Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê Şaredariya Gel a Til Temir Ridwan Xelef diyar kir ku 23 projeyên xizmetguzarî ji bo başkirina rastiya xizmetguzariya bajar û gundewarê wê hatine amadekirin û got, “Armanca ew e ku tevî hemû zehmetiyan, em karibin pêdiviyên welatiyan peyda bikin û aramiya xizmetguzariyê zêde bikin.”
Di çarçoveya şert û mercên ku herêm tê de derbas bû, şaredariya gel a bajarê Til Temirê pilanên baştirkirina rastiya xizmeguzarî li gorî îmkanên berdest berdewam dike, bi li benabûna destûrdayîna erêkirina Meclisa Rêveber û diyarkirina darayî ji bo projeyan.
Derbarê vê mijarê de hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Til Temir Ridwan Xelef ji rojnameya me re axivî û wiha anî ziman: “Hemû projeyên ku şaredariyê lêkolîn kiribûn û ji bo Meclisa Rêveber hatibû pêşkêş kirin hîn jî di miriyetê de ne. Di heman demê de nehatine rawestandin, lê li gorî îmkanên berdest û tedbîrên îdarî xebat li ser tên kirin.
‘23 projeyên xizmetguzarî hatine pêşkêşkirin’
Ridwan Xelef da zanîn ku wan 23 projeyên xizmetguzarî berî ku bûyerên dawî li herêmê biqewimin bo Meclisa Rêveber bi armanca baştirkirina rastiya xizmetguzariya bajar û gundewarê wê pêşkêş kiribûn û wiha berdewam kir: “Ev proje sektorên girîng ên ku bandorê li ser jiyana rojane ya şêniyan dike di nav xwe de dihewîne, di destpêkê de kanalîzasyon, ava vexwarinê, rê û bîr, wekî din xebatên xizmetguzarî yên girêdayî binesaziyê ne.
Projeyên hatin pêşkêş kirin
Ridwan Xelef wiha berdewam kir: “Ji projeyên herî girîng ên ku hatine pêşînyarkirin, ji nû ve avakirina tora kanalîzasyonê ye, ku avakirina wê vedgere zêdetirî 40 salî, ev yek dihêle ku ew hewceyî nûjenkirinek berfireh bibe, ji ber ku toreya heyî ji ber kevnbûna wê bandorê li ser karîgeriya wê dike, ev bû sedem ku şaredarî lêkolînek berfireh û yekgirtî amade bike da ku wê bi awayekî guncav ji bo nifûsa heyî û pêdiviyên berfirehbûna bajarî sererast bike.
Herwiha di pilana kar û xebatan de ji nû ve ziftkirina kolanên di nava bajêr û gundewaran de dihewîne, ji ber ku beşên mezin ji rêyan hewceyî sererastkirinê ne, ji ber sedemên karanîna dirêj û nebûna lênêrîn asayî a têrker di salên borî de.”
Ji bo ava vexwarinê Ridwan Xelef wiha zelal kir: “Ji nav projeyên herî bingehîn kolandina bîrên nû ye ji bo peydakirina çavkaniyên avê yên berdewam, bi taybet piştî qutbûyîna di encama rawestandina depokirina avê ji stasyona Elok ji sala 2019’an ve. Şaredariyê bi awayekî cidî ji bo vê mijarê xebat kiriye, di rêya lêgerîna çareseriyên alternatîf da ku dabînkirina berdewam a avê ji şêniyan re misoger bikin. Projeya kolandina bîran gaveke stratejîk e ji bo baştirkirina ewlehiya avê li bajêr.
Di heman demê de pirên li hundirê bajarê Til Temirê ji bo parastina ewlehî û misogerkirina berdewamiya ewle ya trafîkê hewceyê xebatên nûjenkirin û lênêrînê ne. Lêkolînên teknîkî yên ji bo wan qediyane û proje di nav projeyên ku ji bo pêkanînê hatine pêşkêş kirin de ne.
Berdewamiya kar û xebatan
Ridwan Xelef diyar kir ku bûyerên ku vê dawiyê çêbûn nebûn sedema betalkirin an cemidandina projeyan û wiha got: “Lê şopandina îdarî û teknîkî berdewam kir di heman demê de li gorî îmkanên bedrest hin xebatên xizmetguzarî yên meydaî hatin domandin. Şaredarî bi awayekî domdar kar û xebatan dike û erkê xwe nerawestandiye çi di warê paqijî, kanalîzasyon hem di ximetguzariyên rojane de.
Tîmên şaredariyê ji bo parastina paqijiya giştî û çareserkirina xirabûnên awarte yên di tora kanalîzasyonê de, ji bilî şopandina giliyên welatiyan û çareserkirina wan di çarçoveya çavkaniyên berdest de, xebatên xwe yên rotîn didomînin, berdewamiya pêşkêşkirina van xizmetan nîşan dide ku şaredarî tevî zehmetiyan jî pabendbûna xwe ya bi şêniyan re nîşan dide.”
‘Xebat ji bo baştirkirina rewşa bajêr berdewam dike’
Hevserokê şaredariya gel a bajarê Til Temir Ridwan Xelef wiha gotina xwe qedand: “Projeyên ku ji Meclisa Rêveber re hatine pêşkêşkirin li benda pejirandinên fermî yên dawî û diyarkirina fînansmana pêwîst ji bo her projeyekê ne. Yên herî bingehîn li gorî asta zirarê û bandora projeyê li ser jiyana şêniyan were destnîşankirin. Şaredarî dê projeyên ku herî zêde bi tenduristiya giştî û xizmetên bingehîn ve girêdayî ne, destpê bike.
Şaredariya Gel a Til Temirê bê navber plana xwe ya xizmetguzariyê dimeşîne û xebat ji bo baştirkirina rewşa bajêr gav bi gav berdewam dike, armanca şaredariyê ew e ku tevî hemû zehmetiyan, pêdiviyên welatiyan peyda bike û aramiya xizmetguzariyê zêde bike.”






