Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Êrişên dijî Rojava rê li pêşiya Şevçirayên Rojava girt’

01/03/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Êrişên dijî Rojava rê li pêşiya Şevçirayên Rojava girt’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Cîgirê serokê HRRK’ê Mistefa Ebdo da zanîn ku rewşa ewlehî û êrişên dijî Rojava bûn sedem ku çalakiya Şevçirayên Rojava neyê lidarxistin û got, “Şevçirayên Rojava çalakiyeke girîng e ji bo wêjeya Kurdî. HRRK’ê bi çalakiyên xwe hewl dide rêwîtiya karê netewî bidomîne.”

HRRK’ê ji bo parastin wêjeya Kurdî û pêşxistina asta rewşenbîrî li Rojava kar û xebatên bi sûd û giranbuha dimeşîne, yek ji xebatên wê yên domdar jî, çalakiyên Şevçirayên Rojava ye.

Ev çalakî di sala 2022’an de yekem car hat lidarxistin. Şevçirayên Rojava di şevên meha Remezanê de li navenda HRRK`ê ya bajarê Qamişlo dihat lidarxistin. Lê ji ber rewşa dawîn ya ku Rojava tûşê wê hat, Şevçirayên Rojava nehat lidarxistin. Derbarê heman mijarê cîgirê serokê HRRK’ê Mistefa Ebdo ji rojnameya me re axivî.

‘Şevçirayên Rojava çalakiyeke çandî ye’

Mistefa Ebdo diyar kir ku çalakiya Şevçirayên Rojava çalakiyeke çandî û wiha axivî: “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê, komeleyeke çandî ye, ji bo pêşxistina wêje û zimanê Kurdî xebatên mezin dide meşandin. Herwiha hewl dide ku bibe komekî rewşenbîrî ji ramanên estetîk û afrîneriya hemû rewşembîrên Rojavaê Kurdistanê re. Yek ji çalakiyên çandî yên cihêreng ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku hertim di navbera Remezanê de di navenda hevgirtinê de li dar dixist, çalakiya Şevçirayên Rojava bû. Ew bernameya çandî ya cûda ye ku hemû qada çandî ya Kurdî di hemî şêwazên xwe de tê de, wek çîrok, helbest, huner, semîner, civînên gotûbêjî, pêşandanên şano û sînemayê di nav xwe de dihewîne. Di heman demê de li ser mijarên ku têkildarî çanda Kurdî nîqaş dibe.”

‘HRRK’ê bi çalakiyên xwe hewl dide rêwîtiya karê netewî bidomîne’

Mistefa destnîşan kir ku HRRK bi çalakiyên  xwe hewl dide rêwîtiya xebata niştîmanîn bidomîne û wiha anî ziman: “HRRK’ê bi rêya van çalakiyên çandî û neteweyî hewl da ku rêwîtiya çandî û neteweyî bidomîne. Herwiha bi riya wê çand, raman û afirîneriyê wek mîraseke mirovî, netewî û exlaqî binirxîne. Ji ber vê yekê divê çanda Kurdî bê piştgirîkirin û hêmanên çandî û manewî yên taybet ên çanda Kurdî di çarçoveya navxweyî û Kurdistanê de bên nîşandan, divê ev bibin rêgez di hundirê navenda me de û hem jî ya derveyî navenda yekîtiyê de, di van çalakiyan de bên bikaranîn. Lidarxistina van çalakiyan dibe sedem ku zanîna teorîk a rewşenbîran veguherîne berhemeke çandî ku hişmendiyê zêde bike û bandoreke erênî ya berbiçav ava bike. Di vê qonaxa hestyar de, berpirsyariya exlaqî ya ku dikeve ser milê rewşenbîrên Kurd, pêwîst dike ku ew bi gel û civaka xwe re bisekinin, dawî li kaos û parçebûna çandî bînin û gotinên nefretê red bikin. Ev yek tenê bi dûrketina ji takekesî û xebata di nava hundirê yekîtî, sazî an jî rêxistinekê de dikare pêkwere, li şûna wê bi xebata çalak, yekkirina helwest û dîtinan, hem jî plansaziya projeyên çandî û ramyarî ji bo bilindkirina asta çanda Kurdî heta asta bûyerên ku li herêmê diqewimin.”

