Ehmed hesen
Ji şoreşa Îslamî ya Îranê ya sala 1979’an û vir ve sîstema Îranê ji dewleteke xwedî sîstema şahîtiyê ber bi Komara Îslamî ve hat guhertin, ev guhertin bi serkêşiya Eyetullah El Xumeynî û piştigiriya hin tevgerên çepgir û Îslamî pêk hat, mirov çendîn behsa guhertina sîsteman bike jî, lê di encamê de ya ku bandora xwe li ser civaka Îranê dimeşîne, sîstema serwer a Îranê ye. Îran welatekî di nava xwe de pirçandî û pir netewbûnê civakî dihewîne, taybet Ezerî, Pers, kurd, lor, beloş, Ereb û Turkmen jî têde hene, lewra jî erdnîgariya wê xwedî bandoreke mezin e, lê ji şoreşa Îslamî û vir ve ev pêkhate rastî qirkirina çandî, zimanî û fîzîkî tên, sîstema Îranê hemû beşên civakî di nava hemleyên xwe de dane tepeserkirin û çewisandineke mezin li dijî nirxên civakan pêk tên, nexasim di aliyê çewisandina mafên jinan û qetilkirina wan de roleke berbiçav a Îranê tê dîtin, taybet di sala 2025’an de zêdetirî (203) rewşên kuştina jinan hatine belgekirin, di heman demê de ji bilî vê yekê civaka Îranê di nava krîzeke aborî ya giran de jiyan dike. Di roja îro de ji ber sedemên ku min bi bîr xistine şoreşek bi pêşengtiya jinê tê meşandin, taybet civaka Îranê êdî di wê ferqê de ye sîstema Tehranê nikare ji pirsgirêkên civakê re bibe destek û çareserî, lewra jî hem di aliyê leşkerî de û hem jî di aliyê siyasî de pêwsîtiya Îranê bi guhertineke mezin dibînin, lewra jî nerazîbûnên mezin di nava Îranê de li dijî sîstemê ji aliyê civakê ve derdikevin.
Ya rast bi guhertina sîstema Îranê re, wê li Rojhilata Navîn gelek guhertinên berbiçav rûbidin, di nav de jî tevgerên ku Îranê ew destek dikirin di serî de Huzbillah, Hemas û Hûsî wê bandora xwe ji dest bidin û pêvajoyeke nû bê destpêkirin. Taybet ji bo civaka kurd derfeteke mezin e ku bikaribin di vê rewşa kaotîk de karibin hêza xwe komî ser hev du bikin û îradeya xwe biparêzin, weke çawa li Rojava bûn xwedî xeta xweparastina herêmên xwe, li wir jî dikarin bi heman şêweyan parastina xwe bikin, ji ber ku wê sîstema Îranî tu carî ji bo parastina civaka kurd di Îranê de gavan neavêje, berovajî vê yekê wê gef û êrîşên tûndiyê li dijî wan xurtir bike. Ji bo gelên dîtir jî bi heman rengî ye, da ku karibin hebûna xwe ji bin serweriya tûndiya rêjîma Îranê biparêzin, ev dem wê derfetê dide ku hevgirtin û hevpeymana pêkhate û civakan xurtir bibe û li dijî zilma sîstemê bibe xwedî helwest. Di heman demê de rê nedin hesabên hêzên hegemonîk ku li ser hesabê qirkirina kurdan careke din berjewendiyên xwe biparêzin û wan bi qirkirinê re rû be rû bihêle. Ji xwe dîroka Îranê bi rêbazên xapandin û sabotekirinê dagirtî ye, ji Qazî Mihemed Bigire heta roja îro her gav ev xeta dijberiya gelê kurd dewam dike, lewra jî di demeke wiha de civaka kurd li Rojhilatê Kurdistanê dikare bi awayekî sîstematîk li dijî vê rêjîma kujer îradeya xwe biparêze, ev îrade dikare di siberojeke nêz de hebûna xwe bide îspatkirin û bi gelên Îranê re bikevin nava têkiliyên dîrokî.






