Ayşa Silêman/ Dêrik
Rêvebera Komîta Civakî di Kongra Star a bajarê Dêrikê de Dunya Efrîn diyar kir ku jin bi sekna xwe di 8’ê Adarê de wê isbat bikin ji cîhanê re ku avakirina Sûriyeke nû bê hebûna jinê ne mumkine.
Roja Cîhanî ya Jinan ne bi tenê rojeke ku li ser bûyerên berê disekine; Di heman demê de armanc dike hişmendiya li ser wekheviya zayendî bilind bike. Têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên wekhev di qadên siyasî, aborî û civakî de her sal bi vê roja taybet xurtir dibe. Niha jî 8’ê Adarê bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin. Civak bi bikaranîna vê rojê bi awayên cuda yên wekî panel, semîner, çalakiyên hunerî û kampanyayên medyaya civakî balê dikişînin ser mafên jinan.
Di derbarî kar û xebatên Kongra Star ji bo 8’ê Adarê û entegrasyona YPJ’ê di nav artêşa Sûriyê de Endama Kongra Star li bajarê Dêrikê Rezan Mûsa û berdefka Komîta Civakî ya Kongra Star a bajarê Dêrikê de Dunya Efrîn ji Rojnameya me re axivîn.
‘Erkê Kongira Star xurtkirina bingeha jinê ye’

Berdefka Komîta Civakî ya Kongira Star a bajarê Dêrikê de Dunya Efrîn anî ziman ku ew roja 8’ê Adarê li tevahî jinên kedkar pîroz dikin û wiha got: “Kongra Star her di nav liv û tevgerê deye û bi taybet ji bo 8’ê Adarê gelek pilan amade kirine. Em ê 1 û 2‘ê Adarê dest bi xemilandina bajar bikin, 3’ê Adarê bi alîkariya ciwanan em ê daran biçînin û semîneran li ser girîngî û wateya 8’ê Adarê bidin. 4’ê Adarê wê kongra Star serlêdana cihên leşkerî bike û 5’ê Adarê wê serlêdana navendan bikin û êvarî wê meşa meşeleyan li dar bikeve. 6’ê Adarê da ku zarokên di pêşdibistanê de kêfxweş bibin wê Kongra Star balonan bidin wan û bi ezmanan de bifrînin û wê êvarî li koçeratan şahiyê li darbixin.
Her wiha roja 7’ê Adarê li ser gorên şehîdan wê mûman pêbixin û 8’ê Adarê wê bi çoş û heyecaneke xurt şahî li dar bikeve. Erka Kongra Star ew e ku gel hişyar bikin û destek bidin jinê da ku bingehê wan xurt bibe. Pêwîste hemû jinên cîhanê sekna xwe bidin xuyanîkirin û ji her kesî re girîngiya vê rojê nîşan bidin û ev sal bibe sala serkeftina jina azad a ku bi felsefeya Rêber Apo bingehê xwe ava kiriye.”
Heya dawiyê jin wê berxwedaniyê berdewam bikin

Endama Kongra Star li bajarê Dêrikê Rezan Mûsa da zanîn ku roja 8’ê Adarê xwedî wateyeke taybete û wiha got: “Roja 8’ê Adarê encama têkoşîna jinan bû ku ev roj li seranserî cîhanê deng vede û bi awayekî fermî hat qebûl kirin. Em wek Kongra Star bernameya me ji bo 8’ê Adarê 8 rojan berdewam dike, roja yekem ji xemilandina bajar destpê dike û roja 8’ê bi şahiyê bidawî dibe. Di heman demê de divê em di roja 8’ê Adarê de ji herkesî re isbat bikin têkoşîn û berxwedaniya ku jina Kurd di van salan de dayî meşandin, ji cîhanê re destnîşan bikin. Da ku ji hikumeta demkî re bidin xuyanîkirin ku hebûna YPJ‘ê gelekî girînge ji ber ku avakirina sûriyeke nû bê hebûna jinê ne mumkine. Ji ber ku jina Kurd ev 15 sal in pêşengtiyê dike û canê xwe feda kir ji bo welatekî azad û wekhev, lewma hebûna hêzek taybet bi jinê girîngtirîn helwest û daxwaza me ye. Em ê heya dawiyê piştgiriya YPJ’ê bikin û berxwedaniya wan berdewam bikin heya ku hebûna jinê misoger bikin.”