‘Êrişên li ser Rojava rê li pêşiya Şevçirayên Rojava girt’

Ebdo da zanîn ku êrişên li ser Rojava û rewşa heyî bû sedem ku çalakiya Şevçirayên Rojava li dar nekeve û wiha domand: “Wekî her sal, di meha Remezana pîroz de, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) diviyabû di cara xwe ya pêncemîn de bernameya xwe ya Şevçirayên Rojava bidomîne. Lê belê rewşa heyî û rewşa ewlehiyê ya Rojava û herêmê rê li ber vê salê girt ku bernameya me were lidarxistin. Dîsa jî ev yek nahêle ku em di rojên pêş de ji bo hin çalakiyan amadekariya bikin. Em bi hêvî ne ku aramî çêbibe da ku em bikaribin çalakiyên xwe yên çandî ji nû ve dest pê bikin û hawîrdoreke çandî ya layîqî rewşenbîrên Rojava, afirîneriya wan û êş û fedakariyên gelê me, afirîneriyê bidomînin.”

‘Çalakiyên weke Şevçirayên Rojava ji bo wêjeya Kurdî pir girîng in’

Mistefa Ebdo tekez kir ku çalakieyeke weke Şevçrayên Rojava ji bo nivîs û wêjeya Kurdî pir girîng e û wiha bi lêv kir: “Nivîskar, helbestvan û wêjevan vê çalakiyê ji xwe re weke derfeta pêşketinê dibînin. Herwiha ev bername asta ronakbîrî ya kesên beşdar diyar dike û wan hertim bi wêje û çanda Kurdî ve girêdide. Ji bo rewşenbîrên Kurd, rêxistinkirina çalakiyên çandî dibe alîkar ku bandor û têkilya wan bi civakê re zêde bibe. Derfet li pêş nivîskar û rewşenbîran çêdibe ku bi gel re bide û bistîne, hem jî rê dide ku tecrûbe û zanyarî bên parvekirin. Di heman demê de ew ji bo balkişandina projeyên xwe yên rewşenbîrî, hem jî ronakbîrî û ramanên xwe ji nerîneke taybet ber bi projeyên jiyana rasteqîn ve veguherîn. Wekî din, ew hawîrdorek ji bo nîqaşên cidî û danûstendina ramanan diafirîne, ev yek dihêle rewşenbîr di warê afrîneriyê de berdewam bike.

‘Berpirsyariya pêşxistina çandê berpirsyariya hevbeşa a rewşenbîran e’

Cîgirê serokê HRRK’ê anî ziman ku berpirsiyariya pêşxistina çandê erkekî hevbeş ê rewşenbîran e û wiha bi dawî kir: “Berpirsiyariya çalakkirina rewşa çandî berpirsyariyeke hevbeş a rewşenbîran e. Ji mafê rewşenbîran e ku ji civakê guhdan û piştgiriyê bistînin da ku ew bikaribin hewildanên xwe ji bo pêşxistina xebatên xwe yên çandî terxan bikin. Rewşenbîrên Kurd di civaka me de westiyayî û kedxwarî ne û sînorên îdeolojîk, sînorên civakî û têgihiştinên civakî yên şaş rewşenbîran biçûk dixin û di nav dîwarên xeyalî de dîl digirin. Ji ber vê yekê, afirînerî girêdayî baldariya rewşenbîr û rakirina astengiyên li ser riya wan e. Di dawiyê de em wek Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava di wê baweriyê de ne ku parastina ziman û çanda Kurdî bi taybetî di qonaxa heyî de pêwîstî bi rêxistineke stûnî ji bo hemû rewşenbîrên Kurd heye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.