Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êşa nexweşan û temenmezinan li stargehan girantir dibe

01/03/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Êşa nexweşan û temenmezinan li stargehan girantir dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Kal û pîrên koçber hewceyî lênêrînek taybetî û şert û mercên jiyanê yên guncaw in. Girîng e rastiya wan a tenduristî, civakî û mirovî were fêmkirin, ji ber pirsgirêkên ku ew pê re rûbirû ne, bandorê li jiyana wan a rojane dikin, lewma ew hewceyê baldariyek mezintir in.

Pêlên dubare yên koçberiya bi darê zorê ji ber êrîş û bombebarana berdewam, bi hezaran malbat neçar kirine ku malên xwe biterikînin û li dibistan û avahiyên giştî yên ku veguherîne stargehên demkî li stargehek ewle bigerin. Vê koçberiyê bandorek mezin li kal û pîr û nexweşan kiriye, ku bêyî lênêrîna bijîşkî ya birêkûpêk an piştgiriyek têrker bi pirsgirêkên girîng ên tenduristî û jiyanê re rû bi rû ne.

Di vê çarçoveyê de, berpirsekî yek ji stargehên ku koçberên ji Efrîna dagirkirî lê dimînin, piştrast kir ku gelek kesên pîr ji nexweşiyên zehmet ên wekî nexweşiya dil, şekir û tansiyona bilind dikişînin, lê belê ti aliyekî peywendîdar destwerdan nekiriye da ku piştgiriya bijîşkî ya têrker ji wan re peyda bike. wî destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd tenê carekê serdana nexweşan kiriye, lê navend çar kesên temenê wan di navbera 60 û 70 salî de ne ku ji van nexweşiyan dikişînin, ji ber vê yekê ew pir hewcedarê lênihêrîna tenduristiyê ya berdewam û şopandina bijîşkî ya bi awayek dewerî in. Ev jî cihê serbilindûnê ye weke ku tê dîtin ên temen mezin ji xwe re hemû ezmûn ceribandine.

Koçberiya bi zorê û bandora wê li ser tenduristiyê

Di serdana yek ji dibistana ji xwe re wek stargeh dibînin li Qamişlo de, Reşîd Mihemed Mûsa, koçberekî ji bajarê Efrîn, vegot ku ji sala 2018”an vir ve çar caran koçber bûye û wiha got: “Ji ber westandin, tirs û şert û mercên dijwar, di dema rêwîtiya me de nexweşiya dil bi min re çêbû û neçar man ku bêyî pereyên pêwîst biçim nexweşxaneyê. Bi kerema Xwedê, ez karîbûm muayeneyek belaş ji bijîşk bistînim. Malbata, min ya ji neh kesan pêk tê, di zehmetiyên mezin de me, ji ber ku hevjîna min ji ber sermaya dijwar û şert û mercên koçberiyê ji ber kêmbûna bihîstinê dikişîne, ev yek jî me bi berdewamî bi derman û muayeneyên bijîşkî hewce dike. Di heman demê de hevjîna min hewce dike ku emeliyatek vekirina damaran bike, lê rewşa psîkolojîk û ewlehiyê û zexta darayî nahêle ku ew vê yekê bike, nemaze ji ber ku lêçûna emeliyatê digihîje nêzîkî 50 milyon lîreyên Sûrî, ku ew di şert û mercên heyî de nikare peyda bike. Rewşa tenduristiya min jî hewceyê çavdêriyek domdar e, ji ber ku ez ji êşa singê jî dikişînim, ku heke neyê dermankirin jiyana me di xetereyê de ye. Niha jî, em bi tenê xwe dispêrin dermanên ku ji dema gihîştina me ya navendê ve ji me re hatine dayîn.”

Di dawiyê de, kesê koçber Reşîd Mihemed Mûsa hêviya xwe ya vegera bi ewle ji bo erd û mala xwe, bê tirs û fikar, piştî salan koçberiya bi darê zorê ya berdewam anî ziman.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.