Ronahî Sadûn/Qamişlo
Malbatên dîlgirtiyan xiyaneta ku li zarokên wan hate kirin şermezar kirin û bang kirin ku çarenûsa zarokên wan bên diyarkirin, ji ber heya niha agahî li ser wan tuneye ku sax in an mirî ne û gotin; “Çavên me li rêya zarokên me yên dîlgirtîn e.”
Planên dewletan li ser gelê Kurd bûne bela
Planên li ser gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi êrişa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re careke din ket dewrê. Ev êriş bi xwe re gelek êş û azar bi serê xelkên Rojavayê Kurdistanê de anî. Ev plan ji dîrokê heya roja îro de li ser gelê Kurd bûne bela, gelê Kurd jî li hemberî vê belayê tişta di destê wê de ku ew jî têkoşîn, berxwedan, fedekarî, lehengî, parastin, şehîdbûn û serketin, dike.
Di 6’ê Çileya 2026’an komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, çeteyên Colanî û bi mudaxeleya rast rast ji dewleta Tirk, êriş li ser taxên Kurdan ên li bajarê Helebê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin destpêkirin. Piştî berxwedaniyeke bêhempa ji şervanên Kurd li van taxan, şervanan biryara xwe fedakirinê dan û bi wê helwestê têkoşîna xwe raber kirin. Çeteyan piştî taxên Kurdan, dor dan Dêrhafirê, li wir ji bo ku şer bêrfireh nebe û alozî pêk neyê, di navbera Hêza Sûriya Demokratîk QSD’ê û hikumeta Colanî de lihevkirinek pêk hat. Lê hezar mixabin çeteyên HTŞ’ê bi awayek hovane dema vekişîna şervanan de êriş kirin û gelek şervan li Dêrhafir, Reqa, Dêrazorê û Tebqa hatin êsîrkirin û gelek jî bi destê xiyanetê şehîd bûn. Bi taybet eşîrên Ereban ku ewqase sal bi xêra van şervanan di nava aramî û ewlehiyê de jiyan dikirin, lê dema ku çeteyên Colanî berê xwe dan herêmên wan, li pişta şervanan xistin. Lê tu carî hêvî ji van kesan nehatiye kirin, ji ber berê de gelek caran derba xiyanetê li der û dora xwe kirine.
Azadkirina dîlgirtiyan divê bi awayekî lezgîn pêk bê
Piştî domandina êriş û şer, bi zexteke mezin a ji berxwedana gelê Kurd li ser navneteweyî agirbest hat ragihandin û lihevkirineke di navbera hêza QSD’ê û hikumetê de pêk hat. Lihevkirin di 29’Çileyê de hat îmzekirin û di 30 Çileyê de hat ragihandin, ev lihevkirin li ser bingeha ku çareserî bi diyalogê ne bi şer û rijandina xwînê ye. Herwiha lihevkirin rêgirtina li ber windahiyên mezin bû. Di nava vê peymanê de gelek bend hebû, hemû jî bingehên wan parastin û misogerkirina herêmên Kurdan û xweseriya wê, di nav de jî yên pêkhateyên din. Lê tevî ku peymana 29’ê Çileyê di 2’ê Sibatê de ket meriyetê, ji wê demê heya niha xala ku divyabû berî her tiştî pêk bihat xala “Dayîna cenazeyên şehîdan û azadkirin dîlgirtiyan bû”, lê hikumet di pêkanina van bendan dereng dixê, wekî ku çawa dorpêça li ser Kobanê jî dewam dike. Heta niha jî, hejmara rastîn a şervanên ku hatine girtin û winda bûne bi awayekî fermî nehatîye eşkerekirin. Hin jî dîlgirtiyan jî ji şerê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî windane û heya niha tu agahî ji wan nehatiye, lewra malbatên wan banga her kesî dikin ku vê bêdengiyê bişkînin û çarenûsa zarokên wan were diyarkirin.
Di vê çarçoveyê de malbatên girtiyan ji Rojnameya me re axivîn û daxwaze diyarkirina çarenûsa zarokên xwe û
radestkirina cenazeyên şehîdan kirin.
