Ayşa Silêman/ Dêrik
Têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê kongra Star a bajarê Dêrikê serlêdana bexçê zarokan kir, da ku wan kêfxweş bike.

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê cejna jinê Kongra Star di nav liv û tevgerê de ye û dest bi amadekariyan kirye. Her wiha rojane pilanek nû amade dikin da ku bi moralekî bilind pêşwaziya cejna jinê bikin.
Kongra Star bi amadekirina şîranî û balonên li ser nivîsandî jin jiyan azadî serlêdana sê pexçeyên Zarokan kirin.
Di destpêkê de ji pexçê Nûr dest pê kirin bi stranên moral bilind kirinê û bi siloganênên Jin Jiyan Azadî balon û şîranî li wan belav kirin paş bi heman moralî berê xwe dan bexçeyê Kulîlkên Rojava, di dawiyê de jî berê xwe dan bexçê Hêviyên Zarokan.
Zarokan jî bi heyecan û rûyekî bi ken dîlan girtin û kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Di heman çarçovê de kongra Star çalakiyên xwe berdewam dike û bi sekin û hebûna jina azad wê roja 8’ê Adarê bixemilînin.








