Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Jinek bibe dadmend ne xeyal e li Rojavayê Kurdistanê em dadmend in’

04/03/2026
in JIN
A A
‘Jinek bibe dadmend ne xeyal e li Rojavayê Kurdistanê em dadmend in’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Dadmenda di Edaleta Civakî ya kantona Cizîrê de Nifuse Hiso da zanîn ku civaka Rojhilata Navîn nikare jinê di lutkeya serkeftinê de bibîne ji ber wê şerê projeya Netewa Demokratîk dikin û got, “Jinek bibe dadmend ne xeyal e, li Rojavayê Kurdistanê em dadmend in.”

Di Nava Rojhilata Navîn ya ku di nava hişmendiya deh hezar salin hatiye fetisandin, li vê derê projeya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe mînak ji hemû cîhanê re. Di cîhana ku gelek zehemet û kême ku em jineke dadmend bibînin û bi taybet Rojhilata Navîn de bi yek carî vê yekê qebûl nakin û xwendinekî bi vî awayî nakin milkê jinê. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku bû 14 sal in xwedî tecrûbeya Neteweya Demokratîke, jin di asta dadmendiyê de cihê xwe digrin û dibin cihê biryargirtina edaletî.

Têkildarî rolgirtina jin di dadmendiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dadmend Nifuse Hiso ji Rojnameya me re axivî.

Pêşxistina jinê bandorê li zihniyetê dike

Nifuse di destpêkê axaftina xwe de bal kişand ser gavavêtinên jin yên destpêkê di aliyê parêzerî û dadmendiyê de û wiha got: “Di destpêka Şoreşê de em weke hiquqnas tevlî bûn, em çend jinên hiquqnas me navendek vekir. Her wiha me navendek ya lêkolînan vekir da ku em girêdayî mijar û pirsgirêkên jin pê re dimînin lêkolînan çêbikin. Her wiha mala jin hate avakirin û wiha me bi hev re dest bi kar kir. Di wan salan de pirsgirêkê ku bi jinê re dihatin qewmandin ji pirsgirêkên heyî ne dur in. Her di aliyê hevjîn, malbat, zarok û civakê ve rastî pirsgirêkan dihat. Helbet ji ber civaka me jî ji hişmendiya ku di nava pergalê de hatiye belavkirin ne qut e. Lê belê em bi dema niha re hinekî tînin ber hev, ne ku zihniyeta mêr gelek hatiye guhertin lê belê jin bi cesaret, bi biryar, hêz, xwestek û bê ku serê xwe bitewîne derketiye holê. Ev yek jî bandor li mêr û zihniyeta civakê dike.”

‘Jinek bibe dadmend ne xeyal e li Rojavayê Kurdistanê em dadmend in’

Nifuse bal kişand ser hişmendiya ol ya li ser jinê û wiha bi lêv kir: “Di ol de dibêjin ku jin hestiyar e, û di mîras, şehadet û her tiştî de nîv dihesibînin. Ev yek her çiqas civak û jiyana mirovan pêşketiye jî lê di ol û baweriyan de ev zihniyet hê jî tê parastin. Heya niha jî tu baweriya wan bi gotin û biryarên jinê çênabin. Ev yek jî di tevahî Rojhilata Navîn de heye û guhertina wê jî qebûl nakin.

Ev ne tenê bi ol ve girêdayî ye, di esas de bi hişmendî û fikir ve girêdayî ye. Civaka Rojhilata Navîn nikare jinê di lutkeya serkeftinê de bibîne. Nikare jinê di cihên biryardariyê de bibîne. Ji ber wê jî ev hişmendiyên seqet şerê me û pirojeya me dikin. Civakek di hin aliyan de xwe gelek li pêş dibîne û avahiyan radike, lê di aliyê jin, maf û ol de hê jî bi dest û lingan li pey kevneşopiyên xwe ne. Lê belê em dibînin ku di tecrûbeyên xwe re ku ev tişt ne xeyalî ye, dadmendek bibe jin ne ku nabe, ne ku nikare biryar bide û bi edalet tevbigere, em dadmend in û bi dehan hevalên min yên jin hene ku di nava vê projeyê de dadmendiyê dikin.”

‘Bila li ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê binêrin, çawa ku jin dibin dadmend’

Nifuse di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Di Rojavayê Kurdistanê de jinan hemû qalibên civakî, olî û hişmendî yên kevneşop yên li ser jinê guhertin û bandora xwe li ser hemû pêkhateyên di herêmê de kirin. Ev yek ne tenê di Rojava de dan avakirin bi cêhwaziya xwe karîn ku bala hemû cîhan û civakên derve jî bikşînin. Em bi hêvî ne ku piştî van guhertinên ku di Sûriyê de hatine çêkirin em bikaribin bandorê li ser hişmendiya heyî bikin. Her wiha hebûna jinê di hemû alî û xebatan de diyarker bibe. Jin dikare bike parêzer, dadmend, hevjîn û dayîk jî. Tu kes nikare li pêşiya xwesteka jinê bibe asteng. Tenê divê hişmendî bê guhertin û binêrin li ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku çawa jin dikare bibe dadmend û biryarên edaletî bistîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.