Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendineke kurt li ser destanê

01/03/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Xwendineke kurt li ser destanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Destan beşeke wêjeyî ye ku dîroka wê vediger hezarê salan, ew çîrokeke dirêj ku bi awayê helbestî hatiye nivîsîn. Destan dîroka gelan vedibêje, tê de çîrokên lehengî an jî evîndariya kesên taybet dibêje.

Destan, cûreyekî wêjeyî yê kevin e. Peyva “Dastan an Destan” peyveke Îranî ye. Di Kurdî da hem peyva destan hem jî peyva “Beyt, Qiset” tê bikaranîn. Li hemberî vê peyvê li Rojava “epos” tê bikaranîn. Epos bi bingeha xwe de Grekî ye û tê wateya çîrokên menzûm. Epos, ew serboriyên wesifdar û derasayî yên xweda, xwedawend, wekxweda û lehengan e ku bûyerên mezin ên qewimîne û di bîra civakê da bicih bûne[1]. Di destanan da bûyerên dîrokî û civakî yên karîgeriyeke mezin li ser civakê hiştî bi awayekî menzûm têne vegotin. Di jiyana netewan da gelek serhatiyên ku rengvedana wan bi borîna demê ra nehên jibirkirin hene. Ev serhatî dibe ku şerek an qehremaniya şexsekî an jî afeteke li kûrahiya civakê şopa xwe hiştî. Ev serhatî bi rêka destanê ve têne rengînkirin û dewlemendkirin. Jibo ku bi sanahîtir di bîra civakê da bête parastin bi awayê menzûm û rewanbêjî têne vegotin.

Wekî tête zanîn Destan di sê qonaxan derbaz dibin.

  1. Derketina Destanê: di vê qonaxê da hinek bûyerên dîrokî û civakî diqewimin û ev bûyer di xeyal û şuûra netewê ya hevpar da teşe digire. Kesên di van bûyeran da cih girtî di xeyala civakê da cihekî girîng digirin.
  2. Belavbûn: bi dewlemendkirina bûyer û lehengan ve destan belav dibe û nifş bo nifşî tête veguhastin.
  3. Tomarkirin: di vê qonaxê da destan ji aliyê hunermendekî anjî pisporekî tête nivîsîn û tomarkirin.

Destan di nava xwe da wekî destanên xweristî û destanên çêkirî dabeş dibin. Destanên xweristî ji bûyerên kevin yên karîgeriyek mezin li ser bîra civakê hiştî pêk tên. Ev cûre gelêrî ne û danerê wan ne diyar e. Lewra wekî malê gel an netewekê tête hisabkirin. Gilgamişa Sûmeriyan, Kalavelaya Fîniyan an jî Memê Alanê Kurdan numûneyên vê cûrê ne. Destanên çêkirî jî jibo destanên ji aliyê helbestvanekî ve hatine çêkirin tête gotin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Bihuşta Wenda ya Milton em dikarin bo vî cûreyî wekî mînak bidin.

 

Destan bi sê awayan hatine honandin. Hinek menzûm (helbestkî), hinek pexşan hinek jî ji menzûm û pexşana tevlîhev hatine honandin. Di edebiyata Kurdî da destan li dû naveroka xwe dibin sê beş: Destanên mêrxasiyê wekî Destana Kela Dimdim, Şerê Kolana Qumriyê; destanên evînê wekî Memê Alan, Ferx û Sitî, Sînemxan; û destanên ayînî wekî Hespê Reş, Kekemîr, Avdel Ûmeran, Şêxmend, Zembîlfiroş.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.