Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên hunera Kurdî

04/03/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên hunera Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Hunermendê Şivan Cezîrî çemek ji awazan û buxçek ji helbestan ku kulîlkên wê naçilmisin. Wî ji bo welat, ji bo gel, jinan, evînê û ji bo şoreşê stran gotin, lewra dengê wî di navbera nifşan de bû pirek û bîranînek ku serê sibê di dilê evîndarên wî de geş dibe.

Hunermend û stranbêjên Kurd ên hemdem roleke girîng lîstine di parastina mîrata çandî û nasnameya neteweyî de, ziman û nirxên resen ên kurdî ji winda bûn û ji bîrçûnê parastin e, wan awaz û stranên xwe kirin mîna çiraxan ronahî rêyên gelê xwe ronî kirin û bi dengên xwe, wan pirên wijdanê afirandin, û hunera xwe veguhêrandin neynikek ku êş û hêviyên miletê kurd nîşan dide.

Di nav wan de navê hunermendê Şivan Cezîrî di çirise û nîşaneke ronahî di dîmena muzîkî û stranbêjiyê de hişt, heta ku awazên wî bûne alayek di livlive û ji bo nasname, hest û welatparêzî dijene.

Hunermend Şivan Cezîrî di sala 1979’an de, ji dayîk û bavek Kurd (Şukrî û Rimziya), li gundê Hemze Begê ku pala xwe dide Çiyayê Qereçoxê li gundewarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê, hatiye dinyayê.

Ew gund ne tenê xalek li ser nexşeyê bû, lê bîranînek zindî bû ku bêhna axa Kurdistanê jê dibare û her sibe bi ronahiya rojê ya ku ji lûtkeyên Qereçoxê dadikeve, ew dixemile.

Serê sibehan geş dibe bi awazên zirneya Yûsif Misêlîx ku deng vedide li asoyê mîna nimêjên muzîkê û bi awazên Mela Xelîl ku di giyanan de mîna kaniyek zuha nabe diherikin û nalînên Silo Koro ku ji eywanên xaniyên xwelî( herî) dadikevin xwarê, şevê tije dikin bi xemgînîyek kûr û hesretek ku venamire.

Herwiha Dêrik, bajarê dayikê, bi bîrdanka xwe ya dewlemend û cihêrengiya xwe ya bedew ew hembêz kir, ew bajar ji dema berê de û hîn jî li ber awazên zirneya Ehmed Elanê û stranên Ebdo Elanê û dengê saza Cemal Sadûn şiyar dibe.

Ew di kûrahiya singa xwe de sira hunerê hildigire û dergehên xwe ji bo helbestvan û dengbêjan, ji bo nivîskar û şoreşgeran vedike, heya ku bûye neynika cihêrengiya ol û şaristaniyan hem jî ronahiyek ku bîrdankê diparêze û riyan ronî dike.

Şivan di himbêza malbateke Kurd a kedkar û xwedî nirxên resen de, ku ji heşt bira û çar xwîşkan pêktê, mezin bûye, di maleke nefsbiçûk de ku ji hezkirin û rûmetê tije bû, li wir, dê û bav di dilê zarokên xwe de wefadariya ji bo xakê, dilsoziya ji bo welat û hesreta azadî û rûmetê di çandin.

Şivan ji zarokatiya xwe ve guhê xwe dida çîrokên dapîran ku di şevên sar ên zivistanê de dihatin hûnandin û guhdar dikir li sirûdên jinan ên ku ristin bi hesret û êş re tevlihev dikirin û li stranên cotkaran ên ku bi dengê tevir û tefşoyan bi kolana axê re bilind dibûn guhdarî dikir, ev deng û awaz tevlihev bûn pê wijdanê wî yê hunerî afirandin û ruhê wî yê neteweperestî xurt kirin.

Wî zarokatiya xwe li kolanên teng ên Dêrikê derbas kir, di navbera kavilên qijleya leşkerî ya Fransa de, ku di bîranîna wî de bû sembola berxwedanê, û zengilê Dêra Meryem, ku di wijdana wî de wek sirûda aşitiyê ya bêdawî lê dixist, û kaniya leşkerî, ku dengê xumxuma ava wê, guh û xeyalên wî hênik dikirin,

Li wê derê, di bin siya dêliyên rezên tirî ên daketî û darên hêjîrê û tûyan ên mêwedar, xunceyên yekem ên xewnên wî şîn bûn û ew fêr bû ji serpêhatiya hunermendên mezin ên Dêrikê ku dibistaneke hunerî ya resen ava kirbûn, wek (Cemal Sadûn, Elî Gavan, Ebdo Elanê, Mihemed Teyib Tehîr) ew bûn hêmanên bingehîn ên kariyera wî, Dêrik dibistana wî ya yekem bû û dergehê wî yê fireh bû ji bo cîhana hunerê.

