Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bandora girtina Tengava Hirmizê li ser Kenala Siwês

04/03/2026
in CîHAN
A A
Bandora girtina Tengava Hirmizê li ser Kenala Siwês

ناقلة تعبر قتاة السويس يوم 17 يناير كانون الثاني 2016. تصوير: محمد عبدالغني - رويترز

Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê ji 28’ê Sibatê ve êrişên leşkerî li dijî Îranê dest pê kirine, di bilindbûna asta êrişan de Îran Tengava Hirmizê girt, ev yek dê metirsiyekê mezin li ser derketina tevliheviyê di nava bazarên petrola cîhanî û bilindbûna bihayan de çêdike.

Dibe ku girtina Tengava Hirmizê bi awayek nerasterast bandorê li ser tevgera Kenala Siwêsê bike, ji ber ku Tengava Hirmizê Kendava Erebî, Kendava Uman û Deryaya Ereb bi hev girê dide. Tenagav Hirmizê dergeha deryayî ye ku di rêya wê de piraniya hinardekirina petrolê ji dwletên kendavê ber bi bazarên cîhanî derbas dibe, bi taybet Asiya û Ewropa. Rojane nêzî ji sedî 20 ji petrola cîhanî tê de derbas dibe.

Bandora girtina Tengava Hirmizê li ser kenala Siwês

Kenala Siwês deryaya Sor û deryaya Spî bi hev girê dide û bi awayekî sereke ji bo veguheztina petrol, kel û pelan ji Rojhilata Navîn û Asiya bo Ewropa û Emerîkayê tê bi karanîn, dema ku Tengava Hirmizê bê girtin, dibe ku bandor li ser şandina petrola ji Kendavê bo Ewropa bibe, dê ev yek bibe sedema zêdebûna li ser daxwazên xetên boriyên alternatîf an jî bikaranîna benderên alternatîf ji bo veguheztina petrolê berî ku di kenala Siwês de derbas bibe. Piraniya petrola Kendavê ya ku di rêya Tengava Hirmizê diçe Ewropa bo Deryaya Sor hem di rêyên bejahî û deryayî de derbas dibe, piştre dighêje Kenala Siwês. Eger derketina petrolê ji Kendavê bi sedema Tengava Hirmizê raweste, hejmara keşteyên ku di Kanala Siwêsê re derbas dibin dê kêm bibe, dibe ku bibe sedema kêmbûna demkî ya dahatên ji xercên barkirinê, lê ew ê nebe sedema girtina kanalê bi xwe.

Dibe ku hin dewlet hewl bidin ku bikaranîna rezervên petrolê yên li benderan an jî boriyên rojhilat-rojava yên li Erebistana Siûdî barkirinan bi rêya Kanala Siwêsê zêde bikin, ku ev dikare zextê li ser kanalê zêde bike.

Alternatîfên li pêşiya çavkaniyên petrol û xaza Kendavê eger Hirmizê bê girtin

Hin dewletên Kendavê, bi pêşengiya Erebistana Siûdî û Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, îstîsmarên xwe di avakirina torên bejayî yên pêşketî de ji bo veguhestina petrol û xaza xwezayî zêde kirine, ji bo misogerkirina berdewamiya herikîna dabînkirinê bo bazarên cîhanî di rewşa zêdebûna aloziyan de ku dikarin navîgasyona li Tengava Hormuzê asteng bikin. Nêzîkî çaryeka barkirinên petrolê yên cîhanê yên bi rêya deryayî ji wê derbas dibin.

Erebistana Siûdî xwediyê yek ji van alternatîfên herî berbiçav e ew jî, “Xeta Boriya Rojhilat-Rojava”, ku petrola xam ji zeviyên hilberînê yên li herêma Rojhilat vediguhezîne benderên hinardekirinê yên li perava Deryaya Sor li rojavayê welêt, ku bi sedan kîlometreyan di nav axa Siûdî de dirêj dibe.

Ev xet vebijarkek stratejîk e ku dihêle Riyad beşek girîng ji hilberîna xwe ji Tengava Hirmizê dûr bixe, nemaze ji ber gefên dubare yên girtina wê di demên aloziyên herêmî de.

Ev borî bi qasî 1200 kîlometre dirêj e û rojane bi mîlyonan bermîl ji zeviyên mezin yên wekî (Beqîq, Xewar û Xurês) li rojhilat heta bendera Yenbû li ser Deryaya Sor vediguhezîne, ku ev yek ji bo wê deriyek hinardekirinê ya ewle peyda dike.

Li Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, boriyên petrolê yên (Hebşan-Fuceyrayê) wekî çareseriyeke alternatîf a girîng derdikeve pêş, ji ber ku ew ji zeviya bejayî ya Hebşanê li Îmarata Ebû Dabî heta bendera Fuceyrayê ya ku li ser Kendava Umanê dinêre dirêj dibe.

Girîngiya wê ew e ku Ebû Dabî dikare petrola xwe rasterast ber bi Okyanûsa Hindî ve bişîne bêyî ku ji Tengava Hirmiz derbas bibe, bi vî awayî ewlehiya dabînkirinê di demên aloziyê de zêde dike.

Rageşiya di navbera Emerîka, Îsraîl û Îranê de û destwerdanên leşkerî li herêmê

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Îsraîlê roja Şemiyê 28’ê Sibatê, bi armanca jiholêrakirina bernameya mûşekî ya Îranê û gefên li ser herêma Erebî, êrişên asmanî li ser Îranê pêk anîn. Ev yek bû sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan kesan li hundirê Îranê, di heman demê de Îranê jî ragihand ku wan hemû baregeh û avahiyên leşkerî yên Emerîkî li herêma Kendavê kirine hedef û li dijî Îmaratên Erebî yên Yekbûyî, Behrên, Qeter, Erebistana Siûdî û Îsraîlê êriş pêk anîn herwiha li çend deverên hundirê Îsraîlê perçeyên mûşekan ketin.

Çend welatên ewropî, erebî û îslamî êrişa Emerîkî û Îsraîlê herwiha êrişên tolhildanê yên Îranê li ser welatên Kendava Erebî şermezar kirin.

Di heman demê de, Pentagonê berdewamiya êrişên xwe yên li ser Îranê di bin navê Xezeba Efsanewî “Operasyon Epic Fury” de ragihand, ku Îranê bi berdewamiya hedefgirtina welatên Kendavê û Îsraîlê di bin navê Soza rastîn “Operasyon True Promise” de bersiv da.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.