Stêrk Mihemed/Qamişlo
Bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî, em ê destkeftiyên Şoreşa Jinê biparêzin” Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn konsertekê ji bo piştgiriya YPJ’ê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê lidarxistin.

Ji bo piştgiriya Hêzên Parastina Jin (YPJ) û parastina destkftiyên Şoreşa jinê bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, em ê destkeftiyên Şoreşa Jinê biparêzin” çalakiyên cûr bi cûr li Kantona Cizîrê tên lidarxistin.
Îro bi beşadariya bi dehan ji gelê Qamişlo û endamên çand û hunerê, Tevgera Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn li pêşiya navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo li Qamişlo konsertek pêşkêş kirin.
Konsert bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyana Şehîdan destpêkir. Piştre li ser navê Koordînasyona Hîlala Zêrîn Şerîn Reşîd axivî.

‘‘YPJ’ê nasnameya me ye’’
Şerîn Reşîd diyar kir ku îro em weke tevgera Hîlala Zêrîn a Rojavayê Kurdistanê xwast ku para wan di vê kampanyê de hebe û wiha got: “Yê ku di Şoreşa Rojava de pêşengtiya, parastin û xebat daye meşandin heya roja me ya îro jin e. Li gorî hemû zehmetiyan û astengiyên li pêşiya jinan, lê dîsa jî gav bi paş de neavêtin. Îro pêwistiyên me bi gavên herî girîng heye, banga Rêber Apo ji bû me heye da ku em tekoşîna xwe hîn zêdetir xort bikin. Di vê demê de em ê ne tenê li ser asta Rojavayê Kurdistanê kar bidin meşandin, lê ji me tê xwastim em li ser asta Rojhilata navîn kar û xebatê bidin meşandin.”
Şerîn Reşîd tekez kir ku Rojhilata navîn niha di nav aloziyeke mezin de jiyan dike û wiha domand: “Em weke jin wê çi bikin, role me wê çawa be, em ê kar û xebatê çawa bidin meşandin girînge. Em weke xebatkarên vê Şoreşê ji 2012’an ve me ev destkeftî parast, ji me çi tê xwastin berdel çi dibe bila bibe em ê dîsa van destkeftiyên heyî biparêzin û mezin bikin. Hêza me ya sereke YPJ’ê ye, YPJ’ê nasnameya me ye, di roja me ya îro de û di dewletê heyî de eger ev hêz neyê qebûlkirin tê wateya ku em hemû jin nayên qebûlkirin. YPJ’ê em in, em jî YPJ’ê ne. Di rojên herî zehmet de jinan çek rakirin ser milên xwe û taxên xwe parastin li kêlek hevalên xwe yên YPJ’ê ev jî erka me ye.”
Şerîn Reşîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em tevahî jin bibin yek dest û li hember êrişên li ser Rojava û Rojhilata Navîn bikaribin destkeftiyên heyî bi Jin, Jiyan, Azadî biparêzin. Ev destkeftiyên ku bi xwîna Şehîdan hatiye avakirin, Şehîdên ku heya roja îro bost bi bost bi xwîna xwe Rojava avdane ji bo tevahî Şehîdan û Şehîd Denîz, Arîn, Barîn û yên ku nayên hijmartin di şexsê hemû Şehîdan de em dibêjin Şehîdên me hertin zindî ne, wê hertim zindî bimînin û ji bo wan em weke xebatkarên çand û hunerê em soza xwe nû dikin û Jin Jiyan Azadî.”
Bernameyê Konsertê wiha bû:
Şano bi navê Darsîn ya bajarê Hesekê
Nêrînê koma Dayikan
Hunermend Sumeya stran got
Koma Stranan