‘Heta kengî wê zarokên me winda bihêlin’
Ebdulkerîm Osman bavê dîlgirtiyê bi navê Azad ku ew 7 sal in agahî jê tune ye diyar kir ku ew dixwaze nas bike kurê wî çi pê hatiye û wiha got: “Di şerê Serêkaniyê de li ser rê kurê min bi hevalê xwe re hatin girtin û ketin destê Hatim Ebû Şeqra de. Hatim niha di nava vê hikumetê de cihê xwe digre û wî kirine cihê biryarê jî, tevî ku destê wî di şehîdxistina Hevrîn Xelef de û gelek sûcên din de jî heye. Kurê min bi şehîd Hevrîn Xelef a ku her kes çîroka wê nas dike, re bû. Ji dema ku ew hatiye girtin û heya niha çarenûsa wî nediyare ku ev 7 salên wî diqedin. Em daxwaza zarokê xwe dikin ku rewşa wan bidin diyarkirin. Ev kes mislimantî, irf û edet li gel wan nemaye. Ehmed El-Şara dibêje pevguhertina dîlgirtiyan, ka heya niha yek dîlgirtiyên me derneketine. Heta kengî wê van zarokên me winda bihêlin. Radin behsa mislimantiyê dikin dibêjin rojiya Remezanê, ew rojiya çi digirin, eger zarokên ji kezeba dê û bavan re nade xuyakirin jiyan dikin an na.”
‘Zarok hîna bavê xwe nedîtiye, ji ber bav dîlgirtiye’
Ebdulkerîm Osman axaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji dewletên cîhanê û neteweyên yekbûyî hemû re ku xwedî li van dîlgirtiyan derkevin û zextê bikin ku rewşa zarokên me bên diyarkirin. Kurê min niha xwedî zaroke, lê zaroka xwe ya dawî nedîtiye ji ber berî ku zaroka wî çavê xwe li dinyayê veke ew hat girtin. Hêvî dikim zaroka wî bavê xwe bibîne û êşa me bidawî bibe.”
‘Çavên dayik, bav, hevjîn û zarokan li rêya dîlgirtiyan e’
Mewlûda Iskan bi çavên tijî rondik û dilek şikestî anî ziman ku ev zêdeyî 40 rojî kurê wê dîlgirtî ye û wiha got: “Kurê min ev zêdeyî 40 rojin ji aliyê çeteyên Colanî ve hatiye girtin, em tiştekî li ser nizanin lê tenê em dizanin li Reqayê hate girtin. Daxwaza min jî ku em bizanin kurê min li ku ye û zarokê me berdin. Kurê min sê zarokên wî hene, çavên wan her li rêya bavê wan e. Bi hêvîne di zûtirîn dem de agahî ji zarokên me bên û serbest bên berdan.”
‘Xiyanetî li kurê min û hevalên wî hatin kirin’
Îlham Şêxmûs dayika ku hîna birîna wê ya li ser kurê wî şehîd nehatiye kewandin, niha jî êşa kurê xwe yê girtî jî dikşîne. Ilham Şêxmûs diyar kir ku xayîntî li kurê wê û hevalên wî di dema vekişînê de hat kirin û wiha bilêv kir: “Beriya 3 mehan kurê min şehîd bibû, niha jî di dema êrişên li ser herêma me li Dêrhafir kurê min bi xiyanetê hat dîlgirtin. Lewma daxwaza min ewe ku êsîrên me xuya bikin, da ku em zanibin girtîne yan mirîne, li ku bin em dixwazin nas bikin ji bo em rehet bibin, ger êsîr bin em zanibin êsîrin û şehîd ketibin em razîne. Ji ber di karên wan de her tiştê wisa li pêşiya wan bû. Lê armanca wan ewbû ku parastina welatên xwe bikin. Em bi hêvîne aramî pêk bê û ev hemû bidawî bibe, êdî em westiya ji bendemayênê, ev 15 sal em di vê rewşê de ne, lê sînorek ji sebrê re heye.”
‘Em bi şervanên xwe serbilindin û bi şehîdên xwe mezin in’
Îlham Şêxmûs axaftina xwe wiha bidawî kir: “Layê min yê dîlgirtî niha, dema ku çû şer pir kêfxweşbû û digot em ê biser bikevin, îro roj roja şêra ye, heger îro nerim parastina cih û ware xwe nekim, gelo kengî her im. Em ewqase sal berxwedanê dikin ji bo rojeke weke îro ku em têkoşînê bikin. Dîsa jî em bi xêra şervan û şehîdên me, em heya niha di ewlehî û aramiyê de ne. Em bi hemû şervanan serbilindin. Asta em gihanê bi keda û xwîna şehîdên me ye”