Bi vî awayî, kolan, dêr, kanî, rezên tirî û dengê hunermendan di wijdanê wî de tevlîhev dibûn, ku axeke bi bereket afirandin ku wî helbestên xwe yên pêşîn tê de çandine û ji xêzên wê awazên ku bi berdewamî şop û giyana ronak ya Dêrikê hildigirin vedihûne. Berhema wî ya hunerî mîrasek zindî ya bîranîna Dêrikê bû, û dengvedanek nûvejen bû ku nifşan derbas dike û hestek kûr a xwedîtiyê û nasname yê dide wan.

Hunermend Şivan Cezîrî dibistana seretayî heta pola sêyemîn li gundê xwe “Hemze Begê” xwend. Paşê malbata wî koçî bajarê Dêrikê dibe, li wir xwendina xwe ya seretayî û amadehî li dibistanên bajêr di qedandiye, li wir zanyariyên bingehîn bi dest xistiye û yekem jîrektiyên xwe yên perwerdehiyê ava kiriye, rêwîtiya xwe ya di nav pirtûkan û hezkirina zanist û fêrbûnê de berdewam dike.

Meyla wî ya hunerî û hezkirina wî ji mûzîk û stranbêjiya kurdî re di temenekî biçûk de dest pê kiriye û di bin bandora dibistana “Seîd Yûsif û Elî Gavan” de bûye, lewra jêhatîbûn û afirîneriya xwe ya hunerî ji wan girtiye, û destpêka wî wek lêderê rîtmê (derbekê) dest bi kar kir bi hunermendên Dêrikê re wek: (Cemal Sadûn, Elî Gavan, Ehmed Cizîrî, Elî Ebdo Elanê, Ridwan Dêrikî, herwiha Koma Cûdî û Azadî û yên din re).

Dûv re wî dev ji lêxistina rîtmê berda û dest bi jenandina tembûrê kir, berî ku bibe awazdêner û stranbêj, wî bi deng û awazên xwe, rêyeke hunerî ya yekgirtî û tekûzkirî afirandine, ku dewlemend bû bi ezmûn û jêhatîbûnê ,  heya ku bû  yek ji dengên taybet û cudakar di dîmena mûzîka kurdî de.

Hunermend Şivan Cezîrî di sala 1993’an de dest bi karê xwe yê hunerî weke mûzîkjen û stranbêj kir û li gel hunermend û komên navdar beşdarî vejînkirina konsert û dawetan li bajar û deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bû.

Piştî vê yekê, wî çalakiyên xwe yên hunerî di Efrînê de berdewam kir; bi dirêjahiya 12 salan ji 1995’an heya 2007’an bi vejînkirina dawetên gelêrî û konsertan de li gel komek hunermendên herêmê yên navdar wek: (Şehrîban Efrînî, Ekaş Dildar, Ebdo Mihemed, Xebat Tefûr, Amer Ebû Nûr, Redwan  Doxan, Resûl Berazî…), vê yekê bandoreke kûr li ser bîra gelê herêmê û dîmena wê ya hunerî hişt.

Wî ji bo welat, ji bo gel, jinan, evînê û ji bo şoreşê stran gotin, lewra dengê wî di navbera nifşan de bû pirek û bîranînek ku serê sibê di dilê evîndarên wî de geş dibe.

Çalakî û jêhatîbûna wî tenê bi dengbêjî û sazevaniyê re sînordar nema, belê pênûs û awazên wî mîna çemekî di nava xakê û dilan de diherikîn.

Di heyama kariyera xwe ya hunerî de di navbera salên (1999-2004) pênc albûmên cihêreng weşand, ku di wan de stranên welatparêzî, hestyarî û romantîk tevlihev bûn û di her albûmekî de çîrokek û awazek ku riyan ronî dike hildigire.

▪︎ Albûma yekem: “Min Dilê Xwe Da Te” (1999)

▪︎ Albûma duyem: “Lo Şivano” (2001)

▪︎ Albûma sêyem: “Ji Bîr Bibî ” (2002)

▪︎ Albûma çarem: “Dîlanek Xweş Digerî” (2003)

▪︎ Albûma pêncem: “Hela Meryem” bi hevbeş  bi hunermend Xalîd Şêxo re (2004).

