Solîn Mihemed/ Qamişlo
Berdevka Rêxistina Stêrk ya Şopandin û Parastina Mafê Zarokan Jûliya Xelo da diyarkirin ku di dorpêça Kobanê de zarok ji mafê xwe yê zaroktiyê hatiye dûrxistin û got, ‘Divê zarok bi zaroktiya xwe jiyan bike.”
Zarokên di nav şer û dorpêçê de, rûbirûyê şert û mercên pir dijwar hatin. Ev zarok bi tirs, kêmasiya xwarin û dermanan, û qutbûna ji perwerdahiyê re dijîn. Zarokên di bin dorpêça li bajarê Kobanê de Jiyana wan di bin xetereyeke mezin de ye û pêşeroja wan bi giranî bandor dibe.
Di derbarê mijarê de berdevka rêxistina Stêrk ya şopandin û parastina mafê zarokan Jûliya Xelo ji Rojnameya me re axivî.
‘Her tim zarok dibin qurbaniyên şer’
Jûliya di destpêka axaftina de bal kişand li ser rewşa zarokên di bin şer û dorpêçê de û wiha got:” Weke ku em dizanin şerekî pir giran li ser herêman têne meşandin. Bi taybet şerên leşkerî, pîskojîk li ser zarokên me tên e meşandin. Ev dorpêçkirina li ser Kobanê demeke dirêj e ku didome. Di vî alî de bandoreke pir mezin li ser rewşa zarokan dike. Ji xwe weke ku em dizanin her tim zarok dibin qurbaniyên şer. Ji bo wê jî di vê dorpêçkirina Kobanê de qurbaniyên herî mezin zarokin. Ji ber ku îro roj em dibînin ku zarok ji mafê xwe yê zarokatiyê dûr ketiye. Herwiha ev zarok ji xwarinê, tedawiyê, perwerdeyê û tiştên jiyanî dûr ketine.”
‘Zarok di dorpêça li ser kobanê de ji tedawiyê qût bûne’
Jûliya anî ziman ku îro zarok di dorpêça kobanê de ji tedawiyê qût bûne û wiha domand:” Ji ber derengmayîna dorpêçê li ser Kobanê derman tune bûne ku zarok ji ber rewşa xwe ya tenduristî werin tedawîkirin. Zarok di ewqas serma û zehmetiyên rewşa hewayê de derbas bûn. Ji ber sermaya zêde û nepeyîdakirina pêdiviyên zivistanê li beramberî çavên her kesî pênc zarokên ku nû çavên xwe li duniyayê vekiribûn jiyana xwe ji dest dan. Em wek rêxistina Stêrk vê rewşa li Kobanê pir zehmet didin nirxandin ku îro roj gelê me yê Kurd di rewşeke aloz de jiyan dike.
Bandora şer li ser zarokan
Jûliya da xuyakirin ku bandora şer li ser zarokan rewşeke derûnî ye û wiha berdewam kir:”Bandora şerê ku li ser zarokan tê kirin hem ji aliyê piskilojîk e hem jî ji aliyê derûnî ve ye. Dema zarok kesekî ji malbata xwe winda dike zehmetiyeke pir giran li piskilojiya wî dike. Ya din jî dema ku zarok di şeran de parçeyek ji laşê xwe winda dike ev jî pir bandorê li ser jiyana wî ya derûnî dike. Dema ku di nav hevaline xwe de dest yan jî lingê wî tune be ew bandoreke pir mezin pêre dide avakirin. Ji ber dema ku zarok di zarokatiya xwe de bi kêmasiyekê jiyan dike dema mezin dibe jî ew pêre weke piskilojiyekê dimîne. Ji ber vê jî rewşên zarokan di şeran de ji aliyê derûnî de pir zehmetin.”
Daxwaz û hêviyên rêxistina Stêrk
Jûliya Xelo di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser zehmetiyên Kobanê û wiha bidawî kir:” Wek rêxistina Stêrk ji ber ku em rewşê hemûyî dişopînin em dixwazin çareseriyê ji hemû êş û zehmetiyên xelkên Kobanê re bibînin. Lê weke ku her kes dizane ewqas çalakî hatin lidarxistin, ewqas mesaj hatin şandin û herwiha agahî û bûyerên ku li ser ragihandinê derketin hatin temaşekirin, da ku îro vê dorpêçê li ser gelê Kobanê bidin rakirin. Em dibînin ku Kobanê ber bi xeteriyeke pir mezin ve diçe. Ji bo wê jî me wek rêxistina Stêrk gelek çalakî ji bo gelê me yê Kobanê lidar xistin. Em bihêvîn e ku îro roj ev lihevkirin bêne kirin, da ku rewş aram bibe û dorpêça li ser bajarê Kobanê were rakirin.






