Medya Miqdet
Serî rakirin û raperînên ku di sala 2011`an li dijî rêjîma Baas a ruxyayî ku hatin destpêkirin, bi demê re bi xwe re şerên navxwayî di nava gelên ku di Sûriyayê jiyan dikirin ava kir her wiha ji wê xetertir bi zimanek din em dikarin bêjin ku derî ji bo avabûna komên çetetiyê jî da vekirin û bi zemîn kir. Ji xwe bi destwerdanên hin dewletên Rojavayî û ya Xelîc di milê dayina çekan ya ji bo van koman jî bû sedema herî sereke ku li Sûriya yê şerên giran ku bi xwe re alozî da avakirin û heya roja me ya îro tê berdewam kirin jî ava bike.Mînaka herî zindî jî ku tovên wê heya roja me ya îro dewam dike jî avabûna rêxistina Cebhet El Nesra ku bingeha xwe ji rêxistina El Qa`êdê digirt ku ew jî di sala 2012 an xwe berda nava xaka Sûrî û heya roja me ya îro di bin nav û teşeyên cuda dîsa tekoşîna pêkanîna îslama radîkal ango îslama Sunî dikin. Rêxistina DAÎŞ ku avakerê wê Ebu Misab El Zerqawî bû ev rêxistin di sala 2014`an derbasî nava xakên Sûriya yê bû bi wê derbas bûnê re êdî li Sûriya yê dest bi pêvajoyek nû ya kuştina mirovan bi şêwazên cuda weke serîjêkirin hat dest pêkirin her wiha ferzkirina ola îslamê û pêkanîna rêgezên wê bû cihê serîjêkirina mirovan ger nedin pêkanîn. Bi sedan komkujî derheqê civaka Sûrî hatin kirin çimkî her sê rêxistin ji hev ne cuda bûn hemî jî eynî hovîtî didan meşandin û li ser heman bingehê belavbûna xwe berfereh dikirin. Xwestin ku Sîstema Esad di Sûriyayê de bi sedema ku ew bi xwe bûn cihê destpêkirina aloziya li Sûriya yê, ji holê rabikin lê di rastiyê de xwestin bingeha tariqet ango mezheba Elewitiyê ku rêjîma Baas wê mezhebê ji xwe re esas digirtin bidin bi dawî kirin û îslama Sunî bidin ferzkirin. Bê guman derbas bûna van kom û rêxistinên terorist di nava Sûriya yê de vedigere parastina ne cidî ya rêjîma Sûrî. Dewletek bi dewletbûna xwe nikarî li hember rêxistinên terorist tekoşîn bikira ev jî yek ji sedemên sereke ya hilweşîna rêjîma Baas çimkî li ber çavên wî gelê wî dihatin kuştin lê ew xwe radestî radestbûnê kiribû ev yek jî bû sedem ku hêrsa gel li hember rêjîmê bilindtir bû. lê xalek serek jî hebû ku weke piştperdeyek ku rêjîm Baas xwe li pişt wê dida veşartin ew bû ku “Wê demê Rêjîma Sûriyê û DAIŞ ji hev sûd werdigirtin.Beşar Esed bi awayekî ne rasterast piştigirî dida çalakiyên leşgerî yên DAIŞ’ê, ji ber ku hebûn û berdewamiya DAIŞ îdiayên rêjîma Sûriyê di sala 2011`an de li dijî îslamiyetên tundrew şer dikir, û bi vê awayî opozîsyona Sûrî bê bandor dikir. Di milekî din de xwe radesti dewletên navneteweyî weke Emerika da ku bibe alîkar bi Sûriyayê re”. Gelek şervan ji ber sedemên aborî tevlî DAIŞê bûn. Mînak, li Sûriyeyê, hin şervanan ji Artêşa Azad a Sûriyeyê derketin, ku mehê 60 dolar ji bo wan dihat dayîn, û tevlî Cebhet Nusra bûn, ku mehê 300 dolar pêşkêşî wan dikir. Paşê ew tevlî DAIŞê bûn, ku bi vê awayi perên ji wan bilindtir pêşkêşî wan dikir. Rêxistina DAÎŞ bi demê re têkçûnek mezin di Sûriya yê de jiyan kir her wiha şopên wê jî hatin paqijkirin ev yek jî bi saya Hêzên Sûriya Demokratik QSD û bi alikariya hêzên Koalisyonê ku