Ronahî Sadûn/Qamişlo
Endamê Meclisa PYD a bajarê Qamişlo Ebdulhelîm Iko diyar kir ku dîzayînkirina cîhanê careke din bi rêya Îsraîl Amerîka û bi serkêşiya Birîtanyayê tê kirin ku ew dixwazin li gorî berjewendiyên xwe dostên nû li herêmê çêbikin, hin rejîman tunebikin, welatan feqîr û bêbandor bikin û got, “Gelê Kurd jî divê ji rewşê sûdê werbigre û derfeta serxwebûnê ji dest nebin.”
Derbarê şerê ku niha li Rojhilatê Kurdistan û Îran rû dide, herwiha rewşa Kurdan li wir, endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a bajarê Qamişlo Ebdulhelîm Iko bersivê pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wih
Geşedanên niha ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî xwepêşandanên girseyî yên gel tên qewamandin, tên çi wateyê?
Bûyerên li Îranê diqewimin, bi taybetî zêdeyî 40–50 sal in ku ji dema hatina rejîma xumêniya dest pê kir. Ew rejîm di wê demê de bi zanebûn hat ser desthilatdariyê. Dewletên hegemon ên modernîta kapîtalîst ew rewş amade kirin, da ku rejîmek faşîst li ser desthilatdariyê were danîn û rejîma berê were rakirin. Ev jî beşek ji planên dewletên mezin bû, ew dewletên ku ji bo berjewendiyên xwe dixwazin herêmê bixin bin bandor xwe, ku bikaribin serweriya xwe li ser cîhanê fireh bikin. Ji ber vê yekê, gelek caran qedera milet di destê dewletên hegemon de dimîne. Mînak, çawa Soviyêt ji hev ket û paşê Rûsiya jî di nav guhertinên mezin de ma.
Eynî van dewletên ku rejîm anî ji bo ku dîsa têxin bin destê xwe û zextê li ser dewletên Rojhilata Navîn bikin, dewletên Kendava Erebî û dewletên herêmê jî ji bo ku her dem serweriya cîhanê ya dewletên mezin wek Amerîka, Yekîtiya Ewropa (YE) û Îsraîlê biparêzin. Wana dixwest van welatan bixin bin kontrola xwe, da ku rê nedin Rûsya, Sîn û Koreya Bakur ên ku li dijî siyasetên wan in û naxwazin aboriya cîhanê bikeve destê wan.
Ev jî planek bû, wan rejîm anî û ji bo wan demekê kar û xebat kir. Lê piştî ku ew rejîm nema bi kêrî wan tê û berjewendiyên wan pê re diqedin, wek rejîma Îranê ya Xumeynî û paşê yên din ên ku hatin kuştin, nema berjewendiyên wan dewletan diparêzin. Lewra niha jî dixwazin ji wan xelas bibin. Ji ber niha projeyek li cem wan heye, ew jî wêne û nexşeyên nû ne ku di herêmê de dê bêne çêkirin.
Êrişên ku li ser Îranê pêk tên armacên wan çi ne û divê gel Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di warê siyasî û leşkerî de çawa tevbigrin?
Dîzaynkirina cîhanê careke din di rêya Îsraîl û rismê wê de tê kirin, Birîtanya ev projeyê danî, Amerîka jî alîkariya wê dike. Ev her sê hêz dixwazin ew guhertinên ku berê di herêmê de kirine, dîsa li gorî berjewendiyên xwe biguherînin û nexşeya herêmê bi awayekî nû dîzayn bikin. Herwiha, dixwazin li gorî berjewendiyên xwe dostên nû li herêmê çêbikin, hin rejîman tunebikin, welatan feqîr û bêbandor bikin. Da ku her dem ew xwe hakim û desthilatdarê herêmê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li ser asta cîhanê bihesibînin. Ev rastiyek e ku divê were zanîn, kar û xebat heta niha jî bi vî armancî tê kirin. Li aliyekî, wê rismê ku Îsraîl daye, ew projeya Ebram ya Rojhilata Navîn dîzayn dike. Ev proje ji bo ewlehiya Îsraîlê ye û ji bo ew îslamiyên radîkal, çi Şîa çi Sine ku wan jî qels bikin û baskên wan jêkin. Armanca wê ev e ku Îsraîl di aramiyê de jiyan bike. Hêm jî ev projeyê ji bo aboriya cîhanê, hêm Amerîka û hêm Yekîtiya Ewropa alîyek wê tê de heye, her çendî ew xwe nade diyarkirin jî lê ew alîkare û di nava şer de heye. Ev hemû jî ku rê li ber Sîne û Rûsiya bigirin, da ku wêneyê tê dûzankirin pêk bê.
Niha, li Rojhilata Navîn şer û nakokî hîn berdewam in. Li Sûriyê agir li her derê belav bûye. Li Yemen, şer jî hîn heye. Li Lubnanê hîn nakokî hene. Li Iraqê, li derdorê dewletên cîran şer hîn berdewam e. Ji ber ew jî Îran wê dev ji oldariya xwe bernede û li ber xwe bide, wê xerabiyê jî bike li gorî derfetê xwe yê heyî û vê xerabiyê jî bighîne gelek deveran.
