Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi awayekî rêxistinî û rojane nan dighêje gel’

04/03/2026
in Aborî û ekolojî
A A
‘Bi awayekî rêxistinî û rojane nan dighêje gel’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevserokê Komîteya Firneyan ya kantona Cizîrê Rondar Salih tekez kir ku pirsgirêkên nan bi giştî hatiye çareserkirin û bi awayekî rojane nan dighêje milet û got, “Rojane gerên şopandinê li ser nangehan pêktên. Kalîte, giraniya nan û cudahiya wê tê şopandin, da ku em karibin nanekî baş li gorî pîvanên ku tê xwestin, bigînin milet.”

Hemû nangehên li ser asta kantona Cizîrê bi tevahî bajar û bajarokê wê kar û xebatên xwe di meha Remezanê de berdewam dikin. Di heman demê de Komîteya Firneyan li gorî pilanên ku armanc jê xizmeta gel di dabînkirina madeya nan bi awayekî rêxistinî û kalîteya ku tê xwsetin bikin; kar û xebatên xwe didomîne.

Derbarê kar û xebatên Komîteya Firneyan û mekenîzmeya xebitandina nangehan li hemû bajarên kantona Cizîrê Hevserokê komîteya Firneyan ya girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê Rondar Salih ji rojnameya me re axivî.

‘Rojane şopandina meydanî ji bo nangehan tê kirin’

Hevserokê Komîteya Firneyan ya girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê Rondar Salih tekez kir ku ew şopandinên meydanî bi rojane li ser nangehan pêk tînin û wiha anî ziman: “Komîteya Firneyan bi hemû endamên xwe li tevahî bajar û bajarokên kantonê rojane gerên meydanî li ser firneyên giştî û teybet pêk tînin, bi armanca şopandina rastiya kar, xebatên nangehan, çêkirina nan ji hemû aliyan ve ji dema ard destpê dike, dema dibe hevîr û di dawî de dibe nan di heman demê de çavdêriya kalîte, giraniya nan û cudahiya wê tê kirin. Ji xwe dema ku ard ne li gorî pîvanên ku tê xwestin tê vegerandin. Yanî bi renegekî giştî nangeh tên şopandin da ku bi awayekî baş bighêje ber destê gel.

Giraniya nan kîlok û 100gram e, her kîsek 9 nan tê de hene û bi nirxê 3 hezar L.S dighêje welatiyan. Di gerên me de ji bo nangehan kêmasî, zehmetî û derbaskirin jî derdikevin, di wir de weke komîte em tedbîrên xwe digrin, eger tu derbaskirin derbikeve em di destpêkê de hişyariyê didin an jî ceza tê dayîn dema ku kêmasî bê tesbît kirin.”

‘Komîte erkê xwe yê xizmetguzarî di meha Remzanê de pêk tîne’

Rondar Salih diyar kir ku ew erkên xwe yên xizmetguzarî bi ruhekî berpirsyartî bi cih tînin û wiha berdewam kir: “Di meha Remezanê de wekî berê kar û xebatên nangehan berdewan dike û nangeh bi giştî di xebitandinê de ne. Li gorî daxwaz û xwestekên milet me mekenîzmeya seata belavkirinê guherand da ku berî dema fitarê bighêje milet, em nan li komînan belav dikin û ew ji hêla xwe ve dighînin milet ji bo ku bi awayekî rêxistinî proseya belavkirinê bê kirin. Ev pêşîniyar me kir weke biryar piştî ku hat nîqaş kirin herwiha biryar li ser nangehên giştî û taybet hat feriz kirin, di encamê de milet ji vê biryarê rehet û kêfxweşbû.”

‘Nan bê dirav dighêje koçberan’

Rondar Salih behsa destpêka êrişên vê dawiyê kir û astengiyên ku li hember wan derket û wiha got: “Ji xwe dema ku êriş li ser herêmên me pêk hat, hejmara koçberan di nava bajarên me de zêde bû, em neçar man ku mîqdara ard li ser nangehan li hemû bajaran li gorî daxwaza wan zêde bikin da ku nan bighêje hemû welatiyan di nav de koçberan jî. Nanê ku dighêhe koçberan bê dirav tê belavkirin û nangeh ji wan re hatin e diyar kirin ji bo ew jî nekevin astengî û zehmetiyan.

Gelek astengî bi me re derbas bûn û zehemetî jî me kişandin dema ku bi hejmareke mezin koçber derbasî bajarên kantona Cizîrê bûn, hinek alozî çêbûn hem li ber deriyê nangehan an jî di hundirê wan de hem di komînan de, di encamê de Komîteya Firneyan komîteyên awarte li hemû bajar û bajarokan ava kirin. Ev komîteyên awarte bi taybet ji bo şopandin û çavdêriya kar û xebatên nangehan hatin avakirin, bi seat û deqeyan têkilî bi me re dikirin  herwiha komîteyek jî li ser asta kantona Cizîrê hat ava kirin û rojane xwestek, pêşînyar û pirsgirêkên ku bi wan re derdiket bi hevsengî dihatin çareserkirin.”

‘Hemû warên girêdayî nan û nagehan tê şopandin’

Rondar Salih tekez dike ku Komîteya Firneyan ji bo bi cih anîna erkên xizmetguzarî di kar û xebatên xwe de berdewam e û wiha got: “Erka me çêkirin û peydakirina nan li gorî pîvanên ku tê xwestin ji bo welatiyan e, rojane em nan li ser hemû komînên bajar û bajarokên kantona Cizîrê belav dikin. Nan ji nangehê derdikeve û dighêje belavkerê fermî yên nan, ji xwe belavkerê nan ji komînê hatiye pêşîniyar kirin û komîn berpirsyartiya belavkerê nan radike. Eger belavkerê nan bi erk xwe bi cih neyne ev dikeve berpirsyartiya hevserokên komînê. Bi giştî hemû aliyên girêdayî nan û nagehan tê şopandin.

Hevserokê komîteya Firneyan ya girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê Rondar Salih wiha gotina xwe qedand: “Deriyê Komîteya Firneyan ji bo gazin, gilî û pêşîniyarên milet vekiriye, da ku zehemtiyên ku li hember wan derdikeve û dikşênin çareser bikin çi girêdayî belavkirin an kalîteya nan be. Erkê me yê sereke dabînkirina nan bi awayekî baş ji bo welatiya ne. Ji erkê me yê exlaqî û wijdanî ye ku em xizmetkarê gelê xwe bin, bi taybet di vê qonaxa ku tê de derbas dibin. Em bi hêvîne ku miletê me bi me re alîkar be da ku bi hev re pirsgirêkên wan çareser bikin û nehêlin derbaskirin çêbibin. Gazin tiştekî sereke ye û şopandina milet jî ji me re pêwîste, ji ber ku çiqas komîteyên me hebin dibe ku têrê neke lewma şopandina gel pir giringe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.