gelek oparesyonê dijî wan li Reqa,Tebqa,Dêrezor û Kobanê û h.w.d kirin û ev çalakî ango serdegirtin bi tunekirina DAÎŞ bi encam bû. Şerê li dijî DAÎŞ li bajarê Kobanê jî serkeftinên pir mezin ji bo pêkanîna ewlehiyê û dawî anîna li serdema taritiyê bi xwe re anî. Bi hilweşîna rêjîma Baas û hatina HTŞ’ê li ser textê desthiledariyê di roja me ya îro de Sûriya carek din rastî serdemke tari tê eger pêşiya wê neyê girtin. Çimkî hikumeta heyî bi xwe destpêkê endam û payebilind bûn di nava van rêxistinê terorî de, destê wan hîna di xwîna gelê Sûrî de hene lê îro dubare Sûrî sîneryoya terortiyê jiyan dike tevî ku Emerika ji Ehmed Alşera xwestibû ku Ehmed Alşera leşgerên biyanî her wiha çeteyên DAÎŞ’ê ji nava xwe rabike lê belê ev yek bi temamî bingeh nehat girtin. Radestkirina Hêzên Sûriya Demokratik QSD ya Dêrhafir, Reqa, Tebqa, Dêrezor bû hikumeta veguhêz li gor hin dane û peymanên ku hatine îmzekirin wê demê li wan bajaran ala DAÎŞ hatin bilind kirin û Ehmed Alşera jî ketina Dêrazor ya destê wan de weke serkeftinek ji bo çekdarê xwe dît ku ew gelek şer di destpêka aloziya û heya salên 2017’an têde dan meşandin da ku wan deveran bixin destê xwe. Di roja îro de leşgerên hikumetê li ser destê DAÎŞ’ ê tên kuştin lê belê Ehmed Alşera nikarî bibe xwedî bersiv li hember wan ji ber ku eger Ehmed li gor daxwaza Emerika tevbigere û DAIŞ ji Sûriyayê dawî bike wê li ser destê DAÎŞ’ê weke Oseme Bin Ledin lê were kirin çimkî van demên dawî de gelek gef lê hatin kirin, ger bi ya Emerika neke wê ji ser textê desthiledariyê bê rakirin. Di milek din de jî ku îro leşgerên wî pêşberî wî tên kuştin bê deng dimîne ew jî weke Beşar Esed li bendê ye ku mijar deng vede û alikarî ji aliyê Amerika ji bo wî were şandin.. Lê belê Divê Tirkiye rê bide balafirên hevpeymaniya navneteweyî ku baregehên Tirkiyê bikar bînin, da ku ew bikaribin bi awayekî çêtir bigihîjin hedefên li hundirê Sûriyeyê lê heya roja îro jî komên çeteyan yên di Sûriya yê de cih digrin ji aliyê dewleta Tirk jî alikar dibin û dewlet jêre dibe palpişt. Ji bo vê tekez tişta tê xwestin da ku pêşî li vekirin û gorkirina hebûn û tevgera çeteyan bigre ew e ku zext li dewletên ku dibin palpişt ji van koman re bikin çimkî dewletek bi dewletbûna xwe dema nikaribe pêşî li tevgerîna çeteyan bigre wê çi ji çarekirina aloziya Sûriyê re bike?? Aloziyek wiha demdirêj hewcedariya xwe bi siyaset û rêveberinek demokrat heye her wiha hewce heye ku hişmendiyên yekperest û dogmatik were rakirin li şona wê di vê hişmendiyek ku sosyalizima civaka demokratik di xwe de radike, jêre zemîn were ava kirin. Ger wisa nebe wê kaos û qirîz ne tenê li Sûriyê dewam bike li Rojhilata navîne tevda çimkî wê derbe li pêvajoya aştiyê bixe û Sûrî veguhêze qada şer . Di heman demê de heger pêvajoya siyaseta Demokratik û zagonê were destpêkirin heger rewşa belavbûna çeteyan neyê çareserkirin wê civaka Rojhilata navîn di qirkirinê re derbas bibin ji ber ku heya roja îro jî dewletên navneteweyi li hember ji nûva zindîbûna DIAŞ bi tevgerên cidî ranebûye. Sûriya jî mînaka herî berbiçav e.






