Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li kantona Cizîrê serjmariya sewaladariyê berdewam dike

04/03/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Li kantona Cizîrê serjmariya sewaladariyê berdewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo 

Komîteya Sewaldariyê ya girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê ji ber rewşa ewlehiyê xebata serjimariya sewalan rawestandibû û da ku li deverên mayî temam bike, ji nû ve dest pê dike.

Kar û xebatên serjimariya Sewaldariyê ku Desteya Sewaladariyê li herêma Cizîrê di 27’ê Mijdarê de destpê kiribû ji ber rewşa ewlehiyê ku herêmê tê re derbas bû rawestandibû. Herwiha ji bo temamkirina serjimariyê li derverên din, ji nû ve komîteya sewaldariyê dest bi serjmariyê dike. Armanca vê serjimariyê belegekirina hejamara giştî sewalên li herêmê ye.

Ev lêkolîna berfireh beşek ji planeke berfireh e ji bo amadekirina datayeke dîjîtal ku dê alîkariya beşê aborî bike di pêşxistina bernameyên rast de ji bo peydakirina xwarin û dermanê sewalan herwiha dê piştgiriya sektora Sewaldariyê bike.

Di heman demê de li gel ji nû ve destpêkirina serjmariyê, beşê Sewaldariyê êmên ajalan li gorî encamên nûjen û serjmariya nû belav dike. Beşa Sewldariyê bi rêjeya 18 kîlogram ji bo her seriyek ji ajalên biçûk û 180 kîlogram ji bo her ajalên mezin diyar kiriye. Ev gav bi armanca piştgiriya xwediyên ajalan tê avêtin herwiha misogerkirina belavkirineke dadmend li gorî hejmarên rastîn yê Sewladariyê.

Nêzîkî ji sedî 80 serjmarî qediya ye

Komîteyên Sewaldariyê yên girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê, piştî ku ji ber şert û mercên ewlehiyê xebat rawestandibû û niha ji nû ve dest bi serjmariya ajalan kirin e da ku deverên mayî temam bikin. Nêzî ji sedî 80 ji tevahiya projeya serjmariyê bi beşdarbûna 32 komîteyên meydanî hatiye temamkirin.

Bi başbûna şert û mercên ewlehiyê, komîteyên peywendîdar ji nû ve dest bi xebatên serjimêriyê kirin da ku daneyên mayî temam bikin, ji ber ku hin herêmên xebatên serjmariyê lê nehatibû temamkirin weke bajarê Til Temir, Dêrik û Hesekê.

Mekenîzmeya belavkirina êmên ajalan li gorî serjmariya nû:

Di heman dema destpêkirina serjmariyê, aliyên peywendîdar dest bi belavkirina êmê sewalan li gorî daneyên nû kirine. Ev belavkirin li gorî van rêjeyan hat kirin:

Ajalên biçûk: 18 kîlogram ji bo her seriyekî ji bedêla 10 kîlogram

Ajalên mezin: 180 kîlogram ji bo her seriyekî ji bedêla 50 kîlogram

Ji bo piştgiriyeke dadmend

Di çarçoveya piştgiriya xwediyên ajalan û pêkanîna belavkirina dadmend li gorî hejmarên rastî yên Sewaldariyê, ev gav hat avêtin. Li gorî Nivîsgeha raghandina Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê, beşa Sewaldariyê tekez dike ku proseya belavkirina êmên ajalan dê li gorî pernesîb û pîvanên pejirandî û encamên serjmariya nû, bê kirin. Di heman demê de li ser girîngiya hevkariya xwediyên ajalan bi komîteya serjimariyê re û pêşkêşkirina agahiyên rast ji bo misogerkriina serkeftina vê proseyê û pêkanîna dadmendiyê di qûnaxa belavkirinê de, hat destnîşan kirin.

Temamkirina serjmariyê wekî gaveke sereke ji bo rêxistinkirina sektora sewaldariyê û xurtkirina aramiya wê ye, ku dê bandoreke erênî li ser rastiya çandinî û aborî li tevahiya kantona Cizîrê bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.