Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji kongreya (SP)… Parastina Rojava berpirsiyariya civaka navneteweyî ye

04/03/2026
in CîHAN
A A
Ji kongreya (SP)… Parastina Rojava berpirsiyariya civaka navneteweyî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Partiya Sosyalîst (SP) li Swîsreyê, di kongreya xwe ya giştî ya li Bienne de bang li Konseya Federal kir ku ji bo parastina Rojava tedbîran bigire.

Partiya Sosyalîst (SP), ku yek ji mezintirîn partiyên Swîsreyê ye, di kongreya xwe ya giştî ya li Bienne de biryarek girêdayî Sûriyê pejirand û bang li Konseya Federal kir ku ji bo parastina Rojava tedbîran bigire. Partiya Sosyalîst a Swîsreyê di kongreya xwe de derbarê Rojava de hin biryar standin. Di daxuyaniya ku bi yekdengî ji hêla delegeyan ve hat qebûlkirin de, li dijî êrişên li ser Rojava nerazîbûn hat nîşandan û banga parastina Rojava hate kirin.

Nerazîbûneke nû ya navneteweyî ji Swîsreyê

Li hember êrişên hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgîrkirin yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava), nerazîbûneke nû ya navneteweyî ji Swîsreyê hat. Di axaftinên beriya biryarê de ku ji hêla Hevseroka Daireya Koçberiyê ya SP’ê Sînem Gokçen, ji Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê Ozen Aytaç û endama Parlamanta Federal a SP’ê Valerie Piller Carrard ve hatin kirin, hate destnîşan kirin ku êrişên li ser Rojava herêmê bêîstîqrar dikin. Hate gotin ku modela rêveberiya xweser a demokratîk di warê azadiya jinan, jiyana hevpar a gelan û demokrasiya herêmî de alternatîfek girîng pêşkêş dike. Hate ragihandin ku “parastina Rojava berpirsiyariya civaka navneteweyî ye”.

Kobanê di bin dorpêçê de ye û korîdoreke mirovî ya ewle tune

Di kongreyê de pankartek bi nivîsa “Hevgirtina bi Rojava re” hate hildan û Hevserokê Giştî yê SP’ê Cedric Wermuth ji bo nîşandana hevgirtina xwe li pişt wê pankartê rawestiya. Biryar ji aliyê delegeyan ve bi yekdengî hate pejirandin.

Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku şerê li taxên ku Kurd lê dijîn, bûye sedema krîzeke mirovî ya cidî û bi deh hezaran kes koçber bûne. Hat diyarkirin ku lihevkirina ji bo agirbestê di pêvajoyeke hesas de derbas dibe û hat gotin ku ewlehiya kêmneteweyan hê nehatine misogerkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gihîştina alîkariya mirovî hîn jî sînordar e û hat gotin ku Kobanê di bin dorpêçê de ye û korîdoreke mirovî ya ewle tune.

Di biryarnameyê de tê gotin ku Swîsre ji ber kevneşopiya xwe ya dîplomasiya mirovî û statuya xwe wekî parêzvanê fermî yê Peymanên Cinêvê berpirsiyariyek taybet hildigire ser xwe. Ji Konseya Federal hat xwestin ku bi demildest peywira xwe ya “parastina kêmneteweyên etnîkî û olî li Sûriyeyê” bi cîh bîne.

DAXWAZ

-Divê Swîsre di asta du alî û navneteweyî de ji bo parastina sivîlan û kêmneteweyan înîsiyatîf bigire.

-Divê piştgiriya çavdêriya agirbestê û mafê vegerê ji bo kesên koçberkirî bike; û hewldanên dîplomatîk zêde bike.

-Divê alîkariya mirovî zêde bike; bi taybetî piştgiriya bijîşkî, xwarin, stargeh û psîkososyal bi rêya saziyên Neteweyên Yekbûyî peyda bike.

-Divê gihîştina rêxistinên alîkariyê bo herêmê misoger bike; û hewldanên dîplomatîk bide destpêkirin da ku dorpêça Kobanê bi dawî bibe.

-Divê lêpirsînên li ser binpêkirinan û darizandina berpirsiyaran bixwaze.

-Divê piştgiriya ji bo avahiyên sivîl di warên mafên mirovan, perwerde, tenduristî, jin û ciwanan de zêde bike.

-Divê piştgiriya dîplomatîk û mirovî xurt bike da ku avahiya xweser û demokratîk a herêmî ya Rojava biparêze.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.