Viyan Egîd/Qamişlo
Dayikên koçber yên Efrînê diyar kirin ku bi hatine meha Remezanê ji ber şert û mercên koçberiyê zehmetiyan dikşînin û gotin, “Tevî hemû zehmetiyan jî, em di nav her rojekê de sed car hêviya vegera Efrîn dikin, ji bo vegera Efrinê hêviyên me wê her tim zindî bimînin.”
Di nava her salekê de mehek taybet heye, ew meh jî meha Remezanê ye ku her kes di wê mehê de rojî digre û xwarinên xwe yên kevneşop didin çêkirin. Lê belê di van salên dawî de ji sedemên şer û ne ewlehiyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li tevahî Sûriyê gelek bi hezaran malbat rastî koçberiyê hatin. Her wiha ev 8 sal in ku bi hezaran welatiyên Efrînê derveyî mal û warê xwe meha rojiyê bi awayekî zehmet derbas dikin. Ev 8 salin ku her roj bo benda vegera Efrînê ne. lê her sal careke din rastî êriş û koçberiyê tên. Di vê çarçoveyê de dayikên koçberên Efrînê ku niha li dibistanan de niştecih bûne, ji Rojnameya me re axivin.
Koçberî û meha Remezanê
Ayde Reşîd a ji bajarê Efrînê ye ku 5 carin ew koçber dibe, niha jî ew li dibistanek ji dibistanên bajarê Qamişlo niştecih bûye, Wiha behsa rewşa koçberiyê û hatina miha Remezanê kir: “Em û malbatên xwe pir zehmetiyan
dikşînin, ji ber ku her cara em koçber dibûn, me mal ji xwe re ava dikir, mixabin em car din rastî koçberiyê dihatin. Niha jî em li bajarê Qamişlo ne û di dibistanan de bi cih bûne, rastî di dema destpêka ku em koçber bûn pir alîkarî ji bo me hatin pêşkêş kirin lê ev demek bû, ev alîkarî ne bi awayekê berdewam bû, niha em bê alîkarî mane. Wek tê zanîn ku em di miha Remezanê de ne û em bi rojî ne û pir zehmetiyan di vê mehê de dikşînin. Zarokên me birçî dimînin ji ber ku em betalin û karê me hatiya rawistandin. Em di vê pêvajoyê de tenê li bendê ne ku vegerin warê xwe û êdî ji van zehmetiyan xilas bibin.”
‘Hêviya me ya vegera li Efrînê roj bi ro mezintir dibe’
Ayde Reşîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî ku 2 caran hat dibistana ku em lê bi cih bûne û ji me re alîkarî pêşkêş kirin, lê ew alîkariyên ku hatin pêşkêşkirin jî ji bo me ne têrker bû. Ji ber em 44 malbat di vê dibistanê jiyan dikin û ev malbat xwedî zarokên biçûk in, em dixwazin ku alîkarî ji me re werin kirin, da ku em karibin di vê meha Remezanê de debara jiyan xwe bidin meşandin. Di dawî de ez dixwazim bêjim ku hêviya me a vegera li Efrîn pir mezine û ti car bila dijmin nefikire ku ew îradeya me dişkîne. Ji ber îradeya gelê Kurd nayê şikandin û her roj hêviya me ji bo avakirina Kurdistanek yek parçe mezintir dibe.”
‘Heviya me ya vegerêra Efrinê her zindiye’
Di heman mijarê de Semîra Reşo jî diyar kir ku ew bi hatina meha Remezanê pir kêfxweş in, lê li kêleka wê ew pir zehmetiyên jiyanî dibînin û wiha pêde çû: “Em niha li bajarê Qamişlo ne, Rastî ji bo hatina meha Remezanê em kêfxweş in di heman demê de em pir xemgîn in ku em her car ji warê xwe koçber dibin. Rûxmî ku em pir
zehmetiyan dikşînin û bê mal mane lê dîsa jî em di nav her rojekê de sed car hêviya vegera Efrîn dikin. Tu car Efrîn di dilê me de namire her em ê têkoşîn bikin. da ku vegerin Efrîn.”
‘Em ê wan rojên xweş car din jiyan bikin’
Semîra Reşo da zanîn ku ew ê heya dawî berxwe bidin, da ku encama vê berxwedaniyê vegere Efrîn be û wiha domand: “Dema em li Efrîn bûn û meha Remezanê dihat, me bi hemû coş û moral Remezan pêşwazî dikir, Her wiha me bi hev re xwarinên xweş yên kevneşopiyên Kurdan çêdikir. Rastî jî ew rojên pir xweş bûn û hêviya me pir mezine ku em car din vegerin cih û warê xwe û em wan rojên xweş car din jiyan bikin.”
‘Em zêdeyî 3 caran koçber bûne’
Semîra Reşo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî koçberiyê jî em çûn Şehbayê me li wir xwe bi cih kir û me ew erda zuha veguherand erdek kesk, tijî kulîlk û heya astekî rewşa me baş bû, lê dijmin bi vê yekê kêfxweş nebû û bi êrişek hovane em ji Şehba koçber kirin. Em çûn kantona Firatê ya ku Rêveberiya Xweser ewlehiya wê dikir, heya me li wir jî hinek xwe bi cih kir, car din em koçber bûn niha jî em li bajarê Qamişlo ne, di dibistanan de jiyan dikin. Dibistan cihê xwendinî ye, ne cihekî ku mirov tê de jiyan bikin. zehmetî û astengî pirin. Em zêdeyî 3 caran koçber bûne. Em bi hêvî ne ku vê carê em koçberî ti cihan nebin, em dixwazin vegerin Efrîna xwe, ji ber em ji koçberiyê westiyan.”
‘Spasî ji bo Rêveberiya Xweser û Dezgiha Xêrxwaziya Berzanî’
Semîra Reşo got ku: “Em her li pişta hêza xwe ne û ti car jî em ê bê hêz nemînin. Ez dixwazim spasiya Rêveberiya Xweser û kesên ku alikaî şandiye dikin ku bi hemû hêza xwe alîkariya me kirin, lê ji bo ku em vê meha remezanê bi rehetî xilas bikin. Pêwîstiya me bi hin alîkariyên mîna mazot av û xwarin heye.”






