Volqan Elî
Gelo Trump û hêzên Rojavayî ji Îranê çi dixwazin?
Di serî de rastiyeke wisa heye; şerfiroşiya hêzên Rojavayî yên hegemon ne ji ber wê ye ku biçin gelên Îranî ji bin destê rejîma zordar a Hamaney xelas bikin.
Ta roja destpêkê ve taktîka hêzên hakim ên cîhanê ew e ku bi qasî karibe bi van dîktatorên Rojhilata navîn komkujî û qetlîaman bide kirin. ji Saddam bigre û herî dawî jî heta bi Beşar Esad wisa bû. Niha jî rejîma kujêr a Îranê di rêzê de ye…
Bi rastî heta bi 1990’î bizmarê cîhana me ya dihate zanîn wekî xwe saxlem bû: jixwe ew rewş-konjoktur jî bi şerê cîhanê yê duyemîn (di rastiya xwe de ‘şerê parvekirina cîhanê yê di navbera emperyalîstan de’) hatibû bidestxistin. Bi kurtî di encama vî şerî de cîhana wê demê bûbû du blok-cemser; ya yekê welatên sosyalîst ku hêza pêşeng Yekîtiya Sowyetan bû û ya duyemîn jî dewletên kapîtalîst ku pêşengiya wan DYE’ê dikir.
Ev rewş heta bi salên 1990’î hin caran bi rabûn û hin caran jî bi ketinê, baş yan jî xirab berdewam kir. Ev nayê maneya ku şer û alozî tinebûn, berewajî, pir şerên rizgariya neteweyî hatin meşandin û heta bi astekê şoreş hedefa têkoşeran bû, pêk hatin.
Di tevahiya vê serdemê de (1945-1990) nakokiyên heyî bi şerên şoreşgerî yan jî bi şerên dij-şoreşê dihatin çareserkirin. Şerên şoreşgerî ji aliyê gelan ve yan jî çîn û tebeqayên bindest ve dihatin meşandin. Hêz û rêxistinên bi vî karî radibûn xwe dispartin welatên sosyalîst. Ya din jî dewletên kapîtalîst di hemû şer û nakokiyan de bi piranî xwe dispartin DYE û bloka kapîtalîst. Ti hêz, rêxistin û dewlet ne bi serê xwe bûn. Ji van aliyan yek ji xwe re esas digirtin; wisa jiyana xwe didomandin.
Lê bi têkçûna Yekîtiya Sowyetan û bloka sosyalîst re, eger gotin di cih de be pergala cîhanê ji binî de şahitî. Çima? Lewra ji beriya vê, wekî dibêjin cîhan li ser du stûnan bû. Dema yek nema, pergala cîhanê tevahî têkçû.
Piştî vê dîrokê, bi taybetî jî bi Şerê Kendavê yê Destpêkê re (1991), hêzên hakim ên cîhanê bi pêşengiya DYE’ê hewl dan ku pergala cîhanê li gorî berjewendiyên xwe rêkûpêk bikin. Ji beriya vê, li Helebce û gelek cihên Başûrê Kurdistanê tevkujî û jenosîd ji aliyê Saddam ve li serê Kurdan hate meşandin. Hêzên hakim ên cîhanê pêşî lê vekirin ku Saddam van kiryaran pêk bîne. Li ser vê bingehê xwe rewa kirin ku destwerdana li Saddam bikin. Rejîma wê serdemê ya Saddam ne tenê li serê Kurdan, bi Erebên Şîa û hemû muxalifên xwe heman tişt kir.
Bêguman Îraq ji vê re mînakek e. Lê ne bi tena serê xwe ye. Mînaka herî balkêş û sosret teqandinên Bircên Cewî yên li DYE’ê bû. Tê zanîn di Îlona 2001’ê de rêxistina bi navê El-Qeîdeyê li DYE’ê di rêzeçalakiyên li dar xistiye zêdetirî pênc hezar mirov mir. Jixwe ji ber van encaman, ev bûyer têra xwe bi xof e. lê ecêba vê bûyerê ne ku El-Qeîdeyê ev tevkujî kiriye yan tiştekî din! Tiştê ecêb ew e; niha ji aliyê dewlet û hêzên navborî ve wekî li xwe mukur werin dibêjin ‘El-Qeîde yan jî nizanim kîjan zilamê wê yê mezin me perwerde kiriye û me hewandiye’. Dîsa tê zanîn ku nizanim çend hezar cihûyên li wan Bircên Cewî wezîfedar, wê rojê naçin li ser kar. Em nabêjin ew bûyer DYE û Cihûyan daye kirin; na! Ev gotin ne îdîa yan jî fikrên me ne; agahiyên ji ber destê rêxistinên wan ên îstixbaratê ve bi zanebûn hatine belavkirin. Jixwe ev jî bi dehan sal e ku ji aliyê her kesî ve têne zanîn; nemaye ku werin jibîrkirin.
Hêzen hakim ên cîhanê û bi taybetî jî DYE ev rêzeçalakî kirin sedem û herî dawî bi giranî 2010 li ser Rojhilata Navîn destwerdana xwe dane destpêkirin. Bi Tunusê dest pê kirin û di Sûriyê re derketin. Misir, Libya li gorî xwe dizayn kirin. Dema em vê dibêjin, li wan welatan dînamîka têkoşîna gelan tine nayê hesibandin. Berewajî, gelên herêmê hêza esasî ku li van welatan li dijî dîktatoran ketibû tevgerê bûn.
Îro jî heman tufan li ser serê Îran e tê meşandin. Derd û kula Trump û hêzên hakim ên cîhanê ne ew e ku rejîma xwînmêj a meleyên Îranê hilweşîne; derdê wan ew e astengên li Îranê ku li ser riya wan a bazirganiyê dibin kelem ji holê rakin. Eger ev kes Elî Hamaney jî be, dilê Trump pê naşewite! Ji ber ku her deqaya derbas dibe ji berîka Trump kêm dike. Sibe, du sibe dibe ku Erdoğan jî li ber çavê Trump bibe reş! Çima nebe? Dagirkeriya Tirk pir pesna xwe dide ku welatê wan pir jeostratejîk e; bira wisa ye! Eger vê rastiyê du sibe, Trump jî bibihîze…