Ev rewşa li Îranê, derfeteke mezin e ji bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê. Ev 5 partiyên Kurd dema ku bûn yek û îmze kirin li ser kar û xebatên xwe ji bo pêşeroja gelê Kurd li wê derê, em bihêvînin ku ew jî derfetê têxin destê xwe de û gel rêxistin bikin li ser bingehek ku mafê xwe misoger bikin. Ji ber ku herêm tevlîhev bûye, ew jî derfete, da ku ev bûyerên bi serê Kurdan li parçeyên din rûdan ew jê sûd bigirin. Li gorî min fam kir tekez ew amade ne, ji ber partiyên li wir daketine bajar û gundan parastin dikin, ew gaveke baş e. Lê divê nekevin bin bandora kesên din, ji bo xatirê bi yek reng û yek helwest, kar û xebatên xwe hem leşkerî, hem siyasî, hem diplomatîk bikin, da ku mafê xwe misoger bikin. Ji ber herêm tevlî hev bûye û şertên tên divê bên bikaranîn û têxin xizmeta berjewendiyên gelê xwe, kar û xebat xwe de. Di heman demê de pêwîst e kar û xebatên wan bi awayekî berdewam û berfireh be. Ji ber çalakiyên berê yên Kurdan li wê derê û şehadeta Jina Emînî ew jina Kurd a ku bû mînak ji bo gelê Kurd û cîhanê û şoreşa ku tê çêkirin, gelê Kurd jêre gelek fedekarî kirin û gelek şehîd bûn. Herwiha darvekirina Kurdan rojane li Îranê divê ji bîra me nere.
Ji bo Kurd li Rojhilatê Kurdistan ji qirkirinê bên parastin erk û berpirsyariya partiyên siyasî yên Kurdî ji bo hevrêziya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo demê pêş çi ne û divê gelê Kurd yên çar parça li tevahiya Kurdistanê destekek çawa bide Kurdê Rojhilat?
Ji gelê Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê xwestin piştgirîya Rojhilatê Kurdistanê bikin, ji ber ku ew jî fedekar bûn li her sê parçeyên Kurdistanê yên din. Ew pir dibûn alîkarî şoreşên çi li Rojava, çi li Başûr, canê xwe dan û gihaştin asta şehadetê ji bo xatirê mafê Kurdan di cîhanê de pêk bê. Em ji bo hemû gelê Kurd dixwazin ku pişta şoreşa Rojhilatê Kurdisatn bikin û hem çalakî li ku derê dibe bila bibe li diyaspora û her çar parçeyên Kurdistan alîkarî bi şoreşa Rojhilat re bê kirin, ji ber ew jî zêdeyî 13 milyon kes li wê derê Kurdên me hene, ew jî dikarin gelek tiştan bidest bixînin û sûda wê li her sê parçeyên Kurdistanê yên din jî hebin, ji ber her parçek rizgar dibe ewqasî hêviya gelê Kurd mezin dibe û dema gelê Kurd dibin yek, dijmin jî hêdî hêdî qelis dibe. Lewra pêwîst e hemû gelê Kurd piştgirî ji şoreşa Rojhilatê Kurdistan re bikin ku çalakiyan li her derê, diyaspora û her çar parçeyên Kurdistanê lidar bixin. Ji ber ku li Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 13 milyon kes hene, ew dikarin gelek tiştan bidest bixînin û sûda wê li her sê parçeyên din ên Kurdistanê jî bikin.
Îro jî yekîtiya gelê Kurd ji nan û avê girîngtire. Lewra pêwîst e ku kongreya netewî çêbibe û gotina wan yek be, da ku dema li hemû parçeyan astengî derkevin ew bi hev re wan biçûk û lewaz bikin. Divê ew di nav dewletên navnetewî de, cihê mafê mirovan, heq û hiqûqê xwe bidest bixin. Ji ber serdema 21’an, serdema guhertina resim û nexşeyên cîhanê ye, Kurd jî divê maf û serxwebûna xwe bistînin. Tevgera Kurdî îro ne wek 5 an 10 sal berê ye, qonaxek nû dest pê kiriye, tiştê jê bitirsin nemaye, lewma divê tiştekî ji destê xwe nedin û wê derfetê ji bo serxwebûna xwe bikar bîne. Madem ewqas şehîd danîn li hemû parçeyên Kurdistanê, mafê me ye ku welatekî me hebe welatekî demokrat û Kurdistaneke demokrat ku her kes tê de jiyan bike. Ji ber em jî wek hemû cîhanê yên xwedî dîrok, dîroka me ya gelê Kurd jî kevn e. Em mafê xwe li gorî keda şehîdên xwe dixwazin, hem em mafê xwe tim zêde dixwazin û kêm nexwazin. Ji ber ku dema tu mafê xwe kêm dixwazî, dijmin li te dinere ku tu qelsî, ji bo wê dixwaze te bixapîne û mafê te temamî nede. Em bihêvîne bighên mafê xwe. Di heman demê de li gorî rewşa heyî, Bakurê Kurdistanê jî niha derfet heye ku şert û mercên xwe zêde bikin û mafên xwe ji dewleta Tirkiyê misoger bikin. Ji ber ez dibînim dewleta Tirkiyê ji erkê xwe direve û ji bo Kurdan tu mafî nayê dayîn, divê bi hev re doza mafê xwe bikin bi awayekî ku daxwazên Kurdan pêk bên.






