ku bermahiyê Rêjîma Baas hatin kuştin herwiha piştî wê berê xwe dan ser gelê Kurd û Durzî.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Sûriyê Evîn Cuma ji Rojnameya me re axivî.

Salek li ser komkujiya gelê Elewî li Berava Sûriyê re derbas bû

Evîn Cuma destnîşan kir ku ev saleke li ser êrişa Berava Sûriyê re derbad bû û wiha got: “piştî ketina Rêjîma Baas û hatina hikumeteke nû a destpêkê bi navê Heyet Tahrir ElŞam (HTŞ) dihat naskirin, hêviyek mezin a gel hebû ku pêşeroja Sûriyê baş bibe û mafê hemû pêkhateyan tê de were parastin. Lê mixabin li Berava Sûriyê bi hezaran ji gelê Elewî di bin navê bermahiyê Rêjîmê de hatin qetilkirin. Di 7’ê Adara 2025’an de eriş û komkujiyên li Berava Sûriyê li ser gelê Elewî ji aliyê komên çeteyan û HTŞ’ ve destpêkir. Li Berava Sûriyê û di dema van êrişan de gelek kiryararên dijmirovî li ser  gelê Elewî hatin kirin di heman demê de di nava wan sivîlan de hejmarek jin û zarok jî hebûn.

Bi van kiryarên xwe yên dijmirovî berdewam kirin û hesab ji sûcdaran nehat xwastin, tenê dadgehek şeklî hate vekirin qaşo hesab ji sûcdaran bixwazin, lê em dibînin ku êriş û binpêkiri  zêdetir bû. Piştî ku bi hezaran ji gelê Elewî di bin navê bermahiya rêjîma Esed de hatin kuştin berê xwe dan Siweyda û gelê Durzî di komkujiyan re derbas kirin di heman demê de piştî wê xwastin ku berê xwe bidin gelê Kurd jî û wan di qirkirin û komkujiyan re derbas bikin. Em dibînim ku xîtaba nefretê ya mezhebî di nava Sûriyê de gelek bipêşketî, mafê hemû pêkhateyan neyê parastin eger ku Kurd, Elewî an jî Durzî be tê kuştin û revandin.

‘‘Gelê Elewî koçberê Libnan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn’’

Evîn Cuma diyar kir ku gelek malbet bûn qurbanî û wiha pê de çû: “Gelek malbetên hene çavê wan li edaletê ye ku sucdar werin hesabkirin, piştî ku komkujî li berava Sûriyê hate kirin gelek ji gelê Elewî koçber bûn, hin ji wan berê xwe dan Libnanê û hejmarek ji malbetan berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku di herêmên Rêveberiya Xweser de bi ewle jiyan bikin. Ji ber ku piştî ewqas kiryarên li Berava Sûriyê hatiye kirin êdî baweriya wan nema û koçber bûn. Sûriyê heya niha di alozî, berdewamkirina êriş û şer re derbas dibin. Pêvajoyek gelek zehmet di vê demê dawî de li Sûriyê tê meşandin, lê edalet tam nayê meşandin. Divê goftigoyek gîştî di Sûriyê de were amadekirin ku hemû pêkhate û mezheb li ser maseya rûnên û lihevkirinek pêk were ku avakirina destûrek nû ji bo pêşeroja hemû pêkhateyan di Sûriyê de.”

‘‘Hişmendiya DAIŞ’ê li hemberî jinan li Berava Sûriyê hate xuyakirin’’

Evîn Cuma da zanîn ku jinên Elewî di kiryaran re derbas bûn û wiha got: “Di êrişên li ser Berava Sûriyê de gelek jin hatin kuştin, revandin û firotin. Jinên ku li Berava Sûriyê hatine revandin li ser destê komên çeteyan û HTŞ’ê hatin firotin, hişmendiya DAIŞ’ê li hemberî jinan li Berava Sûriyê hate xuyakirin. Herwiha gelek jinên Elewî hatine revandin, lê heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Jinê weke amûreke ji bo lawazkirina civakê bikartînin. Hejmarek biçûk ji girtiyên ku li Berava Sûriyê hatine revandin hatin berdan, lê hîn hejmarek mezin ji girtiyan rewşa wan ne diyar e. Divê komîteyek ji bo van mijaran ji aliyê hikumeta demkî bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî ve were amadekirin da ku rewş û çarenûsa van jinan were zanîn.”

‘‘Gelek hewildanên me ji bo gelê Elewî çêbûn, lê pêşiya me astengî gelek hebû’’

Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Sûriyê Evîn Cuma axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek hewildanên me hebûn da ku em xwe bighînin  gelê Elewî ya li Berava Sûriyê, lê gelek astengî û zehmetî hebû. Şopandin ji binpêkirina mafê mirovan di tevahî Sûriyê de gelek derdikeve, lê gavên zêdetir me nikarîbû ku biavêta. Lê belê ew gelê Elewî ku hatine Bakur û Rojhilatê Sûriyê me sardan, şopandin rewşa wan kir û daxwazên wan gohdarkir. Têkilî bi komîteya mafê mirovan re ji bo diyarkirina rewşa kesên winda hate kirin. Herwiha ji bo redkirina komkujiyên bi ser gelê Elewî li Beravê Sûriyê me gelek çalakî lidarxistin û em tevlî daxuyaniyan jî bûn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.