Ehmed Goyî
Di nav tarîtiya şerê navxweyî yê Suriye de, di nav kaosa siyasî û jeopolîtîk a herêmê de, Rojava ne tenê wek herêmekê xweparastinê derket holê; ew wek bi hişmendîyek Netewî, wek rêxstinek mafparêz û wekhevî, wek gotinek nû ya li ser demokrasî, wek daxwazek xwe-rêveberiya gelan jî xwe nîşan da. Di nav şert û mercên herî dijwar de, modeleke rêveberiya herêmî, ku li ser bingehên hevjiyana gelan, azadiya jinan û rêveberiya komînal hat avakirin, bi navê Rojava di dîrokê de cih girt.
Lê statû ne tenê bi çeperên şer de tê parastin; statû bi hişmendî, bi aborî û bi dîplomasî jî tê xurtkirin. Li vir rola diasporaya Kurdî derdikeve pêş.
Diaspora wek Hêza Nerme
Kurdên ku li Ewropa, DYA, Kanada û welatên din ên li Diasporeyê dijîn, di nav pergalên demokratîk de xwedî maf û amûrên qanûnî ne. Ev maf û amûr, eger bi stratejiyeke dirêj û sazûmanî werin bikaranîn, dikarin veguherin hêzeke dîplomatîk a girîng. Lobîkirin ne tenê nivîsandina nameyan e; ew avakirina têkiliyên domdar, çêkirina torên siyasî, û gihîştina ajandaya parlementeran e. Rojava divê ne wek mijareke şerê herêmî, lê wek modelek mafnas wekhevîya gelan û demokrasiyê were şîrove kirin. Diaspora dikare gotûbêja mafên mirovan, parastina azadiya jinan û hevjiyana etnîk bikevin nav gotûbêjên siyasî ya welatên xwe.
Heger Rojava di zimanê siyaseta navneteweyî de veguherê ji “krîzek herêmî” ji bo “çarenûsek civakî”, ev guherîn bi destê diasporayê wê pêk vere.
Aborî: Bingehê Statûyê
Statûya siyasî bê bingeha aborî nabe, Di şert û mercên ambargoyên dewletên cîran, û astengiyên bazirganiyê de, Rojava hewceyê sermayeyê, zanistê û tecrûbeya teknîkî ye.
Diaspora dikare Fonên şeffaf û kontrolkirî ava bike ku veberhênan bi awayekî sazûmanî rêve bibe, Di warê enerjiyên nûjen, çandiniya modern û teknolojiyên dîjîtal de xebat bike. Kooperatîfên herêmî bi bazarên Ewropayê re girê bide. Serxwebûna aborî, parastina biryara siyasî ye. Welatek ku xwe bixwe bîne ser xwe, di masa gotûbêjên navneteweyî de jî xwedî giraniyekî din dibe.
Zanist û Çand: Şerê Li Ser Vegotinê
Şerê li ser kurdên Rojava ne tenê êrîşa çete û hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiye ne, her wiha li nav qada Navnetewî siyaseta reşkirinê jî dimeşînin, li ser vegotinê, li ser wêneyê jî tê kirin. Gelek caran Rojava bi çavê ewlehiyê an bi çarçoveya leşkerî tê şîrove kirin. lê Rojava her wiha realiteyek e, Welatê Kurdan e li vî welatî milyonan kurd niştecihin, Kurd modelek ya Demoqrasîya herêmê ye.
Akademîsyen û nivîskarên diasporayê dikarin: Lêkolînên zanistî li ser modeleke rêveberiya herêmî bikin,
Ziman, dîrok û civaknasiya Kurdî bixin nav lîteratûra navneteweyî,
Konferans, panel û platformên zanistî rêxistin bikin.
Heke Rojava di nav zanistê de were nas kirin, ew meşrûiyeta xwe di asta cîhanî de xurtir dike.
Medya û Hişmendiya Raya Giştî
Di demekê de ku medyaya civakî dikare ajandayên cîhanî biguherîne, diaspora xwedî derfetan mezin e. Belgesazî, kampanyayên hişmendiyê — hemû dikarin wêneyê Rojava veguherînin.
Belgekirina binpêkirinên mafên mirovan û gihandina wan bo platformên navneteweyî, dikare zexta dîplomatîk zêde bike. Heger raya giştî di welatên demokratîk de were agahdar kirin, siyaseta fermî jî di dawiyê de bi bandor be, dê balê bikişîne ser Rojava.
Yekîtî: Şerta Serkeftinê
Diaspora, tevî cûdahiyên siyasî û fikrî, hewceyê platformeke hevbeş e. Armanc divê zelal bin:
Naskirina statûya qanûnî ya Rojava
Rakirina ambargoyên aborî
Parastina ewlehî û sivîlan
Stratejiyeke neteweyî ya domdar, li şûna reaksiyonên hestyarî yên demkurt, dikare encamên dirêj demê biafirîne.
Pirsa girîng ev e
Ma em ê tenê bi hest û hîskirina hestyarî bimînin, û ne xwe bi xwepêşandinekê tetmîn bikîn! an jî bi stratejiyeke rêxistî û domdar pêşeroja xwe ava bikin?
Heke hişmendiya neteweyî birêxistin bibe,
Hebûna miletê Kurd ne tenê bi xwîn, lê bi aqil û stratejî jî dê bê parastin. Û di vê pêvajoyê de, rola diasporayê ne kêmtir ji rola navxweyî ye belkî di gelek waran de girîngtir e.






