Farûk sakik
Şer dest pê kir. Di destpêkê de em navê vî şerî zelal bikin. Ev şer ne bi tenê şerê Îran-Amerîka-Îsraîlê ye. Navê vî şerî, şerê Rojhilata Navîn e.
Li nexşeya şer binêrin, li herêmê, her dewlet û hêz di vî şerî de ne. Balafir û fuze li ser her welatî diçin û tên. Moşekên Îranê ber bi her dewletî ve diçin. Li ku derê bargeheke Amerîkayê ya eskerî hebe, moşek û fuzeyên Îranê berê xwe didin wêderê.
Di şeva 1’ê Adarê de, hêzên Îranê bi diron û muşekan êrişî navend û bargehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî kir. Ji gelek navendan ber bi Îranê jî gelek balafir û fuze bi rê ketin. Ji Îsraîlê, ji hemû welatên Ereban, ji Qibris û yekjî ji li Tirkiyê li bajarê Konya bi rê ket. Balafira ji Tirkiyê rabû, balefira bi nave AWACS a îstixbaratê bû.
Em ê di vî şerê de nav û hejmara kesên hatinin kuştin nedin. Hemû alî vê hejmarê li gor xwe bikartînin.
Amerîka û Îsraîl çi armanc kirine nayê zanîn. Ji bilî daxwazên ku di pêvajoya muzekereyan de ji hev dixwestin, anha dixwazin li Îranê rejim were guhertin.
Û ew rejîm hatî ruxandin. Ev kabîneya nû ne xwedî hêzeke. Bi tenê ji bo valahiyek were dagirkirin hatî avakirin. Ewlekariya wan, ji yên hatine kuştin bi ewletir nine. Amerîka bixwaze îroj dikare wan jî bike armanc.
Rejima Îranê li hember dengê kolanan komkujiyên mezin pêk anîn. Hejmara kesên hatine kuştin bi deh hezaran têne pênasekirin. Bi hezaran kes jî hatine girtin. Li gel ev hemu zext û komkujiyan gel ji kolanan venekşiyan, dev ji îdîaya xwe ya azadî û demokrasiyê bernedan.
Îran, di hundir de veguherandinek jiyan nekir, vê yekê ew ji êrîşên derve re vekirî hîşt, kire hedefa van êrîşan, li aliyê din jî di nava gelên Îranê de jî meşruiyeta xwe wenda kir.
Berî ku şer destpêbike ev deng hişyariyek bû ku demokrasî û azadî were vê axê. Daxwazên gelan bersiv bibinîn. Mixabin ev yek nekirin û bedelê giran jî dan.
Di nav van gelên li Îranê dijîn em behsa Kurdan bikin. 5 partiyên Kurdan hatin cemhev û fotografek parvekirin. Bilî vê tu tiştek nekirin. Dikaribûn sekreteriyek were avakirin. Ji gel çi dixwesttin? Gel çawa tevbigere? ev yek nehat destnîşankirin. Diviya heroj gel ji aliyê wan ve bihata agahdarkirin.
Di vî şerî de helwestek çawa bigirin. Li vêder xeta sêyem a ku behs dikin li gor vî şerî û li gor vî zemanî, derbasdar nine. Di vî şerî de xet nine stratejî heye.
Rêber Apo ev stratejî bi du hevoka destnîşan kiriye:” Ez dixwazim vê ji PJAKê re bêjim: Ger bingehek ji bo danûstandinan bi Îranê re hebe, divê ew diyalogê pêş bixin. Lê ger înkar û wêrankirin û pêşxistina dijminatiyê berdewam bike, divê ew parastina xwe bikin”
Ev gotin bi tenê ji bo PJAK’ê nîne. Ev di heman demê de ji bo Kurdan stratejiya şer e.
Bi Amerîka-Îsraîl re helwestek çawa hebe? Dive ne li kêleka wan û nejî li dijî wan siyasetek me tunebe. Ev şer, ne şerê me ye!!
Li Îranî wê sîstem were guhertin û desthilatdariyek nû were avakirin. Kurd ji anha de bi vê desthilatdariya nû re wê siyasetek çawa bimeşîne li du vê yekê bikeve. Gel xwe ji bo wê rojên zehmet jî amade bike. Ew 5 partiyên hatinin cemhev û eniyek ava kirine, mîsyona wan, ji bo stratejiya nû, gel ji îhtimalên êrişên dijwar biparêze ji anhada tedbîran bigire.






