Esma Mistefa/Qamişlo
Jinên Êzidî li Rojavayê Kurdistanê dan zanîn ku gefên li ser Şengalê bi armanca dubarekirina fermanê ye. Herwiha jinên Êzidî tekezî li ser parstina mafê civaka Êzidî di destura Iraqê de kirin.
Bi geşedanên dawiyê yên ku li Rojava û Sûriyê qewimêne re, xuya dibe ku destwerdana Tirkiyê ji Iraq, Rojava û Başûrê Kurdistanê re ne li ber niyeta rawestandinê ye. Niha dixwazin bi gevxwarinên ji bo hikumeta Îraqê Şengalê tengav bikin û bi niyeta rûdana şer û êrişeke mezin, li ber sekinîne. Ev yek jî bi gotina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re dema gotiye “piştî Rojava dora Iraqê ye” û bi taybet bal kişand ser Şengal, Kerkuk û Mexmûr. Ji ber vê yekê niha hikumeta Iraqê bi amadekariyê leşkerî li derdora Şengalê sekiniye û xeteriya li ser civaka Êzidê careke din nû dibe.
Têkildarî van mijaran Berpirsa Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê Suad Hiso û Berdevka Fermî ya Yekîtiya Jinên Êzidî li Rojava Hediye Şemo ji rojnameya me re axivîn.
Suad di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serbestberdana DAIŞ’ê û hewildanên qirkirina civaka Êzidî û wiha
got: “Ji bo gev û hewildanên êrişkirina Şengalê, hat xuyakirin ku piştî serbestberdan û vejandina DAIŞ’ê careke din di Sûriyê de ku bi taybet bi şerê li ser Rojavayê Kurdistanê re ev yek berbelav kirin. Her wiha veguhestina 5 hezar DAIŞ’î ji Iraqê re, gefên Hakan Fîdan yên ji bo Şengalê û rûniştinên ku di navbera rayadarên Îraqê de têne kirin, ev hemû xeteriya li ser pêkanîna komkujiyeke nû li ser Şengalê derdixe holê.
Ev yek metirsiya 2014’an ya fermana qirkirinê tîne bîra me. Di wê qirkirinê de me dît ku çawa îxanet hate kirin, hikumeta Iraqê di Musilê de çekên xwe ji DAIŞ re hêştin, her wiha 12 hezar Pêşmerge ji hundir Şengalê vekişiyan. Rastiya ku tenê hêza YPJ’ê, YPG’ê û YPŞ’ê li wê derê şer kirin û Şengal rizgarkirin, tikes nikare vê rastiye înkar bike. di wê demê de bi hezaran jin, gel û zarok hatin qetilkirin û revandin. Piştî 2015’an civaka Êzidî xwe kom kir, îradeya civaka Êzidî derket holê û xweseriya xwe avakirin her wiha rêxistinbvûyîn û hêzên xwe leşkerî avakirin û 11 sal in li ser re derbas dibe.
Îro careke din piştî êrişên Rojava xwestin berê xwe bidin Şengalê. Dixwazim viya jî bînim ser ziman ku di hevdîtinên Fermandar Mazlûm Ebdî bi dewletê re, jê hat xwestin ku QSD’ê tevlî artêşê bibe û li hember Heşd el Şabî şer bike. Û bi redkirina vê yekê û îlankirina seferberiyê re. helbet dizanîn ku xeteriyeke mezin ber bi Başûr ve diçe.”
‘Divê mafê Êzidiyan di destura Iraqê de bê parastin’
Suad derbarê amadekariyên hikumeta Iraqê û helwesta Başûrê Kurdistanê de û wiha bilêv kir: “Di van demê dawiyê de xuyaye ku amadekariyên berbiçev derbarê êriş û gefên li ser Şengalê de têne kirin. Hikumeta Iraqê niha hemû çekên xwe li wir amade kirine û çekên civakê yên kesên sivîl ji wan distînin ku armaca wan bêçekkirina civakê ye. Her wiha li hember vê rewşê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê; ev her du wê çawa baweriyê li gel civaka Êzidî çêkin careke din?
Ev nîşaneya ku çawa berê di 14’an de bêdeng bibûn vê carê jî ev yek xwe dubare dike û xeteriyê li ser gel û civaka Êzidî nû dike. Armanca van ji van gef û êrişan; yek ku hêzên YPŞ’ê bi bin bixînin, Rêveberiya Xweser ya Şengalê hilweşînin her wiha îradeya gel bişkînin. Îro divê em ji hikumeta Iraqê re viya bêjin. Ger hikumeta Îraqê mafê civaka Êzidî di destura xwe de biparêze wê demê em ê çek deynin, heyanî niha tu maf û taybetmendiya civaka Êzidî li ser çavan re negirtiye. Ger ev maf neyê parastin, wê demê em ê jî parastina xwe bikin.
Ya din gelek welatên navneteweyî bi jenosîda li ser Civaka Êzidî hatiye kirin, bawer û qebûl nekirine. Yek ji wan dewletan jî Iraq ku her tişt li ser axa wê hate kirin, heyanî niha bi jenosayda Êzidiyan qebûl nekiriye.”
Suad di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew bang li hikumeta Îraqê dikin ku mafê gelê Êzidiyan di destura xwe ya hundirîn de qebûl bikin û biparêzin, ger wiha neke divê leşkerên xwe ji Şengalê bikşîne û wê parastina xwe bikin. Divê di vê pêvajiyê de civaka Êzidî û gelê Kurd li ser piya be.
‘Rojava ji bo Şengalê alîkarê herê mezin bû’
Hediye Şemo di axaftina xwe de bal kişand ser fermanên li ser Şengalê hatine kirin her wiha parstin û alîkariya
Rojavayê Kurdistanê ji bo civaka Êzidî û wiha pê de çû: “Fermanên ku hatine kirin ji dîrokê heyanî niha li hember pêrozbûn û kevinbûna vê baweriyê hatin kirin. Hemû ferman jî bi destên hêzên nijadperest yên ku niha li ser serweriyê ne hatin kirin, fermana 2014’an jî bi destê wan hate kirin ku ya herî dijwar bû di dîroka mirovahiyê de. Em ji bîr nakin ku çawa Rojavayê Kurdistanê li kêlek Şengalê sekinî û dilê xwe ji civaka Êzidî re vekir. Gelê Kurd yê li Rojava bû hêz û desteka herî mezin ji Şengalê re.”
‘Parastina Şengalê erka hemû gelê Kurd e’
Hediye di domdariya axaftina xwe de ev anî ziman: “Parastina Şengalê erkekî bingehîne li ser hemû gelê Kurd. Gelê me yê li Ewropayê yên li çar aliyên Kurdistanê dibê piştgiriya vê pêvajoyê bikin. Bi van gef û pilanan re, armanckirina fermaneke nû tê kirin, hîna civaka Êzidî birînên xwe yên 2014’an derman nekiriye. Ji ber wê yekê guhertina qedera Şengalê erkekî li ser milê hemû Kurda ye. û di serî de divê hemû gelê Kurd bang bike da ku Hikumeta Iraqê mafê civaka Êzidî di destura xwe de biparêze.”






