Hemza Sêvo/ Qamişlo
Israîl û Amerîka derbeyên mezin li Îranê xistin, şerê wan di navbera parastina çekên nukleriyê û aliyê din têkbirina nukleriyê. Dibe ku sîstem were guhertin û neyê guhertin, lê di nava van geşedan û êrişan de yekrêziya gelê Kurd dibe kelehek li hemberî hemû sînaryoyên muhtemel.
Pêvajoya Îran û êrişan mîna pêvajoya Sûriyê ye… berjewendî berî hertiştî ne
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu ragihand ku wan bi Amerîkayê re dest bi operasyoneke leşkerî ya hevbeş a li dijî Îranê di 28 Sibatê de kiriye. Netanyahu diyar kir ku armanca van êrişan bidawîanîna “gefa” desthilata Îranê ye. Herwiha da zanîn ku ew dixwazin derfetekê bidin pêkhateyên Îranê da ku çarenivîsa xwe diyar bikin. Serokezîriya Îsraîlê îro gotareke Netanyahu belav kir. Ev aramca sereser ye, armanca di bin maseyeyê de ne wiha ye. Em bînin bîra xwe pêvajoya ku Sûriyê tê re derbas bû û hîna berdewam e tekez dike ku sîstema rêjîma Baas nehat guhertin, mafê pêkhateyan û azadiya wan nehat bidestxistin. Netanyahu li gel ragihandina destpêkirina êrişê, spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir. Netanyahu ji bo rola Trump a di vê operasyona bi navê “Lion’s Roar” (Nirîna Şêr) de got, “Serkirdayetiya dîrokî.” Çendîn Israîl û Amerîka bêjin armanc têkbirina rêjîma Milayî ya Îranê be, lê armanca wan xweş diyar e ku ew e têkbirina sîstema nukleriyê ye, ango armanca wan ne xelasiya gelê bindest ji sîstema Milayî ya Îranê ye, lê belê berdewambûna hebûna Israîl û Amerîka ye.
Şerê li dijî nukleriyê Ev e aramanc
Netanyahu diyar kir ku ev gav ji bo rêlibergirtina çekdarbûna bi çeka nukleerî ya Tehranê ye. Serokwezîrê Îsraîlê di gotar xwe de got, “Bi dehan sal in berpirsên Îranê dirûşmên ‘Mirin ji bo Îsraîlê û mirin ji bo Amerîkayê’ dibêjin. Xwîna me rijandine, gelek Amerîkî kuştine û gelê xwe jî komkujiyê re derbas kiriye.” Ji ber vê yekê me êrişeke hevbeş ya Israîl û Amerîkayê li ser Îran pêk anî. Aramca êrişan berdewambûna Israîl û hebûna Amerîka li herêmê ji bo pêkanîna Rojhilata Navîn a ku wê bibe qadeke fereh ji projeyên aborî, di heman demê de da ku tirsa Israîl ji çekê nukleriyê nemîne.
Peyama ji bo Kurd û gelên din… dibe ku lîstokeke
Serokwezîrê Îsraîlê peyamek arasteyî pêkhateyên Îranê kir û got: “Ji bo hemû pêkhateyên gelê Îranê; Fars, Kurd, Azerî, Belûç û Ehwaziyan dem hatiye ku zincîrên zordariyê bavêjin û azadî û nirxên aştiyane bînin Îranê. 47 sal in rejîma ayetulayan dirûşmên ‘Mirin ji bo Îsraîlê’ û ‘Mirin ji bo Amerîkayê’ dibêjin. Wan xwîna me rijandiye, gelek Amerîkî kuştine û gelê xwe jî komkuj kiriye. Qedexe ye ku ev rejîma terorîst û kujer xwe bi çekên nukleerî biçek bike ku rê bide wê gefê li hemû mirovahiyê bixwe. Operasyona me ya hevbeş dê rewşekê ji bo gelê wêrek ê Îranê biafirîne da ku çarenûsa xwe bigirin destê xwe. Ji bo hemû pêkhateyên gelê Îranê; Fars, Kurd, Azerî, Belûç û Ehwaziyan dem hatiye ku zincîrên zordariyê bavêjin û azadî û nirxên aştiyane bînin Îranê.” Dibe ku ev name ji bo pêkhateyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dijîn lîstokek be, ji ber ku Amerîka bi nêht e ku rêjîma Îran a kevin hilîne û rêjîmeke din a desthilatdar li gor xwe ava bike. Nimûneya vê siyasetê li Sûriyê pêkhat, Tramp Colanî ji şikeftên terorê derxist, kincên siyasetê ji bo berjewendiyên xwe lê kirin. Piştî ku Colanî hat ser desthilatdarê êdî heman siyaseta Elesed da meşandin. Wekî tê zanîn ku gava duyemîn a guhertina Rojhilata Navîn, ji Sûriyê piştre jî vaye li Îranê pêktê, Îran rastî rûxandinê di warê çekê nukleriyê de tê û derbasî qonaxeke nû dibe. Ne xerîb e ku em desthilateke nû Îranê bibînin, desthilateke ku li gorî Amerîka û Israîlê be. Lê ya girîng ew e ku ew ê mîna lîstoka li ser gelên Sûriyê hatiye lîstin, li ser gelên Îran jî were lîstin an na.
