Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Remezana Sûdanê di nava hêvî û birçîbûnê de ye

01/03/2026
in CîHAN
A A
Remezana Sûdanê di nava hêvî û birçîbûnê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên

Remezana îsal li Sûdanê di nav aloziyeke dijwar de hat ku gelê wê ji ber şer û bihayên zêde êş ji kêmbûna xwarinê dikşînin. Lê tevî çavkaniyên kêm jî, gelê Sûdanê hewl dide ku giyanê hevkariyê û hêviyê biparêze.

Îsal gelê Sûdanê meha Remezanê di nav şert û mercên mirovî û jiyanî yên dijwar de pêşwazî kir. Meha pîroz a ji bo pîrozkirina adet, rê û resmên taybet veguheriye serdemeke ji êşê di nav pirsgirêkên aborî yên zehmet û aloziyên berdewam de ku welatî neçar dimîne di şert û mercên bêhempa yên dijwar de, di navbera bihayên xwarinê, qûtbûna elektrîkê û avê de bijîn.

Rê û resmên Sûdanê ji ber şer hatin windakirin

Gelê Sûdanê meha Remezanê bi rê û resmên kevneşopî û adetên gelêrî ku ji paqijkirina malê, kirîna lalîkên nû yên taybet ji bo Îftar û paşîvê, hilanîna xurman, çêkirina şêraniya bi navê “El-Ebrî” ku wekî vexwarina herî bi nav û deng li Sûdanê tê nasîn, amadekirina xwarinên hişkkirî û hurkirina genim ji bo çêkirina şorbeyê ku di sifreyên Remezanê de tiştek bingehîn e; pêşwazî dikirin. Di heman demî de, gelê Sûdanê berî rûdana şer li mizgeft, meydan û qadên giştî îftarên hevbeş (xwarinên rojiyê) li dar dixistin. Ev sala sêyemîn e atmosfera cejn û şahiyê li Sûdanê li pey xwe dihêle ku ji ber şer, dûrketina ji warên xwe, penaberbûn û koçberiya bi darê zorê di nava kampên belengaziyê ku tê de birçîbûn, xizanî û nexweşî belav dibe; winda bû.

Zindîkirin û pîrozkirina meha Remezanê bûye xewnek ku gelê Sûdanê ji dûr ve dixwazin bigihêjin wê. Sifreyên Remezanê êdî bi heman baldarî nayên amadekirin, ji ber xirabûna rewşa darayî û kêmbûna mûçeyan di encama kêmbûna nirxa diravê Sûdanî de. Di Beşdarbûna civînên komî de, êdî ji ferdên heman malbatê wêdetir naçe.

Remezana di bin giraniya koçberî û birçîbûnê de

Îsal Remezan bi giraniya bandorên şerekî ku di naveresta Nîsana 2023’an destpê kir, li ser Xertûmê hat. Bi milyonan kes naçar man ku ji malên xwe birevin û li welatên cîran penaber bibin. Piştî zêdetirî 33 mehan ji koçberiyê, hin welatî vegeriyan paytextê, ​​lê vegera wan ne dawiya êşê bû, lê belê destpêka ceribandinek nû ya jiyanê ye.

Dîmenên rêzên dirêj li pêşiya xwaringehên xêrxwaziyê êdî ne îstîsna ne, lê wêneyekî rojane ye ya bajarekî ku ji sedî 60 zêdetir nifûs wê çavkaniya xwe ya dahatê winda kiriye.

Vîdyoyek ku ji hêla çalakvanan ve li ser medyaya civakî hatiye weşandin, jinên ku lalîkên plastîk hildigirin, zarokên ku bi cilên dayikên xwe ve girêdayî ne û mêrên ku ji rojî û fikaran westiyayî li benda xwarinek sade ji xwaringeheke xêrxwaziyê ne, xwarinek ku dibe ku têrê neke birçîbûna wan temam bike. Lê ji bo şikandina rojiya rojek din li bajarekî ku birînên wî hîn baş nebûne têrê dike. Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, li Sûdanê nêzîkî 21 milyon kes êşê ji birçîbûneke giran dikişînin.

Hilweşîna aborî

Zêdetirî ji sedî 60 ji welatiyên Xertûmê çavkaniyên dahata xwe winda kirine. Kar kêm e û mûçe ji ber hilweşîna tûj a diravê herêmî kêm bûne. Ji destpêka şer ve Cinêha Sûdanê ji sedî 500 zêdetir nirxa xwe winda kiriye, nirxa dolar gihaştiye 3700 cinêha Sûdanî, berî şer ku destpêkê bike nêzî 600 cinêh bû. Di heman demê de li bazaran bihayên kelûpelan qidreta welatiyan derbas kiriye.

