Hafiz Ahmet Turhalli
Meha Remezanê li welatê me bi taybetî û cihana Îslamî bi giştî weke hevkariya mirovên muhtac dihatin pêşwazî kirin.
Ew meh ligor Qur’ana pîroz wateyekî xweya taybet heye.
Ligor Wehyê ev meh jibo kû Qur’an têde daketiye cudabuna wê ji mehên dîtir heye. Ligor Qur’ana pîroz ev pîrozahî weha tê şîrove kirin:
“Ev meh kû têde Qur’an hatiye nazil kirin, çewtî û rastî jinava hev hatiye derxistin û cûda kirin, kî ji we bigîhîje vê mehê bira rojiyê bigre. Ger rêwî anjî nexweşbe, bira li gorî wan rojan piştre rojiya xwe bigre. Xwedê jibo we hêsaniyê dixwaze, zehmetiyê naxwaze”. (Beqere 185)
Ligor Qur’anê di meha Remezanêde ew kesên mêjiyên wan nezelal, rastî û çewtiyan nav hev dixin, ligor nefsa xwe dimeşin, divê ligor heqîqeta Rawîşt (exlaq) û hizrekî paqij dest bi jiyanekî nuh bikin.
Lewre Remezanêde, banga rastiyê tê kirin. Divê destpêkê mirov bixwere rastbe, piştre bi Xwedayê xwere rastbe û pişrtejî bi derûdora xwere rast bimeşe.
Dema Qur’an daket civaka Mekkê civakekî Bawermend bu. Nimêj dikirin, Rojî digirtin û Hec jixwe 4000 hezar sal bu hebû. Pirsgirêka wê demê, xapandina civakê binavê ol bu.
Destwerdan liser wan kesayetên xapandina civakê dikir hate pêşxistin û tekoşîn dinavbera wan kesayetên xwînmijiya civakê dikir û Pêxemberde bu.
Jiber destpêka vê şoreşê di heyva Remezanêde bi fermana “bixwîne” destpêkir, pêşwazîkirina wêjî cûda dihat kirin.
Gotina destpêkê yê tekoşîna Îslamê bixwîne, ya duyem rabe derudora xwe hişyar bike, rastiyê bi dengekî xurt bilind bike û dij van oldarên sexte rastiyan eşkere bike.
Jibo ev dengê rastiyan were tepaser kirin, desthelatên wê deme hemû hêzên xwe seferber kirin.
Rûxmî hemû êrîş û zordariyan jî, dengê heqîqetê her çû bilindtir bu.
Îslamê got; bi zikê birçî lê bi hişmendiyekî paqij û vijdanekî bilind xwe nujen bikin.
Divê kesê vê mehê pêşwazî dike, jibo dadmendiya civakî bi cîh bike xwedan helwest û tekoşînêbe. Ev kesayet jibo başî dinava civakande serdest bibe û belengazî, feqîrî, hemû cureyên neheqiyê ji holê rabe, xwedî liv û tevgerbe.
Îro dinav civaka me misliman de, kuştin, malwêranî, dizî, xapandin, derew, îftîra û tiştên Qur’anê qedexene, di jiyana mede bicîh bune.
Gelo pêşwazî kirina Remezanê, tene cîh guhertina xwarinêye?
Ger di heyva Remezanêde, tiştên Qur’anê qedexe kirine di jiyana mede weke taybetmendiyan berdewam bin, em çima ewqas Qur’anê dixwînin û xwe birçî dihêlin? Ger em Qur’anê di heyva remezanêde dixwînin û di Mizgeftande gohdariya Melayan dikin, lê nebaşî di jiyana xwede sînordar nakin, sedemên xwe yên bingehîn çine?
Xwedê dibêje me di meha Remezanêde ev Qur’ana nazil kir û dê ew wê rastî û çewtî di jiyana wede zelal bike. Ger fermana Xwedê evbe, bandora wê di jiyana me Misilmanande çiqase?
Alîkariya bindestan, hêjaran, muhtacan, mezluman fermana Xwedêye; pêkanîn û sererastkirina wanjî erka bawermendên Îslamêye!
Ger ev sîstema xirab her diçe kurtir dibe, wê deme em pêşwaziya kîjan Remezanê dikin?
Dinava me Kurdan de berê meha Remezanê jibo cînar û derudoran, meha hevkarî, alîkarî û merhemetê bu. Neha mejî ew Remezanên berê terikandine û lipey Remezana dewlet û desthelatan kaş dibin.
Divê em vê Remezanêde xwe nuh bikin, hevkarî, alîkarî û xwedîderketina heqîqetê pêşbixin.