Erdogan metirsîdar û dilgiran e!
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê axivî. Erdogan got, “Dema em wekî Tirkiyeyê hewl didin ku di van rojên pîroz de li herêma me û cîhana Îslamê aştî û aramî serdest be, em ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê yên bi provokasyonên (Benjamin) Netanyahu gelekî dilgiran in.” Belê ev bûn gotinên Erdogan, Tirkiyê û hikumeta wê bi partiyên AKP û MHP’ê ji ber rewşa êrişên li ser Îranê di kaosekê de jiyan dikin. Her kes dizane ku Tirkiyê ji vê pêvajoyê û guhertina sîstemên ku dibin asteng di pilanên Israîl û Amerîka de, ew neçar e ku xwe weke hêzeke Îslamî li dijî Israîlê derxe pêş û bêje tu xeter e li ser min. Tirkiyê di nava du dîwaran de maye û nizane pişta xwe bide kîjan dîwarî, dîwarek ew e ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, bi riya wê divê mafê gelê Kurd di nava welatekî demokrat de bide Kurdan. Dîwarê din jî amadekariyên ji bo êrişên muhtemel li ser Tirkiyê yên ku dibe piştî Îran li ser Tirkiyê jî ji hêla Israîlê ve bên kirin.
Îranê baregehên Amerîkayê yên li herêmê hedef girtin… Veguherandina ber bi tevlîheviyê ve
Aramanca her du aliyên êrişkar ew e ku herêm ber bi şer û tevlîheviyeke mezin ve biçe. Artêşa Îranê ragihand ku wan di bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê de, bi dehan mûşekên balîstîk û dronan êrişî Îsraîlê kiriye. Îranê bi êrişên mûşekî bi awayekî hevwext baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Behreyn, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin. Ev yek li ber çavan e ku dê alîgirên Îranê bêbersiv nemînin û êrişî bargehên Amerîkî li her derê bikin, li Hewlêr, li Îmarat, Behrên û hemû welatên ku me li jorê anîn ziman. Ev yek komployeke û li ser gelê herêmê tê meşandin, ê ku bedel jî dide civak û mirov e, em di rewşeke wiha de ne ku mirov hîs dike şerê cîhanê yê siyemîn bi piratîkî û bi rengekî hêzdarî dest pê dike. Artêşa Îranê ragihand ku wan di bersiva êrişên Amerîka û Îsraîlê de, bi dehan mûşekên balîstîk û dronan êrişî Îsraîlê kiriye. Îranê bi êrişên mûşekî bi awayekî hevwext baregehên Amerîkayê yên li welatên wekî Behreyn, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat), Kuweyt, Qeter û Urdinê hedef girtin. Hat ragihandin ku baregeha deryayî ya Amerîkayê ya li Behreynê jî bûye armanca êrişan.
Divê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê êdî çi bikin?
Ji ber ku Îran di qonaxa guhertinê de ye û dibe ku sînaryoya Sûriyê li Îranê jî pêkwere, ango sîstemeke li gorî Amerîka were sazkirin. Lewma jî divê gelê Kurd di warê siyasî, leşkerî û hwd… de amadekariyên xwe bikin, dibe ku sîstemeke federal li Îranê ava bibe, dewletên hegemon tu carî serwebûna Kurdistanê naxwazin, lewma jî divê gelê Kurd li gorî sîwan û pilana ku hatiye sazkirin tevbigerin. Di serî de yekrêziya Kurdî û yekhelwestiya Kurdan û partiyên siyasî tiştekî herî girîng, Rêber Apo di bangên xwe de jî bal kişandiye ser hevrêziya Kurdî, di heman demê de tekez kiriye ku Rojhilata Navîn wê rastî guhertineke mezin û xeternak were, eger yekhelwestiya Kurdan lawaz be ew ê gelê Kurd rastî qirkirinê werin. Dema ku gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê yek be û xwedî dozeke istratejîk be ew ê ji qirkinê xelas bibe, pilan çi bin, sîstema Îran û Rojhilata çawa be yekrêzî ew ê bibe dîwarek li hemberî êrişên qirkirinê.