Li bazara navendî ya Xertûmê, sebze û fêkî bi mîqdarên kêm têne firotin ji ber ku malbat êdî nikarin hemû pêdiviyên xwe bikirin. Firoşkar piştrast dikin ku veguhastin, karker û lêçûna kelûpelan bi xwe her tim zêde dibin, di heman demê de hêza kirîna mirovan kêm dibe.

Xwaringehên xêrxwaziyê

Li herêma Hec Yûsif a rojhilatê Xertûmê, hejmara kesên hewcedar li pêşiya xwaringehên xêrxwaziyê roj bi roj zêde dibin, xwarinên ku çend meh berê têra bi sedan ji malbatan dikirin, niha bi zorê nîvê pêdiviyên wan tên peydakirin.

Ji ber kêmbûna budeceyê, ew kesên ku van înîsiyatîfan destpê dikin neçar dimînin ku xwarinê kêm bikin, da ku karibin xwarinê bidin hejmareke mezin ji kesên hewcedar. Bernameya Xwarinê ya Cîhanî hişyarî dide ku xebata wê li Sûdanê heta Hezîrana bê hewceyê 700 milyon dolarî ne û tekez dike ku nebûna fînansmana lezgîn, dê bi mîlyonan kesan ji alîkariya xwarinê ya girîng bêpar bike.

Vegerek bê xizmet û bazarên bê rehme

Tê texmînkirin ku hejmara kesên ku vegeriyane Xertûmê gihaştiye 1,2 milyon kes, ji eslê 9 milyon kesên ku berî destpêkirina şer li paytext dijiyan. Ji sedî 70’ê zêdetir ji wan ji katagoriyên kêmdahat in, ew vegeriyan malên xwe û li taxên wan xizmetên bingehîn lê tune ne û di bazarên wan de, di nava şeş mehan de nirx bilindtir dibe.

Zehmetî ne tenê bi malbatên xizan re sînordar in, heta karmend û xwediyên karsaziyan jî ji xirabûna rewşa jiyanî astengiyan dikşînin, ji ber bacên zêde ku li ser wan tê ferz kirin ku li hember destpêkirina kar û xebatên wan digrin.

Birçîbûn ne tenê li paytextê sînordar e

Şer li Sûdanê berdewam dike ku beşên mezin ji welat hatine wêrankirin. Li wîlayeta başûrê Kendevan, Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî li Kaduglî paytexta wîlayetê birçîbûn ragihand û hişyarî hat dayîn ku li Dilingê jî rewşên wiha dibe ku derkeve holê. Di heman demê de li Faşirê paytexta wîlayeta Darfûra Bakur jî birçîbûn hat ragihandin. Ev yek di demekê de tê ku li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 21 milyon kes an jî nîvê nifûsa Sûdanê, bi astên bilind ên bêewlehiya xwarinê ya tûj re rû bi rû ne.

Tevî hemû tiştî, îftarên hevbeş li kolanên Sûdanê vegeriya ye

Li Xertûmê, şikandina rojiyê êdî ne tenê rê û resmek rojane ye, lê kêliyek e ku têkoşîna rojekê li dijî birçîbûn û bêkarî vedihewîne. Tevî her tiştî, hin îftarên civakî ji destpêka şer ve îsal cara yekem vegeriyane kolanên paytextê. Sifreyên sade, lê dîsa jî peyama berxwedanê hildigirin.

Rêzên li pêşiya xwaringehên xêrxwaziyê berdewam dikin, li bendê dimînin û hêvî berdewam dike, her çend tenê ji bo xwarinek ku berî nimêja mexribê bi lez tê belavkirin be jî. Remezan li Sûdanê îro ne wekî berê ye, lê ew hîn jî cihek ji bo sebir, hevgirtinê û xwegirtina bi jiyanê re di nav kavilan de ye.

Di heman demê de jî şer û pevçûn di navbera artêşa Sûdanî û Hêzên Piştgriya Lezgîn li hemû aliyên Sûdanê berdewam dike, di encama vî şerî de aloziyeke mirovî ya “bê sînor” derket holê, wekî ku Neteweyên Yekbûyî bi nav kiriye.

Şerê berdewam ê di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji Nîsana 2023’an vir ve Sûdanê parçe parçe kiriye. Di encamê de bi 10 hezaran kes mirin, bi milyonan kes koçber bûn, bajar û binesazî hilweşiyan. Li gelek deveran, birçîbûn hatiye ragihandin. Xertûm herwiha bajarên Um Dirman û Behrî jî di nav de, du salan navenda şer bûn, lê ji dema ku artêşê di Adara borî de kontrol kir, aramî vegeriyaye û di nav wêraniya şer de deriyê vegera hêdî hêdî bo jiyanê hat vekirin.

Hêjayî gotinê ye ku şerê li Sûdanê bûye sedema xirabûneke mezin di rewşa aborî de ku berê bi xwe jî hilwişyayî bû û rêjeyên pir mezin ji sedî 100 derbas bûne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.