Gelek hunermend û komên kurdî ji çavkaniya wî vexwartin, awaz û stranên wî bûne ronahiyek ku nifşan jê îlham girt û qad jî dewlemend kir.

Ji nav stranên wî yên herî navdar ku ji awaz û peyvên wî ku hunermendan gotine :

▪︎ Wahîd Murad: (Dişewtim Bi Agirê Te)

▪︎ Mezlûm Efrînî: (Gerîla)

▪︎ Şêrzad Haco: (Heger Tu Pûşmanî)

▪︎ Şehrîban Efrînî û Zubêr Salih: (Wek Herçar Demê Salê)

▪︎ Azad Feqe: (Gundê Min Çend Şêrîn e)

▪︎ Delîl Silêman: (Hij Te Dikim)

▪︎ Xalîd Şêxo: (Hey Meyremê)

▪︎ Ehmed Koçer: (Şengal)

▪︎ Hesen Qasim: (Yekîtî)

▪︎ Hemûdê Axîn: (Xeberek Ji min ra Hatî)

Herwiha hin komên hunerî jî stranên wî yên ji awaz û peyvên wî gotine, mîna:

▪︎ Koma Cûdî:

1- Êrîşên Xedar

2- Destar Dîsa Geriya

3- 11 Lehengîn Qereçoxê

4- Şivan Li Bilûrê Dêxîne

▪︎ Koma Elîftîriya:

1- Xeml û Xêza Kurdî

2- Newroz

▪︎ Koma Kolîlkên Kurdistanê:

1- Pîrê Bangker

2- Zimanê Min Zêrîne

3- Serokatî

4- Pirpirîkê.

Şivan bi van stranan tekez kir ku awaz û gotin dikarin nasnameyê biparêzin û dilan geş bikin.

Di sala 2020’an de ew tevlî Koma Cûdî bû da ku huner û dengê xwe bêxe di bin xizmeta doza xwe û gelê xwe de û bi wan re beşdarî vejandina gelek konsertên hunerî çalakiyên neteweyî û cejnên Newrozê li Dêrikê, Girkê Legê, Rimêlan û Qamişloyê bû.

Herwiha ew bi deng û saza xwe beşdarî tomarkirina bi dehan stranên şoreşgerî û welatparêzî û videoklipên stranbêjiyê bû ku bi awaz û gotinên xwe pirtûkxaneya hunerî ya kurdî dewlemend kir, yên herî navdar ji van stranan:

1- Ebdîşo

2- Gûrzê Gerîla

3- 11 Lehengên Qereçox

4- Şivan Li Belûrê Dêxîne

5- Jîna Emînî

6- Serokatî

Hunermend Şivan Cezîrî şeş salan di rêxistinên ACTED û Harîkar li Başûrê Kurdistanê xebitî û hewl da ku zarokan fêrî lêxistina amûrên mûzîkê û stranan bike û hezkirina hunerê û ruhê afirîneriyê di dilê wan de biçîne.

Herwiha hunermend Şivan salekî jî di Radyoya Dicleyê de xebitî weke amadekarê bernameya bi navê “Huner û Jiyan” û di wê bernameyê de bi hunermend û helbestvanan re hevpeyivînên girîng pêşkêş kir û serpêhatî û afrîneriyên wan ronî kir û dengê hunerê nêzîkî dilê guhdaran kir.

Hunermend Şivan Cezîrî ne tenê hunermend û bestekar e, lê ew çavkaniyek ji dayîn û afirîneriya ku tucaran zuha nabe û heta niha jî ew endamekî çalak ê “koma Cûdî” ye, ku bi hemû zindîtî û hewesa xwe hunera xwe pêşkêş dike, ew hîn di bilindahiya bexşîn û afirîneriya xwe ya hunerî de ye,

Ew stranan dinivîse, distirê, li sazê dêxe û awazan çêdike, bê west û rawestandin peyamên hunerî, çand û neteweperweriyê hildigire, rêwîtiyeke tije bi awaz û bedewiyê pêktîne ku pirtûkxaneya hunerî ya kurdî dewlemend dike û îlhamê dide nifşan.

Ez di karîyera wî ya hunerî de serkeftin, afirînerî û ronahiyek mayînde dixwazim.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.