Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Îranê… pêşbirka hegemoniya sedsalê ye!

04/03/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hilbijartin bêyî sindoqan serkeftin anî!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Êrişa Îsraîl Amerîka ya li dijî Îranê dê bibe destpêka guhertineke nû li tevahî Rojhilata Navîn û Cîhanê, her çendî Çîn, Rûsiya fermî ne ketine şer, lê ew tê dene û vî şerî wekî şerê xwe dibînin. Çîn û piraniya parzemîna Asya bi girtina Riya Hirmiz re bi bandor bûne. Bi taybet ji ber Çîn piraniya sotemanî û gaza xwezayî di wê riyê re peyda dike. Li aliyê din heger şerê Îranê dirêj bike, tê wateya pirsgirêka xaza xwezayê li tevahî welatên Ewropa hîn jî kûrtir bibe. Niha jî ev pirsgirêk bi dijwarî destpêkiriye. Yenî ev şer yekser Yekîtiya Ewropa jî eleqedar dike.

Ji ber wê şerê niha li Rojhilata Navîn diqewime ji leşkerî zêdetir şerekî aborî û siyasî ye. Mirov dikare navê gavên rêgirtina Rûsiya û Çînê lê bike. Ji bo Îsraîlê jî ev şerê girtina serkêşiya Rojhilata Navîn e û rêveberiya wê ye. Ji ber wê jî Îsraîl di rojên destpêkê de Xameneyî û gelek fermandarên Îranê tasfiye kir û xwest bêje ez dikarim her tiştî bikim. Ev peyam ne tenê ji Îran û dijminan re ye, di heman demê de ji dost û alîgiran re. Îsraîl û Amerîka bi vê yekê ji tevahî welatên Rojhilata Navîn re dibêjin, an hûnê di xeta min de bimeşin, an jî hûnê tune bibin.

Bersiva Îran û berfirehkirina şer li welatên Rojhilata Navîn riya tekoşîna man û nemanê ye. Ew tiştekî normal e.  Îran hêvî dike bi dirjkirina aloziyê re hêza dijberan were xerckirin. Di heman demê de aloziyan kûrtir bike, da alîgirên wê yekser bikevin navenda vî şerî. Texmîna min ew pêk nayê. Ne Çîn û ne jî Rûsiya dê xwe bikin navenda şer.

Li aliyê din jî Amerîka û Îsraîlê bi vî şerî dixwazin hegemoniya xwe ya sed salê mayînde bijin. Bi wate şerê niha li Rojhilata Navîn şerê hegemoniya cîhanê yê. Rûsiya û Çîn bêyî bi xwe bikevin navê dê hewl bidin Îran biparêzin û  şer dirêj bikin.

Di gera xwe ya di nava nûçeyan de me dît hin lêkolîner dibêjin Îran bi firehkirina şer denge daye guhertin, nerîna min Amerîka û Îsraîlê jî dizanin şerê wan li dijî Îranê fireh bibe. Di heman demê de wan texmîn dikir şer hinekî dirêj bibe. Serokê Amerîka Tramp got şer wê çend hefteyan dewam bike. Di nerîna min de berfirehkirin û dirêjkirina şer ji berjewendiya Îsraîl û Amerîka ye. Wiha zextê li ser welatên derdorê dike, Yekîtiya Ewrûpa, welatên ereb ên Kendavê û her wekî din. Peyama metirsiya rewşê nîşanî wan dide. Her metirsî zêdetir û dirêjtir bibe, dê ew welat zêdetir bikievn bin banê Amerîka û Îsraîlê.

Amerîka û Îsraîlê jî baş dizanin bi vî rêbazê şer dê nikaribin rêjîma Îranê hilweşînin. Li gorî plana wan a gava duyemîn civakê li dijî rêjîma Îranê rakin ser piyan. Ji ber gelê kurd civak jî dijberê rêjîmê ya herî rêxistinkirî ye. Di rojên pêş de dê çavê tevahî cîhanê li ser Rojhilatê Kurdistanê be. Gelê kurd li Rojhilat divê baş gavên xwe bavêje û baş bi rêxistin bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.