Lîloz Hisên
Di rojên dawî de li bazaran xaza malê li çend bajarên Sûriyê rastî qerebalixiyek mezin û bilindbûna bihayê hatine, nemaze bihabûna fatûreyên elktrîkê û sînorkirina qidreta kirînê ya welatiyan ku barên giran li ser wan her ku diçe zêde dike, di vê çarçoveyê de heya niha çareseriyên guncav ne hatine dîtin.
Di hefteyên dawî de aloziyeke kur di peydakirina xaza male de li herêmên hundirê Sûriyê hate dîtin, ku vê yekê bandoreke mezin li mabatan kir, bi taybet di hatina meha Remezanê de, vê yekê hişt ku dîsa bal bê kişandin li ser rastiya hilberîna xaza xwezayî û ya malê di welêt de.
Li Şamê û çend bajarên din ên Sûriyê, rêzên li ber navendên belavkirina xazê ji nû ve derketiye holê, di nava giliyên sivîlan de yên li ser zehmetiyên peydakirina qenîneyeke xazê. Li gorî malperên li ser medyaya civakî û rûpelên fermî yên raghandinê bihaya hee qenînek xaz li bazara reş li hin deveran gihaştiye di navbera 200 hezar û 500 hezarên L.S. Di heman demê de bihaya wê ya fermî tenê nêzî 125 L.S ye, ku cûdahiyek mezin di navbera bihayê fermî û rastiya li bazaran de nîşan dide.
Li her bajarekî bihayek
Li Şamê û gundewarên wê gel zehmetiyeke mezin di peydakirina qenînê xazê de ji navendên belavkerên fermî dikşînin. Gelek malbat bi taybet xwediyên xweringehan neçar dimînin ku berê xwe bidin baraza reş, ku di bazarê de bihayê her qenîneyeke xazê 200 hezar derbas kiriye, di demekê de ku bihaya wê ya fermî 125 hezar L.S derbas nake.
Li Helebê heman rewşa Şamê tê jiyîn kirin, li bazara reş bihayê xazê di navbera 145 heta 200 L.S ye. Li parêzgeha Laziqiyê aramiyeke di bihayê xazê de heye ku bi nêzî 120 hezar L.S tê frotin, lê li Dêrazorê aloziyeke mezin tê jiyîn kirin. Li Hemayê bi awayekî giştî li bazara reş tê peydakirin û rêjeyek pir kêm li gel belavkerên fermî tê frotin.
Daxuyaniyên fermî ya Wezareta Enerjiyê
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Enerjiyê aloziya xazê bi derengketina barkirinên xazê li bendera Banyasê ji ber şert û mercên hewayê û zehmetiyên lojîstîkî ve girêda. Herwiha piştrast kir ku dabînkirina xazê berdewam dike û dê di nava çend rojan de aramî vegere. Di heman demê de gihaştina tankerên nû yên xazê ji bo xurtkirina rezervên herêmî hate raghandin. Ji bo pêşîlgirtina li hember yekdestdarî û frotina li derveyî kenalên fermî, soz hat dayîn li ser tundkirina çavdêriya li ser bazaran.
Lêbelê, van daxuyaniyan nerazîbûna gel bidawî nekir, ji ber ku gelek kes dibînin ku daxuyaniyê fermî yên nakok derbarê sedemên aloziyê pirsên li ser mekenîzmeya birêvebirina rewşê û bandora tedbîrên kontrolê derdixin holê. Wekî din pêla hilanîna xazê ji ber fikaran kêmasî zêde kir û zextek zêdetir li ser dabînkirinê çêkir.
Hêviyên çareseriyê û êşa berdewam
Tevî nîşaneyên fermî yên başbûna dabînkirinê, aloziya xazê hîn jî barekî rojane li ser malbatên Sûrîyeyî nîşan dide, ji ber guherînên bihayê û zehmetiyên gihaştina kelûpelan, ku her çareseriyek rastîn bi belavkirina birêkûpêk û aramiya bazarê di rojên pêş de ve girêdayî dike